-+=
Gelo pêwîst e çawa fêmkirineke li gor Kitêba Pîroz ji zivrîna vegerandina li Xwedê, bandorê li ser me bi xwe, wek Mesîhî, bike?
Pêwîst e fêmkirineke li gor Kitêba Pîroz ji wegerandina li Xwedê
- me nefsbiçûk bike jiber ku ew li kûrahiya alozîya me dide. Em mirî bûn û Xwedê em vejandin (Efesî 2:5)! Em kor bûn û Xwedê (bînayî /dîtin) da me (Korîntî II, 4:6)! Pêwîst e fêmkirina kûrahiya alozîya me û hêza kerema Xwedê bi berdewamî me nefsbiçûk bike pêş Xwedê û xelkê.
- Me şa bike jiber ku em dibînin çiqas xilasiya me mezin e û zehmet e. Em dijminên Xwedê bûn û xulamên gunehê bûn! Lê Xwedê bi dilrehmî em bi xwe re li hev anîn û em azad kirin! Pêwîst e Mesîhiyên ku vegerandina li Xwedê fêm dikin tije şahî bin bi mezinahiya xilasiya xwe.
- belavkirina me ji Mizgîniyê re û karê şandina me ji mizgînvanan re xurt bike jiber ku em dibînin Xwedê wiha hêzdar e ku dikare her kesî xilas bike. Eger ew dikare serhildêrekî wekî min û te xilas bike, ew dikare her kesî xilas bike, tevî ku zehmet xuya bike. Em nikarin kesî li Xwedê bizivirînin vegerînin. Xwedê dikare. Îcar bila em Mizgîniyê bidin bihîstin bi wêrekî li welatên xwe û welatên ji derve jî.
- bêhnfirehiyê bide me jiber ku em dizanin ew li gor biryara Xwedê ye ne li gor cedwelê me ye. Tenê Xwedê dikare jinûveçêbûnê bide (Yûhenna 1:12-13, 3:5-8). Îcar pêwîst e em Mizgîniyê bidin bihîstin û dua bikin ji yên windabûyî re û bi bêhnfirehî li benda Xwedê bin da ku kar bike. Wê Xwedê keda me pîroz bike (xwe/hetta) eger em di cih de beran nebînin jî.
(Hinek perçeyên vê (nivîsnamê/ Nivîsarê), hatine birin ji (nivîsnameya/Nivîsarê) Brad Wîler ya ku bi navê “Yek Ji Peyvên Herî Pîs Îro:C——–n”)