Wek Zilamên Xwedê Kar Bikin
Gelo çawa zilamên ku baweriya wan bi Îsa Mesîh tê bêtir wek wî lê tên? Gelo zilamê Xwedê bi xwe çawa ye?
Gava Şandî Pawlos nameyek ji xortekî re şand, nêrînek jê re danî ka ewê çawa wek Mesîh lê bê, wî emir dayê û got,
‘Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak.'(Tîmotêyos I, 4:12)
Erê çêdibe ev sîfetên di vê ayetê de hem ji xortan re û hem ji keçikan re bin jî, lê ez dibînim ew nimoneyekî rehet lê di heman demê de rûbirûker ji me re peyda dike ku çawa em bibin zilamên Xwedê. Berî niha, min behsa sîfeta yekem kir, ew jî peyivîne, min behsê kir di heft dersan de ku divê zilam çi bêjin û çawa bipeyivin. Niha ez dixwazim berê xwe bidim sîfeta duyem, rabûn û rûniştina zilamê ji Xwedêtirs.
Çi ye maneya ku zilamek mînak be di rabûn û rûniştina xwe de? Ew biwêjeke di nivîsarên Pîroz de berbelav e bi awayekî navnetewî û her tişt tê de ye (wek nimone, Romayî 15:18 û kolosî 3:17) -îcar maneya wê ev e : her tişta ku em dibêjin û herwiha her tişta ku em dikin jî. Demê behsa rabûn û rûniştina me tê kirin, çêdibe em ji xwe bipirsin, gelo awayê jiyana me çi dibêje li ser Îsa Mesîh? Gelo wê xelk çi fêm bikin li ser Xudanê me piştî ku heftiyekê yan mehekê yan salekê li jiyana me binêrin?
Awayê Jiyanek e ne berbelav
Ji aliyekî ve, bara bêtir ji nameyên Pawlos behsa rabûn û rûniştina me dikin hem bi awayekî yekser û hem bi awayekî ne yekser jî). Di siyaqa Tîmotêyos I de, taybetmendiyên rihsipiyan di beşê 3 de hinek sîfetên giring ên mirovê jixwedêtirs binav dikin û diyar dikin, û di nav wan de rabûn û rûniştina wî jî.
Erê rast e ev taybetmendiye hatine danîn ji rihsipiyên dilxwaz re, lê ew hemû ne tenê ji wan re ne- ji bilî ku ew di hînkirinê de jêhatî bin. Hetta di hînkirinê de jî, lazime her zilamek hewl bide û bixwaze peyva Xwedê bi dilsozî û rastbûn û xemxwarinê hilgire. Sîfetên di van taybetmendiyan de hema ew in ên ku lazim e her zilamek Mesîhî bixwaze wek wan be- û piraniya wan bi teybetî behs dikin ku em çawa bijîn.
Ew peyva pawlos bi kar tîne ji rabûn û rûniştinê re herwiha diyar dibe gelek caran di nameyên Şandî Petrûs de (pir bêtir ji nameyên Şandî Pawlos), îcar çêdibe em li peyvên Petrûs jî binêrin da ku em wan emrên Pawlos dayîn Tîmotêyos (û me) ku em wek wan bibin û wek wan bikin, bêtir bi temamî fêm bikin. Di navbera teybetmendiyên rihsipiyan û şîretên Petrûs de, em dikarin hinek rêyên taybet deynin aliyekî ku bi wan zilamên baweriya wan bi Xwedê tê dibin zilamin mezintir ên Xwedê di rabûn û rûniştina xwe de. Lîsteya van sîfetan behsa her tiştî nake lê hinek sîfetên rohiyên taybet dide xortên dilxwaz da ku bidin pê.
Zilamên Pîroziyê
Li ser her tiştî re, jiyana zilamên jixwedêtirs tê naskirin bi pîroziyê. ‘Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin. Lê belê, çawa yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin. Ji ber ku hatiye nivîsîn: «Pîroz bin, çimkî ez pîroz im.»’ (Petrûs I, 1:14-16). Hinek zilam berdewam dibin di xweyîkirin û delalîkirina hezên leşê xwe- dilçûn û bêhntengî û çavnebarî û bêxîretî û ezezî. Hinekên din jî bi aqilmendî û kêfxweşî dixwazin gunehên mayî di jiyana xwe de bidin kuştin (Romayî 8: 13). Ew hez dikin rabûn û rûniştina xwe biguherin – hemû rabûn û rûniştina xwe- ku wek rabûn û rûniştina Mesîh lê bê (Romayî 8: 29)
“Gelo lazim e em çi cûreyê zilaman bin? Zilamên Pîroz. Zilamên xwe li ber ceribandinê digirin. Zilamên ku gunehan xaç didin.”
‘Îcar, eger ev hemû tişt [ev jî erd û ezman in] wê bi vî awayî ji hev belav bibin,” Petrûs di cihekî din de nivîsiye, “Divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn.”(Petrûs II, 3:11). Em dikarin vê gotinê “di jiyana pîroz de” bi awayekî herfîtir terceme bikin “di rabûn û rûniştina pîroz de” her ew peyva me behsê dikin di vê nivîsnamê. Îcar, û em dizanin Îsa Mesîh kî ye û em dizanin ewê her vegere, gelo lazim e em çi cûreyê zilaman bin? Zilamên Pîroz. Zilamên xwe li ber ceribandinê digirin. Zilamên ku gunehan xaç didin. Ne zilamên xwerastdertêxin lê belê zilamên nefsbiçûk ên ku pir dixwazin wek Îsa Mesîh bijîn.
Zilamên Xwegirtinê
Wê maneya bidûketina pîroziyê pêşêxistina xwegirtinê be. Jin jî, helbet, pêwîstî xwegiritnê ne (Tîtos 2: 3-5) lê piştî me zanî Xwedê çi hêviyê ji serwerên malan û şivanên kenîsê dike, çandina xwegiritinê giringiyek taybet heye ji xortan re (Tîmotêyos I 3:2, Tîtos 1: 8). ‘Çimkî daxwaza Xwedê ev e: Ku hûn pîroz bibin, yanî hûn xwe ji fuhûşê bidin paş, lê bila her yek ji we bizane ku di paqijî û şîrhelaliyê de li bedena xwe bibe xweyî.’ (Selanîkî I, 4:3-4). Eger em dixwazin rabûn û rûniştina me hêjabûna xilaskarê me bide xuyakirin û mezin bike, lazim e em hîn bibin ku em çawa hezên ne paqij û bêrûmet ên di nav xwe de kontrol bikin.
û ne tenê bi leşê xwe re lê bi dem û mezaxtin û baldariya xwe re jî. Wê maneya mezinbûna di Xwedêtirsiyê de bi edetî Gotina na be (û gelek caran wê ev gotina na ji tiştên baş re be). ‘Erê, ji ber vê yekê hemû xîretkêşiyê bi kar bînin, bi baweriya xwe hêjabilindiyê peyda bikin, bi hêjabilindiyê zanînê, bi zanînê xwegirtinê, bi xwegirtinê ragirtinê, bi ragirtinê jiyana xwedayî, ‘ (Petrûs II, 1:5-6). Pêwîst e tu di kîjan mijaran de mezin bibe ber bi xwegirtinê ve? Çi ye ya ku tu zehmetiyê dibînî ku tu jê re bêjî na tevî ku tu bi xwe di dilê xwe de dizanî lazim e tu bêjê na?
Zilamên dilpakiyê
Zilamên Xwedê li pey Xwedê diçin bi dilpakî ‘Pesindana me ev e: Wijdana me şahidiyê dike ku em bi sadebûnî û dilpakiya ku ji Xwedê tê, di dinyayê de û hê bêtir li ber we rêve çûn.. ‘(Korîntî II, 1:12). Dilpakî azadiye ji durûtî û xwediyarkirinê. Zilamê dilpak li cihên veşartî û li her cihên din jî, her wek xwe ye. Rabûn û rûniştina wî ne hewlek xurt e ji aliyê wî ve ji bo veşatrina kêmasiyên wî yan dagirtina wan. Ew berhema ragirtî û sirûştî (ne kamil) a canekî pir pîroz û saxlem e.
Şîretên Pawlos ji xulaman re kêra hemû rabûn û rûniştina me tên. ‘Xulamno, di her tiştî de serî li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê deynin. Vê jî, ne ji bo ku hûn li ber çavê mirovan xweş bên dîtin, lê belê bi hemû dilê xwe û bi tirsa Xudan bikin. ‘ (Kolosî 3:22). Zilamê wiha najî û naxebite da ku bi awayekî taybet bê dîtin, lê belê dijî û dixebite û dizane ku ew herdem tê dîtin ji aliyê Xwedê ve. Ew ji Xwedê ditirse bêtir ji redkirin û nerezîbûna xelkê û ew ên ku baş wî nas dikin – ew ên di mala wî de û di kenîsa wî de û ew ên ku ew her roj bi wan re kar dike li ofîsê- wî nas dikin û dizanin ku ew zilamekî rast e [ew bi rastî ew zilameye ê ku ew dibêje ew ew e.] Ez carek din dibêjim ew ne kamil e, lê ew ragirtî û rastgo û nefsbiçûk e.
