Hêjayî Perestina Malbatî Ye
Piştî dora 50 salên min di xizmetê de, a ku di nav de bidanbîhstina Mizgîniyê li 47 wîlayetan bû, ez dibînim ku kêm malên Mesîhî perestineke malbatî a berdewan dikin. Ez diwêrim bêjim ku di piraniya kenîsên me ên baş de jî, piraniya zilamên me yên baş rêberiya jinên xwe nakin- û rêberiya zarokên xwe jî nakin eger wan zarok hebin- di perestina malbatî de.
Danîna te ji malbata re di kenîseke navxweyî a baş de a ku Kitêba Pîroz hîn dike pir giring e ji zewac û dêûbavtiya Mesîhî re. Lê ez dibêjim kêm caran, hema tenê çûna kenîsê bala zarokên te dikişîne li ser meznayî û rûmeta Xwedê heta hedekî ku ew dixwazin li pey wî herin çi gava ew ji mal derdikevin. Di vê nivîsarê de, ez dixwazim tenê vê xala serekî bigehînim: Xwedê hêjaye ku bê perestin her roj di malên me de ji aliyê malbatên me ve.
Hêjayî Perestina her roj e
Kitêba Pîroz bi zelalî diyar dike ku Xwedê hêjaye bê perestin her roj di malên me de ji aliyê malbatên me ve.
“Xwedê hêjaye bê perestin her roj di malên me de ji aliyê malbatên me ve”
Tevî ku tenê hinek emrên zelal hene di Nivîsarên Pîroz de li ser perestina malbatî (lê li Dubarekirina Şerîetê 6: 4-9 binêre), delîlên kirina wê hene. Wek mînak, Îbrahîm bi eşkereyî rêberiya mala xwe kir di perestina Xwedê de, yan jî eger ne wiha ba, wê çawa Îshaq zanîba vê pirsê bike, “Ka berxê tê bikî qurban?” (Destpêk 22:7)? Rêberiya malbata xwe di perestinê de tiştek bû “Eyûb hergav dikir” (Eyûb 1:5).
Perestina malbatî yek ji rêyên herî baş û herî praktîk e ku mêr pê xizmeta şûştina bi ava paqij a Peyva Xwedê dikin ji jinên xwe re (Efesî 5: 25-26) û bi wê bav jî zarokên xwe perwerde bikin “bi terbiye û şîreta Xudan .” (Efesî 6:4). Demê Petrûs emir dide mêran ku qedirê jinên xwe bigirin “Wisa ku ji duayên we re asteng dernekeve” (1 Petrûs 3: 7), Ez dibêjim ew li vir behsa duayên dualî dike (ên ku hem jin û hem mêr jî tê de beşdar in), ne hema tenê duayên mêr.
Kenîsên me ên biçûk
Jiyana qehremanên me ên Mesîhî jî şahidiyê dike ku Xwedê hêjaye bê perestin her roj di malên me de ji aliyê malbatên me ve.
Danîna giringiyeke zêde li ser perestina Malbatî ne bideeyek Mesîhî a vî wextiye.Lêkolînek a dîroka kenîsê eşkere dike ku bawermendan herdem fêm kirine ku Kitêba Pîroz perestina malbatî hîn dike. Em dizanin, ku cîlê yekem ê dûcûyên îsa Mesîh ê piştî Şandiyan perçeyek ji Kitêba Pîroz dixwendin û dua dikirin û hinek zebûr jî bi hev re wek malbat distiran. Ev rast bû di jiyana loser û naks û tethîriyan de jî. Hem Westminster Confession/ ragihandina baweriyê a Wêstministir a hatî lidarxistin li sala 1647 an de û hem the Second London Confession/ragihandina Lendinê a duyem a ku hatî lidarxistin li sala 1689 an de, ew jî ragihandina baweriyê a herî bi bandor e di nav ragihandinên baweriyê ên (Baptîstan/Memedaniyan), ev gotina wekhev di herduyan de ye jî: “Divê Xwedê bê perestin li her derê bi ruh û bi rastî; hem di nav malbataban de her roj, û hem bi awayekî veşartî ji aliyê her mirovî ve.”
Jonasan Êdwards û Çarls Spircin û Mizgînîvan John G. Paton û Martin Loyid-Cons, tevî ku gelek berpirsiyariyên wan ên giran hebûn, hemûyan rêberiya malbatên xwe kirin bi perestina her roj ji Xwedê re. Hema bêje hemû qehremanên me yên Mesîhî diyar kirin ku baweriya wan bi vê daxuyaniya Êdwards tê: “Lazime her Malbatek Mesîhî wek kenîseke biçûk be.” (Karên Jonasan Êdwards, 25: 484). Û perestin beşek ji jiyana her kenîsekê û her mirovekî Mesîhiye.
Sê Gavên Besît
Her malbatek Mesîhî dikare bide xuya kirin ku Xwedê hêjaye bê perestin her roj di malên me de. Gewherê perestina malbatî besît e. Ti hazirkirin jê re navê. Çêdibe tenê deh deqan ji demê me bibe. Ew tenê ji sê gotinan pêk tê: Bixwînin û dau bikin û lavijan bêjin.
Bixwînin
Bingeha perestina malbatî bihîstina Peyva Xwedê ye bi rêya Xwendina Kitêba Pîroz. Giringiyê bide çîrokên Kitêba Pîroz eger te zarokên biçûk hebin. Hinek pertûkeke baş a çîrokên Kitêba Pîroz bikartînin ji bo vî emrê biçûk. Wexta zarok mezintir bibin, tu dikarî her çar Mizgîniyan bixwînî û beşên din ê Peymana Nû jî, lê bila armanca te a dawî xwendina Nivîsarên Pîroz bi temamî be. Bi kurtî peyvên zehmet ên malbata te wan fêm nake, şirove bike. Eger te tefsîrek a Kitêba Pîroz hebe, ez dibêjim wê li vir alîkar be. Çêdibe tu bixwaze pirsan bike di demê xwendinê de yan piştî xwendinê jî da fêmkirina her endamekî ji malbata te pêş bikeve.
Dua bikin
Mêr/Bav dikare dua bike, ew dikare ji kesekî din jî bixwaze ku dua bike yan jî her kes dikare dua bike. Da ku hûn xwe dûr bixin ji gotina heman tiştan herdem, ez dibêjim duakirina bi kêmayî ji tiştekî tenê, ku te bihîstibe ji Kitêba Pîroz, baş e.
“Demê hezek hebe ji bo perestina malbatî – û pîçek nermî jî hebe-hema bêje hertim rêyek heye”
Wek mînak, piştî xwendina Yûhenna 3, tu dikarî bipirsî. “Kî heye em dikarin dua bikin ku ew ji nû ve çêbibe wek Nîqodîmos?”. Şeva pişte tu dikarî bipirsî ji Yûhenna 4. “Kî ye ew jinika ku em dikarin jê re dua bikin ku ew Îsa Mesîh bibîne wek wê jinika Îsa Mesîh li ber bîrê dîtî?” Herwiha bipirskirina, “Tu çewa dixwazî em ji te re dua bikin?” ne tenê dihêle ku her kes hest pê bike ku ev dem ji bo wî ye, lê belê çêdibe ev pirs e bibe rê ji eşkerekirina wan hest û pêwîstiyên ku berî niha behsa wan nehatibû kirin.
Lavijan bêjin
Gelek ji min re dibêjin “jidil” li ser vî beşî bêtir ji her beşeke din. Lê di lîsteya kurt a çalakiyên Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku em bikin di perestinê de, gotina lavijan a herî giring e din nav wan de. Hinek çalakiyên Kitêba Pîroz li wan dinêre wek perestinên meqbûl, bi xwe bi siruştê xwe giştî ne wek hînkirina Peyva Xwedê û kirina ferzan (merema nivîser li vir îmadkirin û şîva Xudan e). Lê sê çalakî ji vê lîstê dibe ku bên kirin eger perestin gîştî be yan malbatî be yan kesatî be jî (mirov bi tena xwe be): Xwendina Kitêba Pîroz û duakirin û gotina lavijan.
Çêdibe ev wek lavijeke supaskirinê a kurt, kurt be yan wek lavijeke kamil dirêj be yan jî wek wî beşê lavijê ê ku her bi dubare tê gotin, dirêj be. Tevî ku ev demek pir baş e ji bikaranîna mûzîkvanên di malbatê de yan jî ji alîkariya internêtê re, nerîna me ew e ku piraniya malbatan bêyî mûzîkê lavijan dibêjin. Ez pêşniyar dikim ku her endamekî ê malbatê kitêbek a lavijan hebe. Daxwaza şîretê bike ji keşe yan jî ji serwerê lajivgotinê di kenîsa te de eger te çavkaniyên bêtir bivêbin.
Eger dem hebe
Di ser her sê perçeyên serekî ên perestina malbatî re (bixwînin û dua bikin û lavijan bêjin), li vir hinek hizir hene da ku ev demê ku tê de hemû endamên malbatê bi hev re ne, xweştir lê bike.
Hîn bibin bi rêya pirs û bersivan. Mêtoda pirs-û-bersiv a hînkirina rastiyên Kitêba Pîroz hatiye bikaranîn ji aliyê kenîsê ve ji rojên wê yên ewil ve. Eger tu nizanî ka gelo hînkirineke bi pirs û bersivan di teqlîda kenîsa te de heye yan na, ji keşê xwe bixwaze ku (ew qewîtiyan li te bike/ji te re bêje kîjan baş e). Tu bi xwe bibîne, bi perestina malbatî re, ku çima hînkirina bi pirs û bersivan dîsa tê dîtin wek amûreke şagirtiya malbatê a giranbiha.
Jiberkirina ayetan ji Nivîsarên Pîroz. Perestina malbatî demekî pir baş e ji lêvegerîna ayetên ku dibe malbata te hîn dibe li cihên din, wek kenîsê û dibistanê. Hetta eger hûn ayetekî tenê hîn dibin her meh, ev bûn duwazdeh ayet di salê de û ev pirtire ji ya ku piraniya malbatên Mesîhî bi hev re hîn dibin her sal.
Xwendina beşeke din ji Kitêba Pîroz. eger dem hebe, hûn dikarin demê xwe bi hev re dest pê bikin bi xwendineke giştî, piştre hûn dikarin bixwînin û dua bikin û lavijan bêjin. Yan jî piştî van her sê perçeyan, hûn dikarin feydê bikin ji demê xwe bi hev re, bi xwendina kitêbekî Mesîhî yan xwendina jiyannameyekî bi malbata xwe re.
Çandina darberûyên rastiyê
Her malbatek şaneyeka micûlkirinê ye. Danîna demekî – hetta eger deh deqe bin – ji bo perestina malbatî zehmetiyeke ji her kesî re. Û piraniya malbatan tên xapandin bi fikirîna ku cedwelê wan yan rewşa wan taybet e, ji kêmayî demê babet li ser perestina malbatî a bidom be. Rastî ew e ku hema bêje ti astengî nînin ji perestina malbatî re ku behsa wan nehatiye kirin ji aliyê Mesîhiyan ve bi sedên salan. Demê hezek hebe ji bo perestina malbatî – û pîçek nermî jî hebe-hema bêje hertim rêyek heye”
Nefikire ku tê encaman di cih de bibîne. Bi rastî, dibe di piraniya şevan de xuya bibe ku tevilheviya ku di malbatê de çêdibe bêtire ji çêbûna perestina malbatî. Ev normal e, ev çêbibe hetta demê tu baş serweriyê dikî jî. Em malbatan xweyî dikin da ku bibin “darberûyên rastiyê” (Îşaya 61:3) û hetta di rewşên herî baş de, darberû hêdî hêdî mezin dibe û demek dirêj jê re divê heta mezin bibe.
Îro Dest Pê Bike
Çêdibe malbata te wek gelek malbatên din hîn perestinek malbatî berdewan dest pê nekirine. Eger tu jinî a ku vê nivîsarê dixwînî, evê pêş mêrê xwe bike. Mêrno, vê yekê bêjin jinên xwe, “Ez niha bawer dikim ku Kitêba Pîroz hîn dike ku lazime ez rêberiya me wek malbat bikim di perestineke malbatî de, û ez dixwazim îro dest pê bikim. Gelek tişt hene divê ez hîn bibim li ser, lê ez dixwazim ya rast bikim. Gelo tê tevilî min bibî?”
Mirovên din çi bikin, bila her mêrek û bavek- û bê goman, bila her Mesîhiyek- ê ku van rêzan dixwîne xwe bide vê yekê. “Lê ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin!»(Yeşû 24:15) Ma ne ev e ya ku tu dixwazî bikî?
Kitêba min a biçûk a bi navê Perestina Malbatî behsa hûratiyên bêtir dike ji ya ku min li vir nivîsî, û tê de bersiv hene ji hinek ji piraniya pirsên belav li ser perestina malbatî, û herwiha hinek gavên praktîk jî tê de ne. Îro roja xwendin û duakirin û gotina lavijane ji malbata te re di herheyiyê de.