Em Çawa Ejdehayê Pornografiyê Şerjêkin?
Pornografî gelek pirsan bi xwe re tîne, lê herdu pirsên herî besît di nav wan de pirsên herî giring in.
Çima em şerê ceribandinan dikin? Û em çawa şerê wan dikin?
Gelek biryarên xwedûrxistina ji pornografiyê hema bi pirsa yekem re dikevin. Pirsa ku em Çawa şer bikin a herî asan e. Em dikarin di cih de hinek gavan binav bikin wek filterên Internêtê yan jî wek hevalên ku dikarin pirsinin zehmet ji me bikin. Bi rastî pirsa çima em şerê ceribandinan dikin, ew e a ku me tevilhev dike. Em pêwîstî sedemên li gor Kitêba Pîroz in ên ku me qani dikin da ku em qayîm bimînin demê pirsên zehmet û xwerastderxistin tên.
Û ewê her bên
- Ma çima em xwe aciz dikin? tiştek pê ve nîne û em kesî naêşînin bi kirina vê yekê.
- Eger tenê pîreka min bêtir ji min re vala ba yan jî eger vekirîtir ba li ser tiştên nû, ezê pêwîstî vê yekê nebam.
- Eger min jinek heba, ezê pêwîstî vê yekê nebam.
- Hemû zilam li ber filmên sêks dimînin. Em zilam wiha ne. Ma çawa çêdibe ku Xwedê şehwetekê bide min û ji min bixwaze ku ez şerê wê bikim? Ev qet nabe!
- Cara bê wê cara dawî be.
Dûçûna filmên sêks encamên xirab hene. Ti zanîneke taybet ji me re navê da em bibînin ku ew peywendiyan hildiweşîne û qet me têr nake. Lê encamên xirab ne bes in ku me bisekinînin. Divê em bên çekkirin bi sedemên ku me qani dikin û piştre em wan sedeman kom bikin di çîrokekê de, çîrokeke a ku hinek ji van parçeyên tên tê de ne.
Zelalkirina Çîrokê
Mirov wek hemû afirînên din hatine çêkirin da ku bijîn bi hinek sînoran re. Demê afirîn digehin sînorê xwe ê ku hatiye destnîşankirin- wek bahozan, wextê di wan de derya yan jî erda hişk har dibe- hingê tiştên xirab çêdibin. Heman tişt bi me re jî çêdibe. Ev yek ji xalên çîroka afirandinê ye, demê ji Adem û Hewa re hatibû gotin ku darek taybet hebû jiderveyî wî sînorê Xwedê dabû wan. Gelo çima ev dar jiderveyî sînorê wan bû? Ev ne pirsa giring e. A giring ev e: Zarokên Xwedê ên padîşa tên imtîhankirin. Gelo ma emê dilsoz bin bi Bavê xwe re demê ceribandin bên û ji nîşkê ve em hest pê bikin ku dilsozî nexweş e? Gelo ma emê hingê dilsoz bin?
Demê ceribandinên me bi taybetî xurt in, ti bingeh ji van sînoran re êdî têr nake. Wek mînak, Xwedê sedemên wî hene ji sînorkirina wî ji peywendiyên sêksî re di yekîtiya peymana di navbera jinekî û mêrekî de, lê ew sedeme hêzê nadin me ku em şerê ceribandinan bikin. Hêz tenê ji zanînê nayê: Hêz tê demê em mezin dibin di naskirina Xwedê de û em bersiva wî didin bi piştrastiyek guhdar. Ew tenê tê demê em dibînin ku di hizûra Xwedê de- ne ji a ku diniya yan hêzên leş dikarin bidin me- tenê em di hizûra Xwedê de em têrbûna şahî û xweşiyê dibînin a ku qet karîna xwe a têrkirinê ji dest nade (Zebûr 16:11).