Zilamin aştîker in
Şêwazek din ê dijkultûr di nav zilamên jixwedêtirs de iltîzama wan bi dûketin û parastina aştiyê ye. Taybetmendî bi awayekî selbî dibêje: îcar divê çavdêr ne “şerûd” be (Tîmotêyos I 3:3). Nameya zelal ne hema xwedûrkirin e ji lihevnekirinên negiring lê belê dûketin û parastina wê aştiyê ye, ew aştiya ku qedr û qîmetê dide Xwedê.Weku Pawlos li cihekî din gotî, ‘Madem ku wisa ye, em bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne. ‘ (Romayî 14:19). Yan jî Korîntî II, 13:11 ‘Birano, êdî di xweşiyê de bimînin. Kêmahiyên xwe temam bikin, hanê bidin hevdû, hemfikir bin, di aştiyê de bijîn û Xwedayê aştî û hezkirinê wê bi we re be. ‘. Di kîjan peywendiyan de, evê bandorek pir mezin li ser te heye?
Di vê seqaya dijber û jihevperçebûyî a ku em tê de dijîn, wê aştîkerî zilamên Xwedê bêtir ji her carek din cuda bike. Ew zilam in in ku tamê ji sozê dibînin. ‘Xwezî bi wan ên ku aştîker in, Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin. ‘ (Metta 5:9) .
Ev zilam in in ku eger li hev nekin ew bi hezkirin û bêhnfirehî li hev nakin, û danûstandinên taybet ên zehmet bi hev re dikin, ew berpirsiyar in, û dimînin di aştiyê de û dû wê dikevin demê xelk terka aştiyê dikin û diçin. Ew zû itîraf dikin û qusûra xwe efo dikin gava gunehan dikin û hê zûtir li wan ên ku guneh li dij wan kirine dibihûrin û li wan vedigerin. Ew dizanin ku aştî ne erzan û asan e û ne hema li ser ve ye lê ew dizanin aştî biha ye û zehmet û kûr e, û mucîzeyîye jî. Û ger bibe, heta ku ji destê wan bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de ne (Romayî 12:18).
Zilamên Malê ne
Berî ku zilamek bikaribe rêberiya Kenîsê bike, ‘Bila ew qenc xweyîtiyê li mala xwe bike,’ (Tîmotêyos I, 3:4). Ewê çawa bikaribe şivantiya keriyekî ji dehan (yan jî ji sedan) bike eger ew nikaribe şivantiya wan çend kesên di mala xwe de bike? Lê ez dîsa dibêjim, xewna me ne tenê ji bo wan zilamên ku ji xizmetê re dilxwaz in, lê ew ji bo her zilamekî ku ji pêgihiştinê re dilxwaz e. Her tiştên zilamê jixwedêtirs ew be û bike di dinyayê de ji çawa hezkirina wî ji mala wî re tê û ji wê dest pê dike. Gelo ew ji jina xwe hez dike weku çawa Mesîh ji Kenîsê hez kir (Efesî 5:25) ? Gelo ew zarokên xwe hînî riya rast dike (Şîretên Silêman 22:6) bêyî ku ew hêrsa wan rake (Efesî 6:4), û peyva xwe bi wan dide kirin (Tîmotêyos I, 3:4) ?
“Zilamê dilpak li cihên veşartî û li her cihên din jî, her wek xwe ye.”
Ev zilamê jixwedêtirs mêvanperwer e jî (Tîmotêyos I, 3: 2). Maneya vê yekê ew e ku ew ne tenê çavê xwe dide wan ên ku di mala xwe de, lê herwiha ew deriyê mala xwe ji xelkê re jî vedike. Mal ne hema cihê rehetî û bêhnvedanê ye ji wî re, lê belê di nerîna wî de mal cihê xizmetkirina padîşahiya xwedê ye- û ewilî xizmetkirina wan ên ku di malbata baweriyê de ne (Romayî 12: 13), û herwiha xizmetkirina wan ên ku çêdibe baweriyê bînin (Îbranî 13:2).
Ev şîret e hemû kêra xortên ku hê jin neanîne jî tên. Ewilî, berî her tiştî, eger tê li dawiyê bizewicî û te yê zarok hebin, hema tu niha dikarî bibî ew zilamê Xwedê hê berî ev tişte çêbibin. Zewac te nake zilamek ciyawaz di şevekê de, lê ewê eşkere bike ka tu çi cûreyê zilamayî û hetta eger tu ji binî nezewice jî, bingeha ya ku pêwîst e li vir kêra te jî tê. Gelo tu ew cûreyê zilamayî ê ku xema hewcedariyên xelkê dixwe- hewcedariyên wan ên ku bi te re dijîn, û cîranên te û malbata te û ên xort û hem ên pîr jî di kenîsa te de? Ku em nezewicî bin me dûr nake ji Bavtî û biratiya rohî. Eger nezewacî tiştekî ji me re bike, ez dibêjim dibe ew bihêle ku me bêtir wext hebe ji wan ên ku di hewcedariyê de ne.
