-+=
Gelo ez çawa dikarim berê kenîsa xwe bidim endamtiyeke bi raman?
- Mizgîniyê bide bihîstin. Hîn bike derbarey pîroziya Xwedê û gunehiya mirovan û kefareta Mesîh a berdêl û rabûna wî û pêwîstiya me ji tobekirina ji gunehên xwe re û pêwîstiya bawerîanîna me bi wî . Û bi zelalî bide xuyakirin ku ew ên ji hev hez nakin bila tu caran nefikrin ku ew ji Xwedê hez dikin (Yûhenna I, 4:20-21 )
- Daxuyaniyeke baweriyê û peymaneke kenîsê bi kar bîne: Bihêle endam daxuyaniyeke baweriyê (baweriyên kenîsê) û peymaneke kenîsê (ew jî derbarey ka wê çewa endam bi hev re bijîn) piştrast bikin..
- Bila poleke endamtiyê hebe. Alî wan kesên çêdibe bibin endam bike da ku bizanibin çi li bende wan e demê ew bibin endam û ka ew dikarin çi hêviyan ji kenîsê bikin. Vê fersendê bi kar bîne di hînkirina wan de, bi rêya daxuyaniya baweriyê û peymana kenîsê, derbarey giringiya endamtiyê û bingehên praktîk ên li ser şêweyê karkirina kenîsa te ne.
- Bila hevpeyvînek bi rihspiyekî yan bi şivanekî re hebe. Di hevpeyvînê de, ji wî mirovî bixwaze ku Mizgîniyê şirove bike û çîroka zivirîna xwe li Xwedê bêje û herwiha behsa şagirtiya xwe ji hingê ve bike. Ev deriyekî jî vedike ku tu kesên nû nas bike û pirsan ji wan bike li cihekî (aram/xweş).
- Imadkirina zarokan biseknîne. Helbet zarokekî piçûk dikare bibe Mesîhî. Lê kenîse nikare bi piştrastî bizanibe ka ew zaroke bûye Mesîhî yan na . Lazim e fersend bê dayîn ji zarokan re ku mezin bibin û pêgihiştî bibin û hilkeft hebin ku xwe li ber dilkêşiyên vê dinyayê bigrin. Îcar şaşiyan çêneke bi imadkirina wan ên ku kenîsê nikare ,gotina wan ku ew bawermend in, bi awayekî ewlemend sihêtî bike.
- Jibo tevilibûna endamên nû, daxwaza erêkirina (endaman /civata bawermendan) bike. Derbaskirin û derxisitina ji endamtiya kenîsê, karê civaka bawemendan e (ev jî têderxistineke ji Korîntî II, 2:6). Îcar berê kenîsa xwe bide ber bi eşkereyî piştraskirina pêşwazî û herwiha oxirbûna her endamekî di kenîsê de.
- Piştrast ke ku kenîsê rêyek heye, bi wê, ew bi temamî dizane ka kî endam e. Ev alî endaman dike da ku bizanibin ka wan peymanek bi kî re heye wek bira û xuh di Mesîh de. Ew dihêle ku hezkirina endaman ji hev re bi kûratî mezin bibe jiber ew dizanin ew bi teybetî ber bi şagirtî û çavdêriya kî ve, berpirs in. Endaman han bide ku ji hev re bi nav dua bikin.
- Çavdêriyekê şivanî li endamên xwe bike. Hewl bide tu piştrast ke ku her endamekî danûstandineka asayî bi rihspiyekî re yan jî bi Mesîhiyekî pêgihiştî ji civaka bawermendan re heye. Gavên ber bi zanîna ka çi di jiyana endaman de çêdibe, bibe.
- kultûreka şagirtiyê biçîne. Mesîhiyên piçûktir han bide ku bibin şagirtên Mesîhiyên mezintir û pêgihiştîtir. Mesîhiyên pêgihiştîtir han bide ku ew ên ne wek wan pêgihiştî ne, bikin di bin çengê xwe de. Her endamekî kenîsê han bide ku gelek peywendiyên rohiyên baş hebin.
- Hinek çalakiyên taybet û fersendên xizmetê, sînor bike, ku tenê ji endaman re bin. Pêwîst e kenîse bifikrin ser ihtîmala danîna sînorekî ji kombûnên xwe re, [ tê de ew ên ku li ser karên kenîsê ne û herwiha xizmetên giştî û kombûnên piçûk jî], ku tenê endamên wan, van bikin û rêve bibin.(ji bilî wan ên Mizgînder)
- Edeta şagirtiya rastker vejîne. Piştî te kultûreke endamtiya bi raman ava kiriye, dest bi rêberiya civata bawermendan bike ber bi derxistina wan ên ku berdewam in di gunehên cidiyên ku tobekirina wan nakin.
(Ev nivîsname hatiye birin ji beşê “cardin bidestxistina endamtiya kenîsê a bi raman” ji kitêba Vegerandina destpakiyê di kenîsên Imadkar de ya nivîser Mark Dêver )