Deh Sedem da ku tu Şa bibe bi Hilbijartina xwe a ji aliyê Xwedê ve
Petrûs ji “bijartiyên xerîb” re got – ji Mesîhiyê ji hev belavbûyî li Împratoriya Romanî re got- “Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.»” (1 Petrûs 2:9).
Merema wî ji van peyvan ew bû ku ev handanek mezin be ji kêmaniyeke biçûk a ku tengahî dikişand û di rewşeke pir zehmet de bû di nav (behreke/deryayeke) mezin ji nebawerî û dijminatiya zêde de. Dibe dijmin xuya bibin ku ew xurt û pir mezin û xeter û serdest in. Lê dîsa binêrin. Hûn bijartiyên Xwedê ne: “gelê Xwedê bi xwe ne”. Mesîhiyên hêja ên ku êş û azarê dibînin, wê Petrûs ji we re bêje, hûn hest pê dikin maneya vê yekê çi ye? Şa bin ku hûn bijartiyên Xwedê ne! Gelek sedem hene ji şabûna we re!
1. Baweriya te ne bingeha hilbijartina Xwedê ji te re ye, lê belê encama wê ye
Maneya vê ew e ku baweriya te ecêb e- ecêbtire ji her heft ecêbên dinê. Îsa Mesîh got, “Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin” (Yûhenna 15:16) û hilbijartineke kûrtir li vir hebû bêtir ji tenê hilbijartina her duwazdeh Şandiyan. Em vê yekê dizanin ji ber Cihûda yek ji duwazdehan bû, û ne “bijartî” bû. Îsa Mesîh got: «Ez ji bo we hemûyan nabêjim; ez dizanim min kî hilbijartine. Lê divê ew nivîsar bê cih: ‹Yê ku nanê min xwarPehniya xwe li hember min rakir.› (Yûhenna 13:18).
Eger tu hatî ba Îsa Mesîh, ecêb ew e ku tu her ji berê ve ê Bav bû, û Bav tu da Îsa Mesîh. Tu nehatibû hilbijartin ji ber tu hat ba wî: lê tu hat ba wî ji ber tu hatibû hilbijartin. Ev e ya Îsa Mesîh gotî: “Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min… Yên te bûn, te ew dan min û wan peyva te girt. ” (Yûhenna 6:37, 17:6).
Eger te bawerî bi Îsa Mesîh aniye, ecêb ew e ku tu ji destpêkê ve ji bo jiyana herheyî hatibû kifşkirin . Tu nehatibû kifşkirin ji ber te bawerî anî: lê te bawerî anî ji ber tu hatibû kifşkirin. Demê miletan bihîst ku Mizgînî ji wan re ye jî, “şa bûn û pesnê peyva Xudan dan û yên ku ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin, bawerî anîn. ” (Karên Şandiyan 13:48)
Şa be bi ecêba ku tu Mesîhiyî ji ber Xwedê tu hilbijartî da ku tu bibî Mesîhiyek. (Rehên te/rayên te), wek zarokekî Xwedê, di herheyiyê de ne- di hiş û dilê Xwedayê bê dawî de ne. Baweriya te û hemû berên wê, diyariya Xwedê a herheyî ne.
2. Jiber vê yekê bingeha hilbijartina Xwedê ji te re ne di te de ye, lê di keremê de ye.
Em wek mînak behsa îsraîl, miletê Xwedê di peymana kevin de bikin. Gelo çima Xwedê kerema xwe da îsraîlê bêtir ji miletên din ên erdê? Gelo ma bingeha binavkirina Xwedê ji wan re “hilbijartî”çi bû (Îşaya 45:4)? Ev bersiva Mûsa ye:
Hûn miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz in. Xwedayê we Xudan ji bo ku hûn bibin gelê wî bi xwe, hûn ji nav hemû gelên li ser rûyê erdê hilbijartin.7«Sedema Xudan ji we hez kir û hûn hilbijartin, ne ji ber ji gelên din zêdetirbûna we bû. Çimkî hûn ji hemû gelan kêmtir bûn. 8Lê Xudan bi rastî hez kir û bi sonda ku ji bav û kalên we re xwaribû ve girêdayî ma. Ji ber vê yekê wî bi destê xwe yê hêzdar hûn ji warê koletiyê, ji destê Firewnê Padîşahê Misrê deranîn. (Dûbarekirina Şerîetê 7: 6-8)
Ev pir ecêb e: “Xudan hezkirina xwe danî ser we û hûn hilbijartin…..ji ber Xudan ji we hez dike.” Ew ji we hez dike ji ber ew ji we hez dike! Ev e bingeha herî kûr û dawî ji hilbijartina Xwedê ji Îsraîlê re.
Pawlos li ser vê ecêbê nivîsiye. Çima Aqûb bavê miletê Îsraîlê bû û ew hatibû hilbijartin ne birayê wî ê cêwî Esaw? Pawlos bersiv dide û dibêje. “Hê ku zarok çênebûbûn û tiştekî qenc an xerab nekiribûn, ji wê re hat gotin ku: «Yê mezin wê ji yê biçûk re xulamtiyê bike.» Ev wisa çêbû, da ku mebesta bijartina Xwedê ne li gor kirinan, lê li gor gazîkirina wî be.” (Romayî 9::11-12).
Ev rêbaze îro jî didomîne. Pawlos dibêje, “Wisa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye.” (Romayî 11:5). Ev e halê her Mesîhiyekî rast jî. Li piişt baweriya me- li pişt hatina me li ba Îsa Mesîh- tenê kerem e. Bingeheke din tune ji bilî hezkirina Xwedê a bi temamî aqilmend û a li ser her têgehiştinê re. Ax ji pirbûna encamên vê rastiya li ser têgehiştinê re!
3. Çimkî bawerî û guhdariya me ji ber hilbijartina Xwedê ji me re ne, em dikarin bizanibin ku em hilbijartî ne.
Ew ecêb e ku hilbijartina Xwedê a herheyî û li ser her têgehiştinê re ka wê zarokên wî kî bin, tê zanîn ji aliyê wan ve ên ku wî ew hilbijartine. Pawlos got wî dizanî ku bawemendên Selanîkî hilbijartiyên Xwedê bûn. “Ya birayên ku hezkiriyên Xwedê ne, em dizanin ku wî hûn bijartin,” (1 Selanîkî 1: 4).
Ew çawa dikare vê yekê bizanibe? û ew jî çawa dikarin bizanibin? Pawlos şirove dike û dibêje “Em dizanin.. çimkî Mizgîniya me ne tenê bi peyvê, lê belê bi hêzê, bi Ruhê Pîroz û bi piştrastiyeke mezin gihîşt we. Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir.” (1 Selanîkî 1: 4-6).
Tenê çareseriya Xwedê a her û her ku ew miletê xwe ê hilbijartî xilas bike, dikare mocîzeya baweriya me şirove bike ku di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz em peyvê qebûl dikin. Ev karê Xwedê ye û Xwedê karê xilaskirinê ji hilbijartiyên xwe re dike. Eger ev bi te re çêbûye, ez dibêjim tu dizanî ku tu bijartiyî.
Bila ecêba vê yekê bê fêmkirin. Baweriya te şahidiyê ji ti xurtbûneke te a berê re nake. Ew şahidiyê dike ji hilbijaritna Xwedê ji te re. Ew ne şahidê tiştekî biçûke wek bixwestandina biriyaran. Ew şahidê heman hêzê ye a ku diniya çêkirî. Xwedê hilbijart ku te ji nav miriyan rake (Efesî 2:5).
4. Maneya hilbijartina Xwedê ji me re ew e ku ti ceza nikare li dawiyê li dij me bê hilgirtin
Ecêbên pir mezin ên hilbijartina Xwedê ji miletekî re, tê de ev rastiya li ser têgehiştinê re heye, ku Xwedê Kurê xwe şand dinê da ku deynên hilbijartiyên xwe jê bibe- da ku her sûcdarkirineke dijwar li dij wan hilweşîne û da ku cihekî rastdar bide wan li dîwana ezmanan.
‘Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be? Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me. Ma kî dikare bijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan rast derdixe Xwedê ye. Ma kî dikare sûcdar derxe? Mesîh Îsa yê ku mir û ji vê jî zêdetir ji nav miriyan rabû, li milê Xwedê yê rastê ye û mehdera me dike. ‘ (Romayî 8:31-34)
Sedema nehilgirtina ti cezayan li dij hilbijartiyên Xwedê ew e ku Xwedê “Kurê xwe ji bo me teslîm kir” û piştre piştrastiyek heye ku wê Xwedê “pê re her tiştî bide me.” Ecêb ne tenê ew e ku “sûcdarkirin tune” lê belê ecêb ew e jî ku plana vê yekê hatibû danîn di herheyiyê de da ku bi karîna wî bi her tiştî, ev plane serketî be. Ewî ev karê mezin nekir wek nêçîrvanekî ê ku tora xwe davêje da ku bibîne ka wê kî bikeve di tora wî de. Em nakevin tora xilasiya Xwedê de. Plana vê yekê hatibû dayîn û hatibû kirin bi nerîneke pir taybet li me, em ên bijartî. Ev ecêbeke divê em pê şa bibin..
5. Hilbijartina me ji aliyê Xwedê ve hatiye çêkirin da ku şêrîniya nefsbiçûkiyê ji bo me biparêze
Em her bêtir pê bifikirin ku em bijartî ne, wê her bêtir ecêba vê yekê mezintir bibe. Û Pawlos ji me re dibêje ku em bi vê yekê bifikirin. Sedema xwestina wî ku em pê bifikirin em bijartî ne (Gelo ma tu pê difikirî?- Bi şahî?) ew e ku ewê me nefsbiçûk bike. Ev e ew beşê Kitêba Pîroz ê ku behsa vê yekê dike. Ew dest pê dike ji me re dibêje ku em bi “gazîkirina” xwe bifikirin ji ber ev gazîkirine – ji mirinê ber bi jiyanê ve – ew rêye ye a ku em pê bi rastî niha hilbijartina wî a ku wî kirî di herheyiyê de tam dikin û dibînin. Piştre, ew sê caran behsa hilbijartina me dike.
‘Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin. Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin. Xwedê, ji bo ku tiştên ku hene betal bike, tiştên dinyayê yên bê rûmet û kêm tên dîtin, tiştên ku tunin jî, bijartin. Wisa ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede. ‘ (Korîntî I, 1:26-29)
Tu vê yekê dibînî? Xwedê azad e ku ew hilbijêre ka wê kî bibe Mesîhî. Û di azadiya xwe de, ew hemû pêşbîniyên vê dinê li ser ka kî “taybet e” ji nav dibe. Hema tenê demê em difikirin ku dibe me armanca hilbijartina wî zaniye , em dibînin ku ew bi temamî bi aliyekî din ve çûye. Pawlos mecalê nade me ku em bi xwe bêjin ka merema vê yekê çi ye. Ew bi xwe ji me re dibêje ku merem ev e: “Wisa ku ti kes li ber Xwedê pesnê xwe nede.”Hilbijartina Xwedê hatiye çêkirin da ku pesindana me ji nav bibe.
“Baweriya te bi Îsa Mesîh ecêbeke êcêbtire ji her heft ecêbên dinê.”
Her gropa yan her kesê pesnê dibe û dibêje ku tiştek di wî de heye û dibêje ku ji ber vê tiştê Xwedê ew hilbijartiye, vî kesî û vê gropê tam nekirine û nedîtine ku hilbijartin ji bo çi ye. Hilbijartin ji bo xwetunekirinê ye, ev e bingeha kerema Xwedê. Me tiştek nekiriye- me ji binî tiştek nekiriye- da ku em hêjayî hilbijartinê bin.
Şa be bi vê yekê. Te ti bar hilnegirtine da ku tu bigehî wê astê hêjatiyê ê ku hêlayî tu bê hilbijartin. Tiştek wiha qet tune ye.
6. Bûyîna nifşekî nû dawiya nijadperestiyê ye di nav Mesîhiyan de
Ew ecêbeke ku di hilbijartina Xwedê ji miletekî ji xwe re, wî bandorên xwemezinker ên hemû nifş û miletan hilweşand ‘Lê hûn «nifşekî bijartî,… miletekî pîroz in” (Petrûs I, 2:9). Nifşê bijartî ne sipî, ne jî reş yan Asiyewiye, ne jî ti cemawereke din taybet ê mirovan e.
Nifşê bijartî mirovin in ku ” ji nû ve zayandin. wî gihandin hêviyeke jîndar” (Petrûs I, 1: 3). DNA wan a nû a ku pê tên naskirin ji Ruhê Pîroz e. Nifş û milet giring in di jiyana me a kultorî a wekhev de. Lê ne ew in, ên ku yekîtiya me hem bi Xwedê re û hem bi hev re di Mesîh de çêdikin. Em afirîneke nû, û mirovatiyeke nû ne. Petrûs dibêje, nifşekî nû jî! “nifşekî bijartî.” Nifşekî ê ku hatiye birin ji hemû nifşan.
Xwedê bi azadî em hilbijartin- bêyî rêzeke taybet ji ti nifşan re- da ku em di vî nifşê nû de bin. Piştre wî Kurê xwe şand da ku me bikire ji hemû miletên dinê: “Çimkî tu hatî şerjêkirin Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî, Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn;” (Peyxam 5: 9). Bi vî awayî wî hemû nijadperestî hilweşand. Ji ber ew mirovan tîne ji her nijadî û her miletî da ku bi hev re bin di malbateke tenê a nû de bi Bavekî tenê ê rûmetdar re. Û wî ev kir di herheyiyê de demê wî hilbjart ku miletekî çêke ji her nijadî û wan bike nijadek tenê ê nû.
Şa be bi azdiya xwe ji nijadperestiyê û eger tu nikare, were hîn bibe ka tu kî yî. Bizanibe maneya wê çi ye ku tu “nifşekî bijartî” yî.
7. Maneya hilbijartina ji aliyê Xwedê ve, ew e ku tu hatî destnîşankirin ji bo pesindana her û her û a bi temamî têrker ji Xwedayê ku xweşikbûna wî bê dawî ye
Ecêb ew e ku armanca dawî a hilbijartinê, şahiya dawî a têrbûnê ye. Û ev ecêb e kûrtir dibe demê em dizanin ku em mirov hatibûn çêkirin da ku em têrbûna xwe a tam bibînin ne li pêşiya neyinikekê, lê li pêşiya Xwedê. Em hatibûn çêkirin da ku em bibin neynik, ne da ku em li neynikan binêrin. Neynikên bi çavan. Û şahiya dîtina vê xweşikbûna têrker, merem jê ew bû ku ew temamiya xwe bibîne bi dengvedana wê xweşikbûn ber bi Xwedê û mirovan ve di pesindanê.de.
Eve ya ku Pawlos jî dibêje di Efesî 1: 4-6 de. Xwedê “em bijartin” û “Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin.” Û ji ber çêdibe me hayî jê nebe di van ayetan de, ew dîsa dibêje li ayet 12, “…ji bo pesindana rûmeta wî .” û li ayet 14 dîsa dibêje, “…. ji rûmeta Xwedê re.” Em şahiya pirhezkirinê dibin. Û ew rûmeta bilindiyê dibe.
Şa be bi ecêba ku tu hatî hilbijartin di herheyiyê de ji pêşî ve, ji bo şahiya bê dawî a pesindanê di herheyiya bê de.
8. Maneya hilbijartina te ji aliyê Xwedê ve ew e ku wê Xwedê hemû riyên pêwîst bi kar bîne da ku te bîne vê rûmeta her û her.
Ecêba ku em hatine hilbijartin, di nav de ecêbeke din jî heye, ew jî ecêba ku Xwedê riyên bijartî hene da ku me bîne mal. Rûmet ne di cihe de çêdibe û ne jî ji ber xwe ve çêdibe.
Ez ji xwe hatime
Bi riya gelek metirsî û zehemtî û xefikan,
Ew kerema ku ez saxlem anîm heta vir
Û wê kerem berê min bide mal
Em ji jinûveçêbûnê naçin erda nû bêyî zehemetiyên her rêwiyek dibîne. Û eger Xwedê ji me re nebijartiba ku alîkariya me hatiba kirin ji aliyê gelek rêwiyên din ên wek me, me yê nikarîba em bidomînin. Ji ber vê yekê Pawlos dibêje, “Loma ez ji bo xatirê bijartiyan her tiştî radigirim, da ku ew bi rûmeta herheyî bikevin wê xilasiya ku bi Mesîh Îsa ye. ” (2 Tîmotêyos 2: 10).
Pawlos bi xwe riyek bijartî a Xwêdê bû ji bo xilaskirna bijartiyan. Tu jî wek wî yî. Tu yek tenê yê. Û tu pêwîstî hinekên dinî. Ji bijartiyên Xwedê re, rê pêwîst in û helbet hene. Ji ber Xwedê çawa tu bi piştrastî hilbijartî, wiha wî ew jî hilbijartine.
Şa be bi vê ecêba ku divê tu şer bike di riya xwe de a ber bi ezmanan ve û wê Xwedê bibîne ku tu bi ser ketî.
9. Maneya hilbijartina te ji aliyê Xwedê ve ew e ku Xwedê dîrokê ji dêla te çêdike
Dibe ku ecêb zêdeyî têgehiştina me be, lê ev e: ” Eger ew roj nehatana kurtkirin, tu kes xilas nedibû, lê ji bo xatirê yên bijartî ew roj wê bên kurtkirin.” (Metta 24:22).
Dîrok bi xwe wê bê agadarîkirin ji bo xatirê bijartiyan. Diniya nebawermendên ku Xwedê û Kurê wî red kirine, qet nizanin çawa diniya rêve diçe. Ew nizanin giringiya rast çi ye. Ewê rojekê çavtirsiyayî bimînin û bizanibin ku Mesîhî, ew ên ku wan red kiribûn yan piştguhêxistbûn, navenda dîrokê bûn.
10. Li dawiyê, maneya hilbijartina ji aliyê Xwedê ve ew e ku Ewê me bicivîne demê ew vegere û ewê dadperweriyê bide me.
Ecêba rastbûnê wê bê. Çêdibe di vê jiyanê de ewa li Îsa Mesîh hatî kirin-Ew kevirê ku avakaran red kir lê di çavê Xwedê de ew kevirê “bijare û hêja” bû (1Petrûs 2: 4,6 )- li bijartiyan jî bê kirin.Û ew kevirê han bû kevirê serê rikin ê padîşahiya Xwedê (1 Petrûs 2: 6-8). Ew rabû ji nav miriyan, rastbûnek bi rûmet hebû.
“Em hatibûn çêkirin da ku em têrbûna xwe a tam bibînin ne li pêşiya neyinikekê, lê li pêşiya Xwedê.”
Wê wiha çêbibe bi hemû bijartiyên Xwedê re jî. “Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.” (Meta 24:31). Li dawî, wê ev çêbibe: “Ma Xwedê heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nade wan? Ma wê wan li hêviyê bihêle?” (Lûqa 18:7). Belê, wê Xwedê wiha bike. Û hemû tiştên veşartî wê eşkere bibin li ber ronahiyê.
Şa be bi vê sozê. Dibe ku tu hest pê bike ku tu niha kevirek redkiriyî. Lê gava ew bê, ewê te bike stûn li perestgeha Xwedê (Peyxam 3:12). Ewê li ser her dijminekî canê we bikeve û hûnê bi wî re hukm bikin- hûn, bijartiyên wî. ” Çimkî ew Xudanê xudanan û Padîşahê padîşahan e; û yên ku bi wî re bi ser ketine, yên gazîkirî, hilbijartî û dilsoz in.» ” (Peyxam 17:14).
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin