Hêviya Qenciyê Ji Xelkê Bike
Min guneh nedît hetta min bi xwe bandora wê li ser pîreka xwe dît.
Pîreka min a ku herdem kêfxweş û rewşen wek zarokan, dest pê kir ku henekan bi hişkî bike û bi tadayî bikene. Ew bêdengtir û bêhêztir bû û êdî ne wek xwe bû. Sosina min a xweşik li ber çavê min diçilmisî.
Wek her mêrekî, min xwest ez alî pîreka xwe bikim. Min rojekê ji xwe pirsî, gelo sedema vê guhertinê çi bû? Min zû biniya wê zanî. Min ev hêviye nedikir: ku ez sedemê vê guhertinê bim. Gumandarîtiya min a gişti ber bi xelkê ve – wek zîwanê di nav dexlekî de – bi min tenê re nema, şikbirina min bû ya wê jî.
Gumandarîtî û şikbirin, ez dizanim ew destpêkê xwe dixişînin di nav hişên me de û me dikin xayinên nefsa xwe, û me dikin cihê metirsiyê ji malbatên me re û me dikin jehrî ji kenîsên me re. şikbirinên me dikarin bihêlin em kesên herî hêja li ba xwe biêşênin. Pêxembertiyeke xwebixwe-temambûyî di nav wan de ne: em her bêtir şikê bibin, emê her bêtir sedeman bibînin da ku em şikê bibin.Her bêtir baweriya me bi kes neyê, emê her bêtir sedeman bibînin da ku baweriya me bi kes neyê. Şika me wiha li me dike ku her dengek ji erdê tê li ber guhê me dibe dizek.
Hêviya ya herî xirab ji hezkiriyên me yan jî ji cîranên me hem nerast e û hem piraniya caran jî mirov nikare pişta xwe pê germ bike û bi rehetî belav dibe bêyî ku kesekî hayî jê hebe jî. Lê eger li gunehên me hatibe bihûrtin ji aliyê Xwedê ve (bi awayekî zêdeyî fikirîna me)- û di Mesîh de bi rastî li wan hatiye bihûrtin- îcar em jî hatine azad kirin ku em şikên xwe yên ne zelal û nebaweriyên xwe yên jixweber deynin aliyekî û hêviya (qenciyê/başiyê) ji xelkê bikin.
Hezkirina di zemanê şikê de
Em wek zilam û jinên ketî, heza guneh ji ber xwe ve me dixapîne ku em wek Padîşah Lîr bêjin, “Ez zilamek im guneh li dij min tê kirin bêtir ji ku ez bi xwe gunehan dikim.” Bêyî ku bê zanîn, em bi asanî piraniya pirsgirêkên xwe dibînin “li wir,” bi xelkê re. Gunehê wan li dij min, û ne gunehê min li dij Xwedayê pîroz, ev e a ku min pir tevilhev dike. Û demê nerîna me ev be, em bi lez dipeyivin û bi giranî dibihîzin, em zû xelkê ji jiyana xwe dertînin û kêm bêhna xwe fereh dikin, em bi lez şekê dibin û bi giranî li xelkê dibihûrin.
Lê, vî ruhî deyne ber ruhê hezkirinê û ruhê Mesîh û ruhê Mesîhiyan:
Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake, pozbilindiyê nake, tiştên ne li rê nake, li feyda xwe nagere, hêrs nabe, li xerabiya kesî nagere; bi neheqiyê şa nabe, lê bi rastiyê şa dibe; bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike. (Korîntî I 13: 4-7)
Ruhê vî zemanî hêviya a herî xirab dike ji gotina cîranê xwe a şaş. Ruhê ê Mesîhî hêviya qenciyê dike ji cîranê xwe. Û ji wî fêm dike ka çawa ew bi xwe dixwaze ji wî bê fêmkirin.
Ruhê leş bi xeletî tê bi kar anîn ji aliyê endamekî kenîsê ve û gotgot yan peyvên ne di riya xwe de li ser Internêtê tên belav kirin. Ruhê mirovê Mesîhî li qirşikên di çavê xwe bi xwe de digere (Metta 7: 3-5)- û dizane ku ew “miroveke gunehan dike bêtir ji ku guneh lê tên kirin” bi hezkirin sînorekî ji hukmkirina xwe re datîne ku ew tenê hukm dike li a ku ew dikare bi zelalî bibîne, û piştre ew dixwaze xwe bigehîne wî kesî û rast pê re bipeyive wek birayekî (Metta 18:15).
“Mesîh me ji siha şikê xilas dike da ku em di ronahiyê de bijîn wek zarokên rojê.”
ji dêla ku em ji bandor yan serweta mirovekî biqehirin, ji dêla ku em pozbilind û bê edeb bin, ji dêla ku mêr bêjin divê her tişt wek gotina wan be yan jî jin xeydî û berxweketî bin, hezkirina Mesîhî tê bihêzkirin û pêkahatin da ku mirovê Mesîhî ciyawaz be- di malbatê de û li kenîsê û li dinê de jî. Wexta şek ken daqurtîne û nebawerî havaltiyan hildiweşîne, hingê divê miletê Xwedê şewq bidin di dinyaya me a gumanbir de- ku bîhna xwe di her tiştî de fireh bikin û ji her tiştî bawer bikin û hêviya wan ji her tiştî hebe û li her tiştî sebir bikin. (Korîntî I 13: 7).
