Ragehandina Dilsozî a baweriyê
- Xwedê
Xwedayek tenê rast heye ê ku her û her di sê kesên ciyawaz de ye lê ew her sê di heman demê de wek hev in, Bav û Kur û Ruhê Pîroz. Xwedê kamil e û qet naguhere di pîrozî û dadperwerî û aqilmendî û hezkirina xwe de. Ew afirîndar û xilaskar û dadperwerê karîndar e ê ku serweriyê li hemû tiştan dike û wan digire li gor heza xwe a serwer ji bo rûmeta xwe. Ew hêjayî her qedr û qîmet û piştrastî û hezkirinê ye.
(Zebûr 83:18; Romayî 1:20; Peyxam. 4:11; Marqos. 12:30; Lûqa. 24:39; Yûhenna 4:24; Derketin 15:11, Dubarekirina Şerîetê 6:4; Marqos. 1:9-11; Metta. 28:19; Yûhenna 10:30; Karên Şandiyan 5:3-4; Efesî 2:18; Peyxam 1:4-5)
- Kitêba Pîroz
Xwedê xwe daye eşkerekirin di Kitêba Pîroz de, ew Kitêba ku tenê pêk tê ji Peymana Kevin û Peymana Nû. Her peyvek wehî pê hatibû ji aliyê Xwedê ve bi rêya nivîskarên mirovî de, da ku Kitêba Pîroz wek ku bi xwe hatî dayîn Peyva Xwedê, a bê xeletî be û bi temamî mirov bikaribe pişta xwe pê germ bike di rastî û baweriyê de. Xwedê herdem peyva xwe parastiye û wê her wê biparêze ji guhertin û jirêderxistinê de. Tenê Kitêba Pîroz dipeyive bi desthilatiyeke tam û ew herdem kêra hemû mijarên bawerî û jiyanê tê.
(2 Tîmotêyos. 3:16-17; 2 Petrûs. 1:21; Şîretên Silêman. 30:5-6; Romayî. 2:12; 1 Yûhenna 4:1)
- Mirov
Xwedê mirov nêr û mê di sûretê xwe de çêkirin. Ji ber vê yekê diyariya cinsê beşeke ji qenciya afirandina Xwedê. Hemû zilam û jinên ku hatine afirandin di sûretê xwedê de hêjabûnek û bilindiyek bingehîn û wekhev hene. Armanca wan a herî mezin ew e ku bi ya Xwedê bikin û biperizin wî û ji wî hez bikin. Wek encam ji ketina dêûbavên me ên ewil re, her mijarek ji sirûştê mirovan ji rê derketiye û hemû mirov bê jiyana rohî ne û gunehkarên sûcdarin û dijminên Xwedê ne. Ji ber vê yekê her mirovek di bin sûcdarderkertina Xwedê a dadperwer de ye û pêwîst e ku ji nû ve çêbibe û li gunehên wî bê bihûrtin û li Xwedê bê da ku wî nas bike û wî rezî bike.
(Destpêk. 1:26-30; Destpêk. 3:6-24; Zebûr 51:5; Îşaya. 6:5; Yûhenna 6:44; Romayî. 5:12; Romayî. 1:19-32; Romayî 3:19,23; Aqûb. 2:10; 1 Korîntî 15:21-22; Efesî 2:1-3)
- Xudan Îsa Mesîh
Xudan Îsa Mesîh bi temamî Xwedê ye û bi temamî mirov e. Ew wek morov çêbû bi rêya Ruhê Pîroz, û ew bû ji pakîzeyekê û jiyaneke bê guneh bi taeta ji Bav re jiya. Wî bi desthilatî hîn kir û hemû peyvên wî rast in. Ew li ser xaçê mir di cihê gunehkaran de û cezaya Xwedê a li ser wan ji ber gunehê wan, li ser xwe bir û ew fîda kirin bi rêya xwîna xwe. Ew rabû ji nav miriyan û bi leşê xwe ê rabûyî hilkişiya ezmên û li wir ew hatiye bilindkirin wek Xudanê hemûyan. Ew mehderê dike ji xelkê xwe re di hizûra Bav de.
(Efesî. 2:5; Yûhenna 3:16; Fîlipî. 2:6-7; 2 Korîntî. 5:21; Îşaya. 53:4-5; Galatî. 4:4-7; Romayî 8:34)
- Xilasî
Xilasî bi temamî karekî kerema Xwedê û mirov ne hêjayî wê ye û ne jî dikare bi dest xwe ve bîne. Ew hatiye temam kirin ji aliyê Xudan Îsa Mesîh ve û ew tê pêşkêşkirin ji her kesî re di Mizgîniyê de.Xilasî bi ramana xwe a berfireh, tê de jinûveçêbûn û bawerî û tobekirin û rastdarderxistin û pîrozkirin û birûmetkirin heye. Xilasî bêyî baweriya şexsî bi Îsa Mesîh wek Xudan tune.
A. Jinûveçêbûn : Da ku gunehkar xilas bibin, divê ji nû ve çêbibin. jinûveçêbûn ew e ku Xwedê kesayetiyekê pîroz dide hiş. Û herwiha bandorek bi awayekî zêdeyî têgehiştinê ser hiş tê kirin bi rêya Ruhê Pîroz. Ev girêdaye bi rastiya Xwedayî da ku taeta me a xwebexş ji incîlê re biparêze. Delîlê wê ê rast xuya dibe di berhemên pîroz ê tobekirin û bawerî û nûjiyan û karên rastdariyê de.
(Yûhenna 3:3; 3:6-7; Hiziqiyal. 36:26; Yûhenna 1:13; Efesî. 4:20-24; Galatî. 5:16-23; Metta. 7:20; Efesî. 2:10)
B. Tobekirin û bawerî: Tobekirin û bawerî erkin pîroz in tên anîn di canên me de bi rêya Ruhê Pîroz di jinûveçêbûnê de. Ji ber em bi kûrayî qane ne bi sûc û metirsî û hejartiya xwe û herwiha ji ber em qane ne bi rêya xilasiya bi Mesîh, em xwe dûr dikin ji gunehan û berê xwe didin Xwedê bi poşmanî û itîrafeke rast û herwiha bi daxwazeke nefsbiçûk ji dilovaniyê re. Di heman demê de em di dilê xwe de Îsa Mesîh wek pêxember û kahîn û padîşahê xwe werdigrin û em pişta xwe bi wî tenê germ dikin wek Xilaskarê xwe ê tenê yê (têrker/ têra me dike).
(Karên Şandiyan 11:18; Efesî. 2:8; Karên Şandiyan 2:37-38; Zebûr. 51; Romayî. 10:12-13; Îbranî. 4:14)
C. Rastderxistin: Rastderxistin ew pîroziye ye ewa ku di wê de ew ên ku bawerî bi Mesîh anîn tên ragehandin rastdar. Tê de lêbihûrtina gunehan û soza jiyana herheyî li ser bingeha rastdariya Mesîh hene. Ew bêberamber tê dayîn ji aliyê Xwedê ve, ne ji ber ti karên qenc ên rastdariyê ên ku me kirine lê tenê bi rêya baweriya bi karê Mesîh ji me re tê dayîn. Ev me tîne cihê aştî û rezîbûnê bi Xwedê re û her pîroziyeke din a pêwîst ji me re niha û her û her diparêze.
(Yûhenna 1:16; Romayî. 5:9; Metta. 9:6; Romayî. 5:21; Romayî. 3:24-26; 2 Korîntî. 5:21; 1 Tîmotêyos. 4:8)
D. Pîrozîkirin: Pîrozîkirin ew prose ye a ku dest pê dike di jinûveçêbûnê de, û bi wê bawermed tê cudakirin ji bo armancên Xwedê û herwiha tê bihêzkirin da ku pêş bikeve ber bi pêgehiştina rohî û exlaqî bi rêya hizûr û hêza Ruhê Pîroz a ku di wî de dijî. Pêgehiştina di keremê de lazime berdewam bibe di jiyana mirovê jinûveçêbûyî de. Ruh kar dike bi rêya bikaranîna berdewam ji perwerdekirinên rohî re, ew jî xwendin û bihîstina Peyva Xwedê û hevpişkiya Mesîhî û xwefehskirin û duakirin di nav de hene.
(1 Selanîkî. 4:3; 5:23; Filîpî. 2:12-13; Efesî. 6:18; 2 Korîntî. 13:5; Îbranî. 10:24-25; Îbranî 12:14)
E. Birûmetkirin: Birûmetkirin ewca xilasiyê ye û rewşa xwecih û dawiye ji mirovê hatî fîdakirine re
(Kolosî 3:4; 1 Korîntî 15:51-57; 1 Petrûs 1:2-23; Peyxam 21:1-22:5)
- Ruhê Pîroz:
Ruhê Pîroz hatiye şandin ji ezmanan ve da ku Mesîh birûmet bike û da ku karê wî yê xilaskirinê tetbîq bike. Ew (Ruhê Pîroz) bala gunehkaran dikişîne û jiyana rohî dide wan û herwiha fêmkirineke rast ji Peyva Xwedê re dide wan. Ew di hemû bawermendan de ye û piştrastiya xilasiyê dide wan û ew dihêle ew bêtir û bêtir wek Mesîh lê bên. Ew kenîsê ava dike û endamên wê bihêz dike ji bo perestin û xizmet û mizgînderiyê.
(Yûhenna 16:7-11, 3:5-8; 1 Korîntî . 12:7-11,13; Yûhenna14:16-17; Efesî 1:13-14; Efesî . 4:30, 5:18; Karên Şandiyan 1:8)
- Kerema Serwer
Hilbijartin armanca Xwedê a herheyî ye a ku wî bi kerema xwe çêkiribû berî afirandinê da ku ew hinek kesan hilbijêre da ku bên jinûveçêbûn û bên xilaskirin ne ji ber hêjabûneke ku wî berê di wan de dîtibû, lê tenê ji ber kêfxweşiya wî a qenc û serwer. Ev bi temamî ragirtiye bi heza mirov a azad re, û ev berçavkirineke birûmet e ji qenciya serwer a Xwedê, ku ew bi awayekî bêdawî azad û aqilmend û pîroz e û herwiha qet naguhere jî. Ev yeke xwemezinkirnê dûr dixe ji em û nefsbiçûkiyê berz dike di me de. Ew e bingeha piştrastiya Mesîhî.
(2 Tîmotêyos. 1:8-9; Yûhenna 6:44-45,65; Romayî 9:10-16; 2 Selanîkî. 2:13-14; Karên Şandiyan 13:48; Efesî.1:3-12; Efesî.2:8-9; Romayî.8:28-30)
- Xweragiritna pîroziyan
Hemû bawermendên rast xwe digirin heta dawiyê. Girêdana wan a xweragir bi Mesîh ve nîşana herî mezin e a ku wan ciyawaz dike ji wan ên ku derewan dikin û dibêjin ku baweriya wan bi Mesîh tê. Erê rast e Mesîhî dikevin gunehan de û ev Ruh xemgîn dike û kerem û handanên wan lawaz dike û lomê tîne ser Kenîsê û bi kirina vê yekê Mesîhî dîwankirinên demkî tînin ser xwe, lê ew her tên nûkirin ber bi tobekirinê ve û her tên parastin ji bo xilasiyê bi hêza Xwedê bi rêya baweriyê.
(Yûhenna 10:27-29; 1 Yûhenna 3:9; 5:18; 1 Yûhenna 2:19; Metta. 13:20-21; Filîpî. 1:6; Îbranî. 13:5; Cihûda.24-25)
- Kenîse
Kenîsa cîhanî ew bedene ye ewa ku Mesîh serê wê ye û ewa ku hemûyên xilasbûyî yên wê ne. Ew tê eşkerekirin di kenîsên navxweyî de, kenîsên navxweyî bi xwe jî civatên bawermendên îmadkirî ne ên ku peymanek bi hev re hene bi bawerî û hevpişkiyê ji bo perestina Xwedê û bidanbihîstina peyva Xwedê û kirina îmadkirinê û vexwarina şîva Xudan û kirina dilsoz a perwerdekirinê ji endamên xwe re û Mizgînîderî jî. Serweriya kenîsên navxweyî tê kirin ji aliyê peyva Xwedê ve a ku wan hîn dike ku serwerên wan rihspî (keşe) û şemas in. Di xizmeta Kenîsê de, hem zilam û hem jin jî tên handan ku xizmeta Mesîh bikin û herwiha tên handan ku bên pêşêxistin ber bi şiyana xwe a (tam/kamil) de di xizmetên cûrecûr ên miletê Xwedê.de. lê belê tenê zilam dikarinn bibin rihspî li gor taybetmendiyên Kitêba Pîroz. Yekîtiya bedena Mesîh tê diyar kirin hem di nav kenîsan de û di navbera kenîsan de jî bi rêya hezkirin û guhdarî û handana dualî. Hevpişkiya rast di navbera Kenîsan de tenê (heye/çêdibe) demê ew dilsoz bin ji Mizgîniyê re.
(Yûhenna 14:15; Metta16:15-19; 18:15-20; 1 Korîntî 5:12-13; Karên Şandiyan 2:41-42,47; Karên Şandiyan 14:23; 1 Korîntî 1:2; Romayî 16:5; Filîpî 1:1; Karên Şandiyan 6:1-4; Efesî 4:11-13; 1 Tîmotêyos 2:9-14; 1 Tîmotêyos . 3; Tîtos 1; Romayî 16:1; Metta. 28:18-20)
- Îmadkirin û şîva Xudan
Îmadkirin û şîva Xudan hatine dayîn ji aliyê Mesîh ve ji bo kenîsan wek nîşanên berçav ji Mizgîniyê re. Îmadkirin noqînkirina mirovê bawermend e di nav avê de wek nîşanek ji yekîtiya wî bi Mesîh re û tevilbûna wî akenîsê lê ew jiyaneke rohî nade. Îmadkirin mercek serekiye ji taybetiyên endamtiya kenîsê û şîva Xudan re.
şîva Xudan bîranîna qurbaniya Mesîh e a ku hatî pêşkêşkirin carekê ji bo (hemûyan/her kesî) û ev bîranîne tê kirin bi xwarina nên û vexwarina ji kasê. Ew baweriya Mesîhiyan erê dike û herwiha ew peywendiyek û sozek û nûkirinek e ji hevpişkiya Mesîhiyan bi Wî re û bi hev re jî wek kenîse.
(Metta. 28:19; Karên Şandiyan 8:12; Romayî . 6:4; 1 Korîntî. 11:23-26; Lûqa. 22:14-20)
- Pêşeroj
Wê Xudan Îsa Mesîh bi rûmet vegere. Ewê miriyan rake û dîwana cîhanê bike bi rastdarî. Wê xirab bên şandin ber bi dîwankirina herheyî û wê pêşwaziya rastdaran bê kirin di jiyaneke şahiya herheyî bi hevpişkiya bi Xwedê re. Wê Xwedê her tiştî nû bike û her û her birûmet bibe.
(Karên Şandiyan 1:11; Peyxam. 1:7; Lûqa 14:14; Yûhenna 5:28-29; Metta. 25:35-41; Peyxam. 21:9-27; 22)