Çima Tevilî Kenîsekê Bibî?
Yek ji tiştên herî cuda tu dikarî bikî ew e ku tu bibî endamekî çalak ê kenîseke navxweyî a dilsoz.
Di serdemê me ê ne berpirs û ne derbest de, ne Mesîhî û ne ne Mesîhî jî bi xwe mereq dikin ku cihekî bibînin ji bo danîna rehên xwestina başiyê ji xelkê re û danîna derbestên bi armanc ber bi xelkê ve û pêkanîna wan derbestan bi domdirêjî. Em dixwazin deriyên xwe vekirî bihêlin û li ser hemûyê re, em dixwazin azadiya xwe a hilbijartinê biparêzin. Em vê dixwazin pitir ji çêkirina peymanekî domdirêj û hembêzkirina awayê jiyaneke rast bi hemû xweşî û nexweşiyên wê re.
Lê wê çi bibe eger tu li dij baweriya giştî bisekinî û tu bibî beşek ji çareseriya vê aloziya modêrn a nederbestiye? Gelo wê çi bibe eger tu tevilî serhildanê bibî û soz bidî ku tu dilsoz bî û girêdayî bî bi kenîseke navxweyî a ku parastina Mizgîniyê dike û baweriyê bi Kitêba Pîroz tîne?
Gelo Kitêba Pîroz behsa endamtiyê dike?
Ez dibêjim bara pitir ji me birûyên xwe bilind kirine di demekê de [ecêbmayî mane] derbarey fikreya endamtiya kenîsê. “Endamtî”- em li ku dera Peymana Nû de dibînin? Ma bi rastî tevilbûna kenîsekê tiştekî serekiye? Gelo ma ez nikarim weku kesekî Mesîhî hemû tiştên ez pêwîstî wan im bi dest xwe ve bînim, hema tenê bi rêya çûna min a kenîsê a berdewan?
Ew rast e ku Peymana Nû delîlekî zelal nade me ji fêmkirina me a modêrn ji endamtiyê re. Lê belavbûna Mizgîniyê a ewil di nav pûtperestan de, li dinyaya berî Mesîhiyetê, rewşeke cuda bû ji ya ku em dibînin îro di civaka me a bi demekê dirêj piştî Mesîhiyetê ye. Aloziyên jiyanê du hezar salan piştî Mesîhiyetê dihêlin ku tevilibûna kenîsê zehmet be û giring be ka çewa hertim wiha zehmet û giring bû. Ne tenê em kêmtir mereqa derbestiyên qayîm dikin, lê bajar û bajarokên me pir mezintir in û pirtir curên kenîsan hene.
Lê tu navê wê bikî “endamtî” yan “hevpişkî” yan tiştekî din, Peymana Nû hinek awayên tevilbûneke wiha berpirs û derbest pêşqebûl dike wek rastiyekî ji her dûçûyekî rast ê Îsa Mesîh re. Her Mesîhiyekî cihekî destnîşankirî ê tevilbûneke navxweyî heye. Ku tu bêye imadkirin ew e ku tu bibe endamê bedeneke navxweyî a taybet.
“Di Peymana Nû de,” Can Payper dibêje “ku tu bê derxistin ji kenîsa navxweyî ew e ku tu bê derxistin ji Mesîh. ”
Şeş sedemên danîna rehan
Li vir şeş sedem hene ji nav gelek sedeman ku em li dij nederbestiyên giştî bisekinin û rehan deynin û tevilî kenîseke navxweyî a taybet bibin û heta ji destê me bê, em beşdar bin di jiyana kenîsê de.
Piştrastiya te bi xwe
Qebûlkirina te di endamtiya kenîsekê de, kenîseke serweriya wê tê kirin bi awayekî berpirs û baweriya xwe bi Kitêba Pîroz tîne, piştrastiyê dide te bi şêweyekî rast û dihêle tu piştrast be ku baweriya te rast e û ne dînê te ê destçêkirî û şexsiye, lê beşeke ji “baweriya ku yekcar li pîrozan hatiye spartin”(Cihûda 3)
Îsa Mesîh “mifta Padîşahiya ezmanan” dide kenîsê û li gor Metta 16:19 “’tu her çi li ser erdê girêdî, ewê li ezmanan jî bê girêdan û tu her çi li ser erdê vekî, ewê li ezmanan jî bê vekirin.» ‘. Ew ne tiştekî piçûk e ku kenîseke navxweyî a qayîm [bingeha wê qayîm] gotina te ku te bawerî bi Mesîh heye, erê bike û şêweyê jiyana te û karên te li dij gotina te nebîne û te qebûl bike ji bo endamtiyê.
Keremek pitir heye ku em piştrastiya xwe tam bikin û bibînin di vê yekê de [di endamtiya kenîsê de] pitir ji ku gelek ji me bi xwe dizanin.
Başiya xelkê
Ez dibêjim ev sedemê ji bo tevilibûna kenîsê bara pitir tê piştguhêxistin. Di meylên me de, ber bi balaxwedana xwe tenê [û balaxwenedana kesekî din] , em difikirin ku ev sedeme yekser bi me ve girêdayî ne, lê em pişt guhê xwe davêjin ka çewa endamtî girêdaye bi xelkê ve jî.
Tevilibûna me bingehekî ava dike, ji wê em dikarin bi ewlemendî xema xelkê jî bixwin.
Du aliyên endamtiya kenîsê hene û em nikarin bihêlin ku xelk berpirs bin ber bi peymanekê ve ji bo başiya wan, peymaneke me bi xwe jî li ser xwe nebiriye.
Hezkirina rast ne tenê xuya dibe di hest û karan de, lê di dilsoziyê de jî. Em bi temamî ji bira û xuhên xwe ên di Mesîh de hez nakin eger em sozeke dilsoziyê nedin wan bi rêya çêkirina peymanekî bi wan re di jiyana kenîsa navxweyî de. Hezkirin nabêje, “Ez ji van kesan hez dikim lê ne hewce ye ez peymanekî bi wan re çêkim”
Lê hezkirin dibêje, “Ez têr ji van kesan hez dikim ku ez peymanekî bi wan re çêkim”
Jînkirina jiyana Mesîhî di civakê de pitir e ji komeleyên sist , lê ew derbestkirneke ber bi hev ve ku em bi hev re bin demê jiyana zehmet be, di nexweşî û xemgîniyê de.
Başiya te bi xwe
Li aliyê din, ew ji te re baş e ku hinekên din derbest bin ku bi rastî xema te bixwin di Mesîh de. Û yên ku herî baş e ew xema te bixwin, ew in ên ku dikarin derbest bin.
Herwiha, tevilibûna kenîsê bi fermî te dide naskirin wek beşekî ji “kerî” ê ku lazim e şivan û rihsipî “şivantiya wî bikin” (1 Petrûs 5:2) û “hayê jê hebin” (Karên Şandiyan 20:28). Ew ji bo başiya te ye ku bi merem xema te bê xwarin û çavdêriya te bê kirin ji aliyê serweriya [serwerên] kenîsê ve.
Başiya serwerên te
Her pê ve girêdayî, piştre, zelaliya ku endamtiya te tîne ji serweriya kenîsê re ku ew dizanin kî di “para” wan de ye, û kî “di bin hukumdariya wan de ye” (Petrûs I, 5:3), û kî bi taybetî, ew hatine gazîkirin, ku xizmet û şivantiya wan bikin.
Bi gotiineka din, tevilibûna kenîsê bi fermî alî şivan û rihsipiyan dike ku karê xwe bikin. Ewê
çewa şivantiya kerî bikin eger ew nizanibin kî di nav kerî de ye û kî ne di nav kerî de ye?
Ew zehemt e, eger bi xwe ne mistehîl be, ku tu rêz û siyaneta serwerên xwe bikî (Selanîkî I, 5:12-13) û qedrê wan bigrî (Selanîkî I, 5: 17) û bi ya wan bikî û guh bidî wan (Îbranî 13:17) bêyî ku tu xwe li wan bidî naskirin û guhdana şêwazê endamtiyê bikî; Ev dihêle ew baş bizanibin û baş çavdêriya wan bikin, ew ên di bin hukmdariya wan de ne.
Başiya ne bawermendan
Sedemekî din ê baş ji tevilibûna kenîsê re başiya wan ên ku hê ne di kenîsê de ne- û heta başiya wan ên ku hê Mesîh nas nakin jî.
Jiber em baştir Mizgîniyê bilav dikin û baştir Mesîh didin xuya kirin demê em beşek bin ji civakeke derbest a xwecih.
‘Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin.» ‘ (Yûhenna 13:35).
Mesîhiyê serbixwe şahidiya herî baş ji Mesîh re nake. Lê belê ew kesê bingehek heye û malek heye û beşeke ji civakekî peymanî û qayîm a piştgiriyê, ev kes e baş hazir e ku xelkê bikişîne padîşahiyê.
Civak pir giring e di şahidiyê de îro. Weku Mesîhiyên ku bi rastî dilsoz in ku guhê xwe bidin dengê Mesîh, em xwe dibînin pitir û pitir di xizmeta civakê de, em pêwîstî bawermendên din in em îşare li wan bikin, ku ne tenê em xuya dikin xerîb di nerînên xwe de, hem di dîrokê de û hem di roja îro de jî. Û herwiha civak hemû bi hev re baştir xizmet dike di eşkerekirina Mesîh de, baştir ji mirovê bi tena xwe.
Ev baş çênabe di komeleyên ne derbes de, ên ku mirov nikare pişta xwe bi wan germ bike, lê baş çêdibe di peywendiyên jiyana bi hev re û domdirêj û derbest û kûr de, ên ku hatine binavkirin di dîrokê de “kenîsa navxweyî” a ku hatiye avakirin û rakirin di aqilmedî û hêza Îsa Mesîh bi xwe de.
Ragirtina te bi xwe
Li dawiyê, peymana bi hinekên din re niha, ev peymana ku nahêle ku tu averê bibe ji Mizgîniyê, bêyî ku xurtî li te bê kirin ji bo vegerandina te, çêdibe rojekî diyar be ku ew giranbiha bû ji bo ragirtina te di baweriyê de- û di herheyiya te bi Mesîh re. Ew, piştî her tiştî, wek Îsa Mesîh gotî ‘ yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe. ‘ (Metta 24:13)
Di peymana kenîseke baş de, em nîrê berpirsiyariyê datînin û em li ser hişê xwe, jiber belkî rojekî guneh dewseke xwe bibîne di dilê me de û me kor bike ji dîtina rastiyê. Perwerdeya kenîsê zehmet e lê pir baş e. Armanc herdem vegerandin e û Xwedê pir caran dilxweş bû ku vê rêya zehmet bi kar bîne da ku kerema xwe a balkêş ser me de birjîne.
‘Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne, bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.’ (Aqûb 5:19-20)