Ev civaka hezkirin û kerem û bêhnfirehiyê bi rastî û bi zêdeyî,hêdî hêdî mezin dibe, lê bê guman ew ne kamile û di rê de xwehrbûn û ketin hene. Ev e mîrata miletê Xwedê ê ku ruh di wan de ye û ev e a ku me dike şahid ji dinyayeke a ku li me temaşe dike û pencên xwe dertîne: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûhenna 13:35)
Tu Azadî ku tu Hêviya Qenciyê Bikî
Îcar, gelo ew çi dibînin? Gelo ew malbatina dibînin ên ku xwe dispêrin hukmê Mesîh ê hezkirin û lêbihûrtinê? Û ew têbîniyan li ser mêdiyaya civakî dibînin ên ku bi awayekî ecêb bê hukmkirinên bi lez in li ser xelkê? Û gelo ew civakên ne kamil ên ku tije hêvî û dilnermî dibînin? Û ma ew kenîsên ku barê hev sivik dikin dibînin ên ku bi lez hêviya qenciyê dikin ji birayên xwe,endamên din di kenîsa xwe de ên ku Mesîh ji bo wan jî mirî? Yan jî ew bêtir heman nelihevhatin û nebawerî û neêkbûnê dibînin?
Çarls Spêrcn dide xuya kirin ji şagirtên xwe re û dibêje “Baştire ku hîle sedên caran li we bên kirin ji ku hûn jiyaneke şekbirinê bijîn.” (Dersên ji Şagirtên Min Re, 327). Ma ev di nerîna te de ne rast e? Baştire em wan gotinên çêdibe nexweş in di îmêla wê de nebînin û herwiha wan îhanetên çêdibe di karên wî de ne jî nebînin. Baştire em wê xwehrbûna di wî têkstî de yan di wê twîtê de jî nebînin. Piraniya caran baştire ku em xwe nekin xweyî li nijadperstî û regezperstî (li vir merema nivîskar alîgirtina cinsekî li dij cinsekî din) û xemnexwarina hestên xelkê û bêedebî û guneh jî tevî ku ev hemû bi xwe hebin jî. Demê guneh berçav be, dibe ev biguhere, lê qet nabe em bihêlin şikbirin wiha bike ku em rûbirûkirina wan gunehên neberçav bikin bi heman qenaeet û hişkbûnê a ku em pê rûbirûkirina gunehên berçav û zelal dikin.
Em ji dil hatine azadkirin ji aliyê Mesîh ve da ku em hêviya qenciyê bikin, hêviya a herî baş bikin ji niyetên xelkê û em gunehên xelkê ên ku nayên dîtin bihêlin ji Afrînerê wan re.
Ev e hezkirina ku gelek gunehan vedişêre çi gunehên heqîqî bin û çi neheqîqî jî bin: Ev e rûmeta mirovê jiXwedêtirs ê ku li ber van sûcan nasekine: “Mirovê aqilmend zû hêrs nabe, Bexişandina sûcan wî rûmetdar dike. ” (Şîretên Silêman 19:11).
Zarokên Rojê
Em wek Mesîhî, em hatine kirîn bi bihayekî: Em êdî ne yên xwe bi xwe ne: em ji bo Mesîh dijîn. Spêrcin berê şagirtên xwe dide vê yekê û dibêje ev derman e:
Birano, Xwe dûr bixin ji vî karê xirab ê [edeta şikbirinê] bi rêya înkarkirina hezkirina xwebixwe. Bila li ba te tiştekî pir biçûk be ewa ku xelk li ser te dibêjin û ka çi li ser te difikirin, û tenê xema çareseriya wan ji Xudanê xwe bixwe. (328)
“Lê eger li gunehên me hatibe bihûrtiin ji aliyê Xwedê ve (bi awayekî zêdeyî fikirîna me)- û di Mesîh de li wan hatiye bihûrtin- îcar em jî hatine azadkirin ku em hêviya qenciyê bikin ji xelkê.”
Çawa taamol bi min re tê kirin û çawa ez têm xurtkirin, û çawa ji min tê fêmkirin û çawa ez têm dîtin û naskirin ne karê jiyana Mesîhiye. Çawa li me tê nêrîn – tevî ku ne giring e jî- êdî ne hemû tişte. Çawa behsa me dikin li pişt me, û çawa li me dinêrin li odeyên hişê xwe ên ku nayên dîtin, kêfa wan ji me re bê yan nê jî yan merema filan kes û bêvan kes bi rastî çi bû di gotina wan de, ev hemû tiştinin pûç in ji wê jiyana jinûveçêbûyî dixwin.
Demê giringiya xwebixweyî -û lewra zindana xwebixweyî – gulên xweşik ên li dora wan dikujin, Mesîh sosinên çilmisî rast dike û me hîn dike ku em hêviya her tiştî bikin, bi taybetî bi bawermendên din re. Hezkirina Xwedê bi temamî û hezkirina nêzîkê xwe wek xwe ronahiyê û pîroziyê dide peywendiyên me, û goşt û vexwarina teze dide canên me û taet û qedr û qîmetê dide navê Mesîh.
Gelo ma tu şikê dibî ji xelkê? Me hemûyan têra xwe jiyaye bi “bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.” (Tîtos 3:3). Mesîh me ji siha şikê xilas dike, da ku me di ronahiyê de bijîn wek zarokên rojê, bîhna xwe di her tiştî de fireh bikin û ji her tiştî bawer bikin, û bila hêviya we ji her tiştî hebe, û li her tiştî sebir bikin. (Korîntîî I, 13:7). Ev e bayê ji jor tê- ew bayê ku wê me saxlem û yekgirtî bihêle di vî demê qirêj û şikbir de.
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin