Gotara herî baş ji bo zewacê: Heft ders ji bo Hezkirineke berdewam
Îro heft salên zewaca min û pîreka min Fey derbas bûn. Ji roja daweta me, min zanî ku sala heftem giringiyek û taybetiyek mezin ji zewacê re heye,
Pir caran, piştî heft salan ji zewacê, jin yan mêr yan herdu jî diwestin û dest pê dikin li tiştekî nû digerin. Demê ku vekolînan qet isbat nekirine ku heft sal jimara vebiriye (Merema nivîser ew e ku ti vekolînan isbat nekirine ku piştî heft salan ji zewacê, jin yan mêr yan herdu jî diwestin û dest pê dikin li tiştekî nû digerin), gelek vekolînan eşkere kirine ku rêjeya berdanê zêde dibe di navbera pênc salan û deh salan ji zewacê. Ez ne pişt rast im ku em bi rastî pêwîstî vekolînên aloz in da ku ji me re vê tiştê bêjin ew tişta ku para bêtir ji jin û mêran ji tecrûba xwe bi xwe dizanin: ku zewac derket zehmettir ji gotina me. û eger em li sedeman digerin da ku em zewacê bihêlin, me gelek sedem hene em dikarin jê hilbijêrin.
Demê du kes dizewicin, jin û mêr soz didin ku ji hev hez bikin hetta di zehmetiyan de û herwiha soz didin ku qet ji hev venebin. Gelo ew çima van sozan didin? Ji ber ew dizanin ku ev sozên hezkirinê, zewacê diparêzin ji şikestinê û jin û mêran bi hev ve girê didin demê zehmetî tên.
Ez dikarim bêjim ku piştî heft salan ji zewacê, zewac zehmettir bûye, lê xweştir jî bûye ji gotina min. Em hê hez dikin û hîn dibin ji Helbesta Helbestan. Lê em herwiha hînbûne ku em herin ser çiyê û bêtir rûnin ber lingê Îsa Mesîh.
Heft peyvên ji heft salan re
Metta 5-7 gotareke Îsa Mesîh qeyd dike, a ku tê bi navkirin “Gotara ser çiyê.” jî. Zewac ne babeta serekiye a Gotara ser çiyê- Tenê behsa wê tê kirin bi eşkereyî di 2 ayetan de ji koma 107 ayetan- lê ev her sê beşe hinek şîretên pir baş ji zewacan re peyda dikin, zewacên kevin û ên nû jî. Piştî heft salan ji zewaca min bi fey re, emir û haydarî û sozên Îsa Mesîh giringiyek û qîmetek nû li ba min hene. Ev heft dersên bê alî xortkirina zewaca min kirine û ez hêvî dikim zewacên we jî xortir bikin
1. Xeman jê bixwe ka tu mala xwe li ser çi ava dikî
«Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye. (Metta 7: 24)
Piştî hînkirina wî li ser hêrs û dilçûn û xemxwarin û destpakî û heyfhilanîn û lêbihûrtin û xêrxwazî û rojîgirtin û duakirinê û gelek mijarên din jî, Îsa Mesîh gotara xwe bi dawî anî bi dayîna nimoneya du cûreyên xaniyan: yek hatibû ava kirin li ser seylakê avê û yê din li ser latê. Jiyan (û zewacên) hatine avakirin li ser seylakê wê bikevin. Jiyan (û zewacên) hatine avakirin li ser latê wê bimînin: demê jiyan baştir be, û demê xirabtir be, demê têrtir bin û herwiha demê feqîrtir bin, di xweşiyê û nexweşiyê de- Ez dikarim bi awayekî din bêjim, her çi çêbe, ew nakevin û dimînin. “Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin”(Metta 7:25).
Gelo maneya wê çi ye ku em zewacekê ava bikin li ser latê? Maneya wê ew e ku em zewacên xwe ava bikin li ser guhdariya Îsa Mesîh. “«Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye.” Maneya wê ew e ku em bi çakî Îsa Mesîh û peyvên wî bikin navenda jiyana xwe a rojane