Wek ku xuya dike, karê gotina na ji hinek hezên taybet re diyare ku ew taybetmendiyek ciyawaz a mirovan e. Ajal nabêjin na, lê em dibêjin na. Hema bifikire li ser kitêba Şîretên Silêman. Ew hemû li ser aqilmendiyê ye û maneya aqilmendiyê ew e ku em bijîn wek ka çawa Xwedê dixwaze em bijîn. Di her neh beşên ewil de ên ku babetên serekî ên kitêbê kurt dikin, Mamosteyê-Bav her tişta jê tê dike da ku caniya xwegiritinê şirove bike û herwiha da ku metirsî jiyanê ên mirovê ku li gor hezên xwe dijî, bi awayekî şanoyî şirove bike.
Gelo pirsgirêka heqîqî çi ye? Em bi tirsa Xudan kêfê nabin (Şîretên Silêman 1:7). Ji ber tirs li ser wê tiştê ye a ku me kontrol dike, aqilmendî dest pê dike demê em tên kontrolkirin ji aliyê Xwedêyê sêyane ve, û em êdî nayên kontrolkirin bi tiştên ku em pê tên ceribandin. Bi peyveke din ez bêjim, jiyana ji derveyî sînorê Xwedê delîle ku em qet wî baş nas nakin. Em qet nizanin ku ew qenc e û her tiştê ew me emir dide ku em bikin, ji bo başiya me ye. Û em wiha difikirin ku Xwedê tenê miroveke û a ku em dikin nabîne. Em difikirin ku tarî dikare me veşêre ji hizûra wî. Xwedayê jiyanê ji me re hatiye dayîn lê em hê jî berê xwe didin sexwebûn û perîşaniyê. Û bi kirina vê yekê, em êdî bi rastî ne mirov in.
Ev e ew çîroka Îsa Mesîh dikeviyê. Îsa Mesîh berê wî hat dayîn ber bi çolê ve da ku tundiya ceribandinên Îblîs û leşî bibîne (Metta 4: 1-11). Tevî ku ceribandinên wî ne sêksî bûn, di wan de hezên leşî ên xurt hebûn ên ku hêviya têrbûnê dikirin. Îsa Mesîh ket di zehmetiyên me de: Wî gewherê nefsbiçûkiya rast eşekere kir di rabûna xwe a li dij Îblîs de: û ew bû zilamê kamil û ê ku hatî ceribandin ê ku pêşkêşkerê me ye li pêşiya Bav. Ev bûn ew qezencên wî anîn xaçê.
Mizgînî çalak e di jiyana me de bi rêya baweriyê, demê em dibêjin padîşahê xwe, “Ez bi te re me. Qeyda min tevilhev e: Lê qeyda te kamil e” û di vê bersivê de em keremekê werdigirin bêtir ji a ku me ji xwe re digot emê werbigirin. Em tevilî Îsa Mesîh bûne di serketinên wî de û ruhê wî hatiye dayîn ji me re da ku me bihêz bike ku em li pey wî herin.
Û piştre dîsa berê me tê dayîn ber bi ceribandinan, û bi rastî wiha bi rêya van ceribandinan zarokên padîşahî tên rahênankirin û wiha mezin dibin jî. Tevî ku vê carê, bi rastî, em baştir hatine biçekkirin.
Îcar, bi piştgermiya bi Îsa Mesîh, em hezên xwe tînin û aramanca me ne tiştek dine ji bilî şerjêkirina wan hezan(Galatî 5:24, Kolosî 3:5). Çekê giring ê ku em tînin naskirineke mezin dibe ji kerem û dilrehmiya Xwedê re. Ev kereme tîne bîra me ku me lêbihûrtina gunehan heye, îcar em vedgerin ba wî di ketinên xwe de (2 Petrûs 1:9).
Em derewekî bawer dikin eger em bifikrin ku me ev derbas kiriye. Ji ber ku keremê ti sînor nîn in, em bi “alîkariyek” besît dest pê dikin. Xwedê şa dibe bi wan ên ku vedigerin ba wî bi xemgînî (Lûqa 15:6)
Em Çawa Şerê Ceribandinê Dikin?
Hema wexta çîroka keremê cihê xwe digire di dilê me de, tetbîqên praktîk ji me derdikevin.
- Çîrokê bi dubare bêje
Tetbîqa herî zelal ew e ku em çîrokê bi dubare bêjin: bi hezkirin, Mesîh hat, û li me bihûrt û em xilas kirin û ew me xurt dike. Pawlos di hemû nameyên xwe de dest pê dike bi gotina ku çawa hemû tişt guherî ji ber Îsa Mesîh.
Em dikarin li pey serweriya Pawlos herin. Çîroka Mizgîniyê binivîse û ji hevalekî xwe re bixwîne û ji xelkê bixwaze ku ew jî bi peyvên xwe çîroka Mizgîniyê ji te re bêjin. Wan rêyên cûrecûr ên ku bi wan Paymana Nû behsa Mizgîniyê dikin, dupat bike û wan bi zehmetiyên xwe ên praktîk ve bike. Tu li ser rêya rastî demê çîrok xweş xuya bibe û bêtir li ser Îsa Mesîh be, ne li ser te be.
- Rêyên xwe fehs bike
Baş çavê xwe bidê ka tu çawa ber bi filmên sêksî ve diçî. Bifikire li ser re astengiyên xwe wek awayek ê “Benîtiya Xwebexş” û herwiha bifikire ka çawa tu hatî êşandin ji aliyê kêşandina filmên sêks ve, lê di heman demê de tu bi xwe jî li pey wan çû. Bi hûratiyên vê rêya tu tê de çûyî bifikre (Şîretên Silêman. 7). Çi ne derewên te bawer kirîn û tu kor kirîn? “Xwedê ne pir qenc e”? “Guneh ne pir xeter e”? Bifikire ka çi yê din çêdibe. Gelo bêhna te teng e? yan jî tu xemsarî? yan tu westiyayî û tu hest pê dikî ku tu hewcê bêhnvedanekîyî? Tu bi rastî çi dixwazî? Tu dibêjî te kengî biryar da ku tu li pey filmên sêksî biçî?
Demê em ber bi filmên sêksî ve diçin, em êdî nizanin baş bifikirin ka em di çi rêyan de diçin. Demê em ji wan baz didin û em dizanin ku li gunehên me hatiye bihûrtin, lazime em li pişt xwe binêrin û bi hişiyarî lê binêrin ka li ku rêya me bi xeter bû.
- Eşkere ke
Ev gave a herî zehmet e yan hema ji kêmayî ew me pir nefsbiçûk dike. Hezên pornografî di tariyê de mezin dibin (Kolosî 1:13). Helbet ew tariye ne veşartiye ji Xudan, û eger em bi xwe neyînin ber ronahiyê, ewê her wê bîne ber ronahiyê(Îbranî 4:13). Îcar itîrafê bi kirina van gunehên pornografiyê bike ji Xwedê re û herwiha em itîraf bi kirina wan dikin ji hev re jî (Aqûb 5:16).
Em itîraf dikin bi kirina wan ji hev re ji kêmayî ji ber du sedeman. Yekem, em pêwîstî alîkariyê ne û Xwedê hinekên din dane me da ku ji me re dua bikin û alî me bikin. Dûyem, em dixwazin heta ji me bê, em xwe dûr bixin ji tarî û derew û hêcetan û zelalî rêyeke ji kirina vê yekê re. Em dikarin bi asanî bêjin ku gunehê me tiştek taybet e, ew li dij Xwedê ye û lazime bê teslîmkirin bi awayekî veşartî û taybet. Lê eger em bi asanî itîraf bikin ji Xwedê re lê red bikin ku em itîraf bikin ji hev re, şik heye li ser jidiliya itîrafkirina me. Ku em vekirî bin, rêyeke em dikarin pê xwe dûr bixin ji metirsiya ku em bên xirikandin bi hinek hêcetên nû.
Di sînorên Xwedê de hem azadî û hem rezîbûn jî heye: jiderveyî sînorên Wî hem benîtî û hem perîşanî jî heye. Herwiha jiderveyî sînorên Wî hezeke ji hebûneke bêtir re a ku qet nayê têrkirin heye (Efesî 4:19). Ne asane ku em bimînin di wan sînorên Xwedê ji me re danîn, lê tevî ku ew ne asane jî, ew bê guman her baş e!
Kes poşman nebûye li ser gotina NA ji ceribandinan re.
Têbîniya sernivîsaran: Ev nivîsname hatiye birin ji Kitêba Pîroz a duakirinê a zilaman ya ESV (Crossway,2015).
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin