Eger em hez nekin, emê nemînin
Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike (Romayî 12:21)
Gava Pawlos ev peyve nivîsîn ji endamên kenîseka biçûk re li Romayê, wî ne tenê hema hinek şîretên baş da wan. Wî ne tenê hema hewil dida ku wan ilham bike da ku berê xwe bidin ber bi kemaliyeka ne rast. Ev peyve hatin û cihê xwîn û hêsirên çeperên şerên rohî li ser wan bûn. Pawlos ji pîroziyên hêja yên vê kenîsê re got ka çewa bijîn li cîhaneka gunehkar. Ji ber eger kenîse xerabiyê bi qenciyê bindest nekin, ewê sax nemînin.
Ez vê dinivîsim û min derdê vê yekê bi xwe dîtiye. Li van salên dawiyê, min bi çavên xwe dît ku kenîsên, min jidil ji wan hez dikir, şikestin û ketin jî. Û li van kenîsên di bala min de, ev ketinên wiha ne ji ber gengeşeyên baweriyê yan bêexlaqiyên pûç bûn , lê ji ber acizkirinên di danûstandinan de bûn. Ên ku bi demekî dirêj hevalê hev bûn, piştî ku baweiya wan bi hev êdî nema, êdî nikarin bi hev re bin. Wek bara bêtir ji cudabûnan, ew pir tevlihev in. Hinek aliyan berpirsiyariyek bêtir hene ji aliyên din. Lê encama dilê mirov dişikîne ew e ku demê civakên perestinê ên dilê wan bi hev xweş vedireşin, carina avakirina ji paşmayiyên peywendiya wan a herifî pir zehmet e.
Û ya ku ez dibînim bi taybetî dilê mirov diêşîne ev gotina Îsa Mesîh e: ‘Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin.» ‘(Yûhenna 13:35). Ev cudabûnên wiha çi dibêjin li ser hezkirina Îsa Mesîh? Ew çi dibêjin li ser şagirtên wî?
Pêwîstiya çêbûna aloziyên wiha di peywendiyan de,nebû. Lê ew rastiyekî heqîqî didin xuya kirin: eger em ji hev hez nekin hetta hedekî ku em bikaribin bi qenciyê xerabiyê bindest bikin, emê bên bindest kirin ji aliyê xerabiyê ve. Şiretên Pawlos li Romayî 12 li ser çawahezkirina me ji hev re bi keremekê êrîşker pir giring in ji mayîna kenîsên me re. Eger em vê fêm nekin, emê nemînin wek şahidên hezkirina Xudan Îsa Mesîhê diniya bindest kirî.
Hêza Herî Xurt Li Diniyê
Em wek Mesîhî dizanin ku hezkirin padîşahê hestan e û xatûna qenciyan e. Ew bi xwe di yekîtiyekî de ye. Ji ber demê her hestekî û qenciyeka rastdar a din sîfeteka Xwedê ye, tenê yek ji wan du caran hatiye gotin ji aliyê Şandiyê hezkirinê ve ku ew bingeha gewhera Xwedayî ye: “Xwedê hezkirin e” (1 Yûhenna 4: 8, 16).
“Tiştek wek hezkirinê hêzên tariyê aciz nake û zordar nake û hilnaweşîne.”
Em ji Nivîsarên Pîroz hêza hezkirinê a wek wê tune dizanin. Tê de hemû beşên Şerîetê û Pêxemberan jî: ‘Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike… [Û]Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› (Metta 22:37-40). Û ev di dilê karê herî xurt di dîroka mirovan de bû : Mirina Îsa Mesîh li ser xaçê. Hezkirinê hişt ku Bav Kurê xwe yê yekta bide (Yûhenna 3: 16), û Hezkirinê hêla ku Kur jiyana xwe bide ji bo dostên xwe jiber rûmeta Bavê xwe (Yûhenna 15:13: 17:4).
Û em dizanin ku vî karê berz ê hezkirinê bêtir ji tenê berdêlkirina mirovên windabûyî kir. Herwiha karê herî xurt ê ku hatiye kirin di dîroka şerê rohî de ew bû. Ji ber bi rêya wê, Îsa Mesîh li hember vê diniya tije nefret, serket (Yûhenna 16: 33) û dest bi hilweşanda tam û dawî a Îblîs û padîşahiya wî kir (1 Yûhenna 3:8).
Ji ber vê yekê tiştek mîna Xwedê tune wek hezkirinê û tiştek din rûmet
û xweşiyê nade Xwedê wek hezkirinê. Tiştek di jiyana mirovan de wek hezkirinê bi exlaqê xwe ne xweşike û bi kûrahiya xwe ne bi armanc e. Tiştek din wek hezkirinê şahiyê nade mirovan. Û tiştek wek hezkirinê hêzên tariyê aciz nake û zordar nake û hilnaweşîne.
Em vê dizanin.
Lê wek Îsa Mesîh gotî; “ Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin.” (Yûhenna 13:17) zanîn bi tena xwe ne bes e. Ji ber pîroziya hezkirinê bi temamî di kirina hezkirinê de ye. Helbet, eger ya ku em dikin ne ji hezkirin be, em ne tiştek in û qet feyda me jî jê tune (1 Korîntî 13: 1-3) lê ev ne hemû ye: Em dikarin xerabiyeke pir mezin li kenîsên xwe bikin.
Hez bike bi keremekê Êrîşker
Pawlos ev xerabiye di destpêkê de dît. Ew pir xemgîn bû ji ber vê yekê. Û şîretên wî ji Kenîsa Romayê re hawar bûn- Hawarin, Ruhê Pîroz dixwaze em hest pê bikin ber bi kenîsên xwe ve demê em wan peyvan îro dixwînin. Ruh bi rêya Pawlos ji me dixwaze ku em ji hev hez bikin bi keremekê êrîşker.
Ez navê wê dikim “Kerema êrîşker” ji ber du sedeman. Yekem, em nehatine gazîkirin ku em ji hev hez bikin ji ber em hêjayî hezkirinê ne lê belê ji ber Îsa Mesîh ji me hez kiriye hezkirineka bi kerem û balkêş û ecêb (Yûhenna 15:12). Dûyem, ew êrîşker e ji ber ew hezkirineka serketiye û ezeziya xwe dikuje û xweragir e û bi balkêşî li pey mirovan diçe. Hezkirineka keremdar a wiha êrîşker ji diniyayeka din e û tameka ezmanan e li ser erdê.
Hezkirin çawa ye
Guhê xwe bide hinek awayên Pawlos bi wan hezkirin şirove kir, ew hezkirina em hatine gazîkirin ku em hest pê bikin û bidin hev jî.
‘Bila hezkirin bê durûtî be. Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin.’ (Romayî 12:9-10). Ew gelek wext nabe heta em bizanibin ka çi ji me tê xwestin da ku em wiha hez bikin. Em hemû di gelek tiştan de diterpelin (Aqûb 3:2). Û maneya vê yekê ew e ku em bi berdewamî hevdû aciz dikin. keremeka xweragir jê re divê heta ku em bi dilovanî û jidil ji hevdû hez bikin.
“Hezkirina keremdar a wiha êrîşker ji diniyayeka din e û tameke ezmanan e li ser erdê.”
‘Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin. ‘(Romayî 12:10). Binêre ev peyva êrîşker û hevrik a ku Pawlos hilbijartî : “Bigirin”. Bîne ber çavê xwe kulûra kenîseka tê naskirin bi nefsbiçûkiya saxlem a ku xelkê dihesibîne giringtir ji xwe û bi eşkereyî piştevanîkirina vê yekê dike û nexweşiyên guneh ên xwestina serketina ezez û pozbilindiyê yên ku me hemûyan ji wan heye dihêle di bin çavdêriyê de (Fîlipî 2:3). Ev tamkirineke ezmanan e. Lê ev cûreyê nefsbiçûkiyê tên pêşêxistin tenê bi rahênekî adetî û armancber û herwiha serhişk jî.
‘Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn. ‘ (Romayî 12:15). Ji ber bandora gunehên me ên di me de, em hemû dizanin ku çiqas zehemt e em bi rastî vê emrê bi cih bînin. Lê eger hezkirineka wiha bi rastî bandor li ser me heye, emê bizanibin çiqas pîroziyeke mezin e.
‘Li hember hev hemfikir bin. “xwe zana nebînin.” (Romayî 12:16). Her çiqas bêtir em vê bi cidiyet bibin, emê bêtir bi hişyarî guhê xwe bidin xelkê û bersiva wan bidin. Ev tenê wê nehêle ti nakokî di peywendiyên me de çêbin. Lê ez dizanim zehmet e ku em bimirin ji wê pêşbîniya xwekor ku em xwe aqilmend dibînin û em dibînin em ne pêwîstî şîretan in.
‘Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin. ‘ (Romayî 12:17). Pêşniyar e li vir ku emê hev bi gunehkarî birîndar bikin û em hemû dizanin ev xwegirtinek êrîşker jê re divê da ku em bi gunehkarî bersiva hev nedin. Peyva “hay ji” niyetkirina ku ji vê hezkirinê re divê zeft dike.
‘Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin. ‘ (Romayî 12:18). “heta ku” çiqas e? Dibe bersivdana vê yekê zehmet be. Lê eger emê li hember hev bîhnfireh bin û li hevdû bibihûrin ka çawa Îsa Mesîh li me bihûrtiye, (Kolosî 3:13), wê “heta ku”pir bêtir be ji wê ya ku em hêvî dikin, ewqas be.
Û, bê goman, Pawlos bêtir jî dibêje li Romayî 12. Lê ev ayetên me birin ji beşê 12 alî me dikin da ku em heta hedekî vê herzkirina bihayê wê mirina li ser xaçê bû, vê herzkirina keremdar û êrîşker bibînin, ewa ku em wek Mesîhî hatine gazîkirin jê re. Ev hezkirina Îsa Mesîh e, ew hezkirina merem jê ew e ku diniya pê, şagirtên wî nas bikin, ew hezkirina bi qenciyê, xerabiyê bindest dike.
Bi Qenciyê Xerabiyê Bindest Bike
Pawlos vî beşî bi dawî tîne bi vê handana min dest pê kir: ‘Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.’ (Romayî 12:21). Ev e gazîkirina herî mezin a her kenîsekê. Û bi rastî ew gazîkirineke zehmet e. Ji ber ‘ Rêya ku dibe jiyanê dijwar e. ‘ (Metta 7:14). Ew pêwîst dike ku her yek ji me xwe înkar bike û xaça xwe hilgire û li pey şopa Xudanê xwe yê ku pir ji me hez kir, here. (Metta 16:24: Yûhenna 15:12).
Metirsî pir mezin e. Ji ber eger em xerabiyê bi qenciyê bindest nekin, emê bên bindestkirin ji aliyê xerabiyê ve. Eger em ji hev hez nekin ka çewa Îsa Mesîh ji me hez kir, emê bi hev re nemînin. Hêzên ruhên pîs vê yekê dizanin û bi tîrên xwe yên agirî êrîşî me dikin bi awayekî stratêjîk. Û ji ber vê yekê sedema mirina gelek kenîsan nakokiyên navxweyî ne, ne tepeseriyên ji der ve ne. Ji ber vê yekê dibe ku kenîsên di demekî de xurt bûn, bikevin.
Ne pêwîst e ev çêbibe. Lê mayîna kenîsên me li ser hezkirina me ji hev re (em endamên kenîsan) bi keremekê êrîşker a ku ji Îsa Mesîh tê, dimîne. Em van tiştan dizanin. Lê zanîna wan ne bes e. Xwezî bi me eger em wan bikin.