Êdî Ne Ez Im Ya Ku Dayiktiyê Dike
Em wek dayik, rojên me tije tiştên hêvînekirî û qerebalix in.
Em gelek erk û daxwaziyan bi hev re rêve dibin, û em herdem hewl didin bizanibin ka karîseta bê çi ye berî ku çêbibe û herwiha em hewla neçêbûna wan karîseta jî dikin – ew ên di nav we de, ên ku qeyda seredanên hawarhatinê ji odên malê re li ba we hene, hûn baş dizanin merema min çi ye. Mexzenên me yên şexsî ên zanîn û bêhnfirehî û hêzê gelek caran zêdeyî taqeta me tên vekişandin. Daxwaziyên di bala me de qet xilas nabin. Li dawiya roja me, em dibînin ku em pir westiyayî û bê hêz in û em diçin radikevin û em dizanin wê sibe jî bi piraniya xwe wek îro be.
Di nava van rojên tije de, çêdibe asan be ji me re ku em berî her tiştî û bi piranî daxwaza alîkarî û hêviyê ji tiştên hatine afirandin bikin, ne ji Xwedê. Asan e ku em berê xwe bidin berdêlan da ku em aştî û rehetiyê bibînin di vê qerebalexê de. Çêdibe em xwe micûl bikin bi rehetiyên demkî bi riya temaşekirina torên mêdiyayê ên civakî û xwarina xwarineke ku em hez jê dikin û lêgerîna onlayin li çareseriyên pirsgirêkên xwe yan jî hema jimartina seetên rojê heta ku roja me bi dawî bê.
Dayika hêja a ku zehmetiyê dibîne, mexzenek dewlemend yê alîkarî û hêviyê ji me re heye û rayê wî ne di rehetî û xweşiyên demkî de ye. ew nayê dîtin di micûlkirinan de. Em dikarin bi rastî hêz û xweragirtin û şahiya xwe her roj bibînin di zanîna ku Mesîh kî ye ji me re û em kî ne di wî de.
Em Dayik Wek Şahjinan
Baweriya yekîtiya bi Mesîh re yek ji wan rastiyên esasiye ên ku em davêjin pişt guhê xwe yan jî hetta eger em wê bizanibin em her giringiya wê baş fêm nakin. Em dizanin ew rast e û em pêwîstî wê ne lê gelek ji me, eger em rastgo bin, em zehmetiyê dibînin di tamkirin û dîtina yekîtiya me bi Mesîh re.
“yekîtiya me bi Mesîh re ne tenê hestek e yan hînkirinek e ku em erê bikin: Ew rastiyek e. Em yên wî ne û ew yê me ye”
Demê Îsa Mesîh hat erdê, ew hat bi leşê mirovekî û li dinyaya me a ketî jiya. Dilê wî dimîne bi êş û qelsiyên me ve. Wî ew jiyana bêkêmayî ewa ku me nikarîbû em wê bijîn, jiya, û mir wê mirina em hêjayî wê bûn. Tevî ku diyariya baweriya me di şexsê Mesîh û karê wî kiriye de ye, em niha bi wî re yek in. Wek Şandî Pawlos nivîsiyî, ‘û êdî ez najîm, lê Mesîh di dilê min de dijî. Ew jiyana ku niha ez di bedenê de dijîm, ez bi baweriya bi Kurê Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir, dijîm. ‘ (Galatî 2:20). Xwedê li me dinêre û dibîne ku em bi Mesîh û rastdariya wî ve girêdayî ne. Her tişta Mesîh heyî û her tişta ku ew bi xwe ew e, niha ya me ye, herwekî em jî yên wî ne.
Di Karê Loser de “Derbarey Azadiya Mesîhî”, ew vê yekîtiyê wesif dike bi rêya nimoneya padîşahekî ê ku biryar dide bizewice leşfiroşekê.
Bi yekîtiya zewaca wan, leşfiroş dibe şahjin û hemû tiştên padîşah dibin yên wê jî.
Ew hema di carekê de dibe şahjin: kincên wê ên pîs tên guhertin bi robê şahjiniyê. Ne tenê wiha, lê padîşah hemû guneh û deynên wê li ser xwe hesab dike heçko ew yên wî bi xwe bûn. Wek Loser nivîsiyî:
Mesîh, Zilamê dewlemed û jixwedêtirs, leşfiroşeke jixwedênetirs û mihtac ji xwe re wek jin tîne, wê xelas dike ji hemû xirabiyên wê û hemû tiştên xwe ên baş dide wê. Êdî mostehîl e niha ku gunehên wê, wê hilweşînin, ji ber ew hatin danîn ser Mesîh û hatin daqurtandin bi wî. û ji ber wê di mêrê xwe Mesîh de rastdarî heye, ew dikare bêje ku ev rastdarî ya wê ye û ew dikare bi vê rastdariyê bi piştrastî bisekne li dij hemû gunehên xwe û li dij mirin û dozexê û bêje: “Eger min guneh kiribe, Mesîhê min ê ku baweriya min bi wî heye, guneh nekirine: her tiştên min yên wî ne û her tiştên wî yên min in.”
yekîtiya me bi Mesîh re ne tenê hestek e yan hînkirineke ku em erê bikin: Ew rastiyeke. Em bi rastî û bi kûrayî yek in bi xilaskarê xwe. Em yên wî ne û ew yê me ye. .
Dayiktiya bi serketina Mirovekî din
Rankin Wîlborn yekîtiya bi Mesîh re bi vî awayî şirove dike: “Gava em di Mesîh de bin, her beşek ji jiyana Mesîh giringiyek ji bo me heye, ne tenê mirina wî. Em beşdar dibin di jiyan û taeta wî de, di mirin û rabûna wî de, û di hilkişandina wî de jî! Em beşdar dibin di serketina mirovekî din de.” (Yekîtiya Bi Mesîh Re, 45).
“Mesîh ji bo te hemû tişte, hemû tiştê ku tu bi xwe nikare ew be ji xwe re. Ew jêder û çavkaniya hemû pêwîstiyên te ye.“
Di tevahiya nameyên xwe de, Pawlos vê peyvê bi kar tîne “di Mesîh de” da ku yekîtiya me wesif bike.“di Mesîh de” em hatine rastdarkirin û tebenîkirin û pîrozkirin û birûmetkirin (Korîntî I, 1:30, 2 Korîntî 5:17). Em rastiya vê yekîtiyê tam dikin û dibînin bi Ruhê Mesîh ê ku di nav me de dijî. Li wê êvara xiyanet li Mesîh hatî kirin wî soz da şagirtên xwe ku wê Ruh bê û di nav wan de bijî. Bi rastî, wî got ku baş bû ew wan bihêle niha da ku Ruh bikaribe bê (Yûhenna 16:7).
Ruhê Pîroz destber û soz û mor e ku em yên Mesîh in (Efesî 1: 13-14). Em hevpişkiya bi Xwedê re tam dikin û dibînin bi rêya Ruh. Ew alîkarê me ye. Ew me han dide û bala me dikişîne ser gunehên me û me hîn dike û mehdervaniyê dike ji bo me. Em niha dijîn û dayiktiyê dikin bi Ruh ne bi leş (Romayî 8:9).
Yekîtiya Di Jiyana Dayiktiyê De
Gelo ma çawa yekîtiya bi Mesîh re bi jiyana me wek dayik ve girêdayî ye? Gelo ew çawa girêdaye bi jiyana me a rojane ve û ew çawa hêviyê dide me wextê em hewl didin ku em ji zarokên xwe hez bikin?
Demê tu hefada bîstê a rojê ji zarokê xwe re diguherî û hest pê dikî ku te tiştek bi ser neêxistiye, tu dikarî bînî bîra xwe ku tu yekî bi Mesîh re. Eger tu ji dilê xwe dayiktiyê bikî heçko tu ji Xudan re bikî û tu bizanibî ku tê bergîdana xwe bistînî ji wî, dayiktiya te rûmetê dide wî (Kolosî 3: 23-24). Gava tu kedê bikî ji bo rûmet û pesindana Mesîh ne giring e çiqas karê te besît û dûbarekirî xuya bike. Ew ti caran naçe xusar. Bi rêya karê Mesîh ê bêkêmayî li ser xaçê ji dêla te, keda te pîroz bû di çavê Xwedê de. Ew hezkirin û çavdana te a rast û bi Ruh tije ji zarokên te re dibîne û ew wiha tê birûmetkirin (Korîntî I 10:31, 16:14).
Demê tu wek dayik hest pê bikî ku tu kêra tiştekî nayê ji ber zarokê te bayekî bêhntengiyê li wî daye li dikaneke fêkiyan û hemûyên li wir berê xwe bi te ve dikin û li te dinêrin, tu dikarî bînî bîra xwe ku ne kirinên zarokê te ne ên ku armanc û meremê didin jiyana te. Qîmet û hêjabûna te ne girêdayî ne bi ka çiqas baş tu dayiktiyê dikî yan çiqas zarokên te baş in.Qîmet û hêjabûna te bi rastî tên dîtin bi rêya baweriya ku Mesîh kî ye ji bo te û kî ye di te de (Galatî 2:20, Efesî 1:4-5).
Demê tu wek dayik gunehan dikî, demê tu bersiva zarokan bi bêhntengî didî, bila li bîra te be ku bi rêya yekîtiya bi Mesîh re, Xwedê mirina wî qebûl dike ji bo gunehên te. ‘Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike. ‘ (Yûhenna I, 1:9). Bi rêya yekîtiya te, te Ruhê wî yê ku di nav te de dijî û di te de kar dike jî heye ew Ruhê ku te paqij dike ji gunehên te û te diguhere sûretê Mesîh. Ewa wî dest pê kir di te de, ewê bi dawî bîne û te hazir bike ji roja Îsa Mesîh re (Fîlipî 1:6).
Demê tu hest pê bikî ku tu qelsî û bêhêviyî û kêmî, bila yekîtiya te bi Mesîh re li bîra te be, ewê ku di şexsê wî de hemû xezîneyên zanîn û şehrezayiyê veşartî ne.(Kolosî 2:3). Ew hêza te ye. Mesîh ji bo te hemû tişte, hemû tiştê ku tu bi xwe nikare ew be ji xwe re. Ew jêder û çavkaniya hemû pêwîstiyên te ye (2 Petrûs 1:3). Daxwaza alîkarî û hêviyê bi qîrîn ji wî bike. Li şehrezayiya wî bigere. Ew têra te dike.
Gava zarokên te mezin bibin û êdî gelekî hewcê te nebin û tu hest pê bikî ku tu bêfeydeyî, bila li bîra te be ku di Mesîh de tu hatî çêkirin ji bo karên qenc berî ku dem bi xwe dest pê bike (Efesî 2:10). Xwedê erkên giring û pêwîst hene ji te re di vî demê nû de. Çêdibe ew karên qenc bêtir ber bi zarokên te ve bûn ji bo demekî, bi taybetî wextê ew biçûk bûn lê wê Xwedê te bi kar bîne niha li cihekî din. Bi rêya yekîtiya te bi Mesîh re, ewê berên qenc di te de bide ji bo armancên wî yên qenc. (Yûhenna 15:5).
Dayikno, rojên me pir caran tije pirsgirêkên ku me vedikişênin û me diceribênin, lê em ne tenê ne. Em bi baweriyê bi Îsa Mesîh ve girêdayî ne. Bila ev yekîtî li bîra we be. Xwe bi wî ve bigirin û hêzê ji wî bibin û bi wî şa bin.
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin