-+=
Gelo çi ne hinek tiştên herî giring ku şivanek di bin rahênanê de hîn bibe?
- Kitêba Pîroz. Lazime tişta herî giring ji her şivanekî re ew be ku Peyva Xwedê bide bihîstin (Tîmotêyos II, 4:2). Divê tişta herî giring ji her şivanekî di bin rahênanê de, xwendina Peyva Xwedê be.
- Pîrozî.Sîfatên serekî jibo her şivanekî, exlaqî û rohî ne (Tîmotêyos I, 3:2-7). Divê şivan bi nimûneya xwe şivanatiya xelkê xwe bike (Petrûs I, 5: 3). Jiber vê yekê, divê mirovê ku dixwaze xizmetê bike, bi jêhatî li pîroziya ragirtî û zehemt bi dest ve hatî, bigere.
- Nefsbiçûkî. Da ku tu şivanatiya keriyê Xwedê bikî, divê tu li dû nimûneya Îsa Mesîh herî ku tu xizmetê bikî, ne ku xizmet ji te re bê kirin (Marqos 10:45). Lazime nefsbiçûkî nîşaneke ciyawaziyê ji her şivanekî pezê Xwedê re be ,yê ku bi xwe di bin serokşivanan Îsa Mesîh de ye.
- Çewa Peyva Xwedê bide bihîstin. Jiber bidanbihîstina Peyva Xwedê karê serekî yê her şivanekî ye, pêwîst e şivanê di bin rahênanê de li her derfeteke hînkirina Peyva Xwedê bigere. Herwiha pêwîst e ew daxwaza rexnê û şîretkirinê ji şivanên şehreza bike.
- Çewa şagirtiyê bike. Da ku kesek bibe şivan, lazime bizanibe ka çewa birayên xwe yên Mesîhî hîn bike û han bide û şîret bike û wan teselî bike û dengê xwe jî li wan hilde. Ne tenê wiha, lê da ku hema bifikire bibe şivan, pêwîst e wî mêjûek şexsî hebe di kirina qenciya rohî ber bi xelkê ve bi van awayan.
- Kitêba Pîroz çi dibêje ser kenîsê. Şandî Pawlos dibêje demê hat bajarê Korintosê ku wî wek qesirbendekî şehreza bingeh danî (Korîntî I, 3:10). Da ku şivan bi aqilmendî ava bike, divê bizanibe ew çi ava dike. Jiber vê yekê, divê şivanê di bin rahênanê de bi jêhatî planên Xwedê ji kenîsê re bixwîne, yên ku Xwedê bi xwe dane me di Peyva xwe de.
- Çewa xwe li ber rexnê û handanê û zimanhilûtiyê bigire. Şivan van hersêyan jî werdigre. Pêwîst e bizanibe ka çewa rexnê bi nefsbiçûkî û handanê bi supasdarî werbigre û ji wan feyde bike û herwiha melaqiyê bi aqilmendî ji xwe dûr bixe.
- Bêhnfirehî. Gelek caran xortên ku tên rahênandin ji xizmetê re bêhnfirehîyeke zêde tune ne. Ev pirsgirêk e, jiber xizmeta şivantiyê pêwîstî bêhnfirehîyeke zêde ye. Lazime şivanên di bin rahênanê de dua bikin ku bêhnfireh bibin û hewl bidin bêhnfirehiyê bi dest bixin û ji şivanên şehreza hîn bibin ka çewa xizmeta heman xelkê bikin roj bi roj bi dehên salan.