Zilamên Ku Qenciyê Dikin
Bi hinek awayan, dibe ev xeleka dawiyê alî me bike ku em hemû xelekên din bi hev ve girê bidin. Em çawa dikarin mînakek bin di rabûn û rûniştina xwe de? Gelo ma Xwedê dixwaze em çi bikin? Li dawiyê, zilamê Xwedê tê naskirin bi kirina qenciyê. Ewa ku Pawlos ji mirovên dewlemend re dibêje, ji me hemûyan re ye jî: ‘Bila ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, merd û ji bo levakirinê amade bin. ‘ (Tîmotêyos I, 6:18). û ne tenê bi kirinên qenc dewlemend bin ji bo merema kirina gellek qenciyan lê ‘ ji bo kirinên qenc bi xîret bin. ‘ (Tîtos 2:14). Qenciya xelkê, bi taybetî qenciya wan a herheyî – qenciya naskirina Îsa Mesîh û şahiya bi wî- xewnek e ev zilame dibînin her roj. Ew xewna hemû xewnên wan e.
Ev zilame dizanin ku çawa Xwedê ew hilbijartine berî damezirandina dinyayê (Efesî 1:4) , wî herwiha karên qenc ji wan re amade kirine da ku di wan de rê ve herin (Efesî 2:10). Ew dizanin ku bi hezarên hezarên salan berî bûyîna wan, Xwedê qencî ji wan re danî da ku bikin- ne hema tenê di demê jiyana wan de, lê belê îro û sibe û sêşemba bê jî û ew ne hema ji xwe re dibêjin ku wê ya qenc çêbibe, lê belê ew giringiyê didin çawaçêbûna qenciyê (Li Tîtos 3: 8 û 3: 14 jî binêre).
Ew Zilamê Tu Carekê Ew Bû
Belkî rêya herî baş da ku em bizanibin ka tu çi cûreyê zilamayî ew e ku em bizaibin ka tu çi cûreyê zilaman bû. Gelo naskirina Mesîh çiqas tu guhertiyî?
Pawlos peyva rabûn û rûniştinê bi kar nayîne di Tîmotêyos I 4: 12 de lê gava ew bi kar tîne ew wesif dike ka ew çawa bû û çawa dijiya berî kerem wî bike mirovekî nû: ‘We li ser jiyana min a berê ya di Cihûtiyê de bihîst. Hingê min pirr zêde tengahî dida civîna bawermendan a Xwedê û min dixwest ku ez wê ji holê rakim. ‘ (Galatî 1:13). Yan ew wesif dike ka em carekê çawa bûn: [hûn li gor Mesîh hatine hîn kirin]‘ku hûn mirovê kevin ê li gor jiyana we ya berê, ku bi xwestekên xapînok dirize, ji ser xwe bavêjin ‘ (li Efesî 4:22 binêre, herwiha li 2: 3 jî binêre). Îcar çawa jiyana te ya niha- demê te û bala te û mezaxtina te wek jiyana te a berê ye? û eger tu di biçûkaniya xwe de hatî baweriyê, hê biçûktir ji piraniya xelkê, gelo jiyana te niha çawa wek wê jiyanê ye, ew jiyana çêdibe tu jiyayî bê Mesîh?
Hema tu çawa bû û tu çawa be niha, Ez dibêjim başe ku ez peyvên xwe bi dawî bînim bi van emrên Petrûs:
‘Eger hûn ji yê ku cihêtiyê naxe nav mirovan û her kesî li gor kirina wî dîwan dike re, dibêjin Bav, dema xwe ya xerîbiyê ya li ser dinyayê bi tirsa Xwedê derbas bikin. Çimkî hûn dizanin ku hûn ne bi berdêla tiştên pûç ên wek zêr an zîv ji jiyana vala ya ku ji bav û kalên we maye, hatine kirrîn, lê belê bi berdêla xwîna Mesîh a hêja û wek berxekî bêleke û bêkêmahî hûn hatine kirrîn. ‘ (Petrûs I, 1:17-19).
Rabûn û rûniştina xwe bike bi tirseke şa û piştrast û saxlem ji Xwedê. Rabûn û rûniştina xwe bike heçko Mesîh tu azad kirî ji valayiya dinyayiyê. Rabûn û rûniştina xwe bike heçko jiyana te hatibû kirrîn bi xwîneke ezmanî. Rabûn û rûniştina xwe bike wek zilamekî bijartî û xilasbûyî bi Xwedê û şandî ji ba Xwedê.
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin