15May2025
  • About

In Socials

Facebook-f Youtube
Get in Touch
  • English
  • کوردی
  • بەھدینی
  • Kurmanji
  • English
  • کوردی
  • بەھدینی
  • Kurmanji
  • Xane
  • Li ser
    • Daxuyaniya baweriyê
  • Nivîsar
    • Lahot
    • Kenîse û Xizmet
    • Malbat
    • Pêgihiştina
    • Pirsgirêkên Jiyanê
  • Peywendiyê
  • Xane
  • Li ser
    • Daxuyaniya baweriyê
  • Nivîsar
    • Lahot
    • Kenîse û Xizmet
    • Malbat
    • Pêgihiştina
    • Pirsgirêkên Jiyanê
  • Peywendiyê
  • Xane
  • Li ser
    • Daxuyaniya baweriyê
  • Nivîsar
    • Lahot
    • Kenîse û Xizmet
    • Malbat
    • Pêgihiştina
    • Pirsgirêkên Jiyanê
  • Peywendiyê
  • Xane
  • Li ser
    • Daxuyaniya baweriyê
  • Nivîsar
    • Lahot
    • Kenîse û Xizmet
    • Malbat
    • Pêgihiştina
    • Pirsgirêkên Jiyanê
  • Peywendiyê
  • English
  • کوردی
  • بەھدینی
  • Kurmanji
Blog
Home Pêgihiştina Em Çawa Tobe Bikin: 5 Gavin
PêgihiştinaTobekirin
-+=

Em Çawa Tobe Bikin: 5 Gavin

Joel Lindsey March 23, 2023 5 min read 0
4

Zehmet e giringiya tobekirinê pir bê mezinkirin. Piştî her tiştî, handana Îsa Mesîh a giştî ya yekem “tobe bikin!” bû (Marqos 1:15)- û eger ev wiha giring û bilind bû li ser lîsta Îsa Mesîh, ez dibêjim lazim e em jî guhê xwe bidinê.

Lê emê çawa baş tobe bikin? Zebûr 32 cihekî pir baş e ji lêgerîa tebîet û proseya tobekirina kûr re. Li vir pênc gavên pir giring hene.

1. Rastgo be li ser pêwîstiya xwe ji tobekirinê re

‘Xwezî bi wî ku Xwedê jê re guneh nenivîsandiye, Di ruhê wî de hîle nîye! ‘ (Zebûr 32:2)

Tobekirin rastgoyî jê re divê. Ti kes nayên ba Xwedê bi tobekirineke rast di dilên xwe de neku wan di destpêkê de hewcerdariya xwe ji lêbihûrtin û lihevhatina bi Xwedê re zanîbin. Tenê ew ên ku êdî hewl nadin gunehên xwe veşêrin bi xwerastderxistinê û xapandinê, tenê ew dikarin wê guhertina kûr a ku didomîne bibînin, ew guhertina ku tenê çêdibe bi rêya tobekirinê.

2. Metirsiya guneh û ziyana sûcdariyê bizanibe

‘Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî, Tevahiya rojê ji nalînê, Hestiyên min heliyan. Çimkî şev û roj, Destê te li ser min giran bû. Derman di çokê min de nema, wek ziwahiya havînê.’ (Zebûr 32:3-4)

Bila em vê yekê rû bi rû bibînin: Tu li tobekirinê digerî ji ber Ruhê Xwedê bala te kişand. Em pir caran loma xelkê dikin ji ber diltengî û mizaciyeta me a giştî, lê gelek caran em hest bi nebaşiyê dikin ji ber me bi xwe tiştên nebaş kirine  Dawid behsa nîşanên nexweş kir, ew ên li ser leş û herwiha di hestan de jî xuya dibin ji ber wijdaneke sûcdar. Lazim e em bi rastî  encamên gunehên xwe  binirxînin û maneya vê yekê ew e ku em hem encamên wan ên şexsî binirxînin û hem bandora wan jî a ku hebû- û wê her hebe- li ser xelkê. 

3. Gunehên xwe bi temamî bêje

‘Min ji te re diyar kir gunehê xwe, Min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, «Ezê serhildanên xwe bêjim»’ (Zebûr 32:5)

Tobekirina kûr gotineke temam a gunehan jê re divê.

Herçende ev berûvajî û ne li gor fikirên me xuya dike lê bi rastî rêya tenê da ku em bi rastî bên nixamdin bi Mesîh ew e ku em bi temamî gunehên xwe eşkere bikin. Di proseya tobekirinê de, divê em şer bikin da ku em bi temamî zelal bin li pêşiya Xwedê li ser kûrahî û berfirehiya gunehên xwe. Wê tenê rastgoiyiya zelal bê wegirtin- û berê me bide azadî û şahiyê.

4. Xwe veşêre di Xwedê de 

‘Te bexişand sûc û gunehên min. Loma bila her evdê te yê dilsoz Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin. Da ku negihîje wan rabûna avên mezin. Tu yî stara min, Tu min diparêzî ji tengahiyan, Bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min. ‘ (Zebûr 32:5-7)

Adem û Hewa xwe veşartin pişt hinek cilên destçêkirî ên ku qet têra nixamdina guneh û fedîbûna wan nedikirin. Em jî gelek caran xwe pişt xwerastderxistina xwe vedişêrin da ku em meqbûltir xuya bikin. Eger tu dixwazî biguherî, bi rastî biguherî- ev xwestine bi xwe jî nîşana tobekirina rast e- divê tu xwe veşêrî di Xwedê tenê de.

Ne bes e ku tu tenê tobe bike ji gunehên eşkere. Ne bes e ku tu bêje “Ez itîraf dikim bi helwestên xwe yên xelet.” Hemû cûreyên mirovan wiha tobe dikin bi taybetî kesên oldar ên ku dixwazin sûreta xwe biparêzin.

Mirovê Mesîhî ne tenê tobe dike ji gunehên xwe ên eşkere lê belê herwiha tobe dike ji hewlên xwe ku xwe veşêre pişt xwerastderxistineke destçêkirî. Bes xwe veşêre di hewlên xwe de. Xwe veşêre di Xwedê de.

5. Xwe bi hêviyê ve girê bide

‘Gellek e kedera xeraban, Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan. ‘ (Zebûr 32:10)

Tê çawa bikaribî piştrast bî ku wê Xwedê li te bibihûre? Bersiv jî ev e: Hezkirina wî a ku nakeve! Piştrastiyê bîne bîra xwe û piştrastiyê bibîne di wan sozên mezin de ên ku wî dane di dîrokê de û bibîne ka ew çawa hatine temamkirin di Îsa Mesîh de.

  • Soza wî  ji Adem û Hewa re ku dijmin biperçiqînin.
  • Soza wî  ji Îbirahîm re ku ewê miletek hebe û wê Xwedê wan biparêze.
  • Soza wî ji Mûsa re ku rêyekê ji mirovên gunehkar re peyda bike da ku ew bi rastî bên girêdan bi Xwedayekî Pîroz ve.
  • Soza wî  ji Dawid re ku ewê Padîşahekî herheyî peyda bike her û her ji miletê xwe re.

Di hemû dîrokê de- hetta ku di wê kêlîka tu tê de tobe dikî – Xwedê gotiye û her dibêje, “Ez ji te hez dikim. Ezê dev ji te bernedim. Ez têra te dikim” 

Li sozên Xwedê binêre û xwe bi hêviyê ve girê bide û “bi Xudan şa be, dilşa be, ey dilpako bi şahî biqîre!” (Zebûr 32:11)

 

Ev gotar ji vir hatiye wergerandin

 

Author

  • Joel Lindsey
    Joel Lindsey

    View all posts
Read this article in English (Sorani) ئەم وتارە بە سۆرانی بخوێنەوە (Behdini) ڤێ گۆتارێ ب کوردییا بەهدینی بخوینە
Facebook
Dêûbavno, Daxwaza guhdariyê Ji Zarokên Xwe BikinDêûbavno, Daxwaza guhdariyê Ji Zarokên Xwe BikinMarch 23, 2023
Wek Zilamên Xwedê Kar BikinMarch 23, 2023Wek Zilamên Xwedê Kar Bikin

Related PostsBest

Jiyana bi hev reKenîse û XizmetPêgihiştinaŞagirtî

Hêviya Qenciyê Ji Xelkê Bike

Greg Morse March 23, 2023
LêbihûrtinPêgihiştina

Gava Mesîhiyek Din Te Biêşîne

John Piper September 11, 2022
Article Categories
  • Dêûbavtî 2
  • Endamtî 3
  • Jintî 1
  • Jiyana bi hev re 4
  • Kenîse û Xizmet 10
  • Kesayetiya Xwedê 1
  • Lahot 6
  • Lêbihûrtin 1
  • Malbat 5
  • Mizgînî 2
  • Pêgihiştina 6
  • Perestîna Malbatî 2
  • Pirsgirêkên Jiyanê 1
  • Pornografî 1
  • Rêberî 2
  • Şagirtî 3
  • Şahî 1
  • Tobekirin 1
  • Xwendina Li Ser Kenîsê 1
  • Zilamtî 1
  • Zivirîna Li Xwedê 3

Em hewl didin ji bawerdmend û serwerên kenîsê ên ku bi zimanê kurdî dipeyivin re jêderên li gor Kitêba pîroz peyda bikin da ku em alîkariya wan bikin ku jiyaneke dilsoz bijîn û kenîseyên saxlem ava bikin.

Facebook-f

Di Civakî de

Girêdan & Kategorî

Li ser

Daxuyaniya baweriyê

Nivîsar

Kitêba Pîroz bixwînin

Peywendiyê

Partners

Pertukekem.com

Pirsek Heye

    Copyright © 2025 Dlsozi by Pixosite. All Rights Reserved.