-+=
Gelo Mizgînî Çi Ye?
Mizgînî nûçeyên xweş in li ser ka Îsa Mesîh çi kiriye da ku gunehkaran bi Xwedê re li hev bîne. Ev e çîrok bi temamî:
- Xwedayê êk û tenê ê ku pîroz e em li ser wêneyê xwe çêkirin da ku em wî nas bikin (Destpêk 1:26-28)
- Lê me guneh kir û xwe ji wî veqetand (Destpêk 3, Romayî 3:23).
- Di hezkirina xwe a pir mezin de, Xwedê Kurê xwe Îsa Mesîh şand da ku wek padîşah bê û miletê xwe ji dijminê wan xelas bike- û dijminê wan ê herî giring gunehê wan bû (Zebûr 2, Lûqa 1: 67-79).
- Îsa Mesîh padîşahiya xwe ava kir hem bi rêya karê xwe wek kahînekî navberkar û hem jî wek goriyeke kahinî- Wî jiyaneke kamil jiya û li ser xaçê mir û wiha wî bi xwe şerîet temam kir û cezaya gunehên gelekan li ser xwe bir (Merqos 10:45, Yûhenna 1:14, Îbranî 7:26, Romayî 3:21-26, 5:12-21): piştre ew dîsa rabû ji nav miriyan, û wiha eşkere kir ku Xwedê goriya wî qebûl kir û xezeba Xwedê a li dij me bi temamî ket li ser wî (Karên Şandiyan 2:24, Romayî 4:25).
- Ew niha me daxwaz dike ku em tobe bikin ji gunehên xwe û baweriya xwe bi Îsa Mesîh tenê bînin ji bo lêbihûrtina gunehên me (Karên Şandiyan 17:30, Yûhenna 1:12). Eger em tobe bikin ji gunehên xwe û baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin, em ji nû ve çêdibin di jiyaneke nû de, jiyaneke herheyî bi Xwedê re (Yûhenna 3:16).
Ev nûçeyên xweş in.
Rêyeke baş ji kurtkirina van nûçeyên xweş re ew e ku em bi awayekî li gor Kitêba Pîroz van her çar peyvan ji hev vekin: Xwedê û mirov û Mesîh û bersiv.
- Xwedê. Xwedê afirînerê her tiştiye (Destpêk 1:1). Ew bi temamî pîroz e û hêjayî hemû perizînê ye û ewê gunehan ceza bike (1 Yûhenna 1:5, Peyxam 4:11, Romayî 2:5-8).
- Mirov. Hemû mirov tevî ku baş hatibûn afirandin, ew bi tebîeta xwe bûne gunehkar (Destpêk 1:26-28, Zebûr 51:5, Romayî 3:23). Ji demê jidayîkbûnê ve, mirov ji Xwedê vebûyî ne, û dijminên wî ne û di bin xezeba wî de ne (Efesî 2:1-3).
- Mesîh. Îsa Mesîh ê ku bi temamî Xwedê ye û bi temamî mirov e jiyaneke bê guneh jiya, û mir li ser xaçê da ku xezeba Xwedê hiligire li ser xwe ji dêla wan hemûyên ku bawerî bi wî anîne, û ew rabû ji nav miriyan da ku jiyaneke herheyî bide miletê xwe (Yûhenna 1:1, 1 Tîmotêyos 2:5, Îbranî 7:26, Romayî 3:21-26, 2 Korîntî 5:21, 1 Korîntî 15:20-22).
- Bersiv. Xwedê gazî her kesî dike li her derê ku tobe bike ji gunehên xwe û baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne da ku xelas bibe (Marqos 1:15, Karên Şandiyan 20:21, Romayî 10:9-10).
(Hinek beşên vê nivîsnamê/nivîsarê hatine birin Kitêba Mark Dêver Mizgînî û Belavkirina Mizgîniyê a Kesatî laper. 43)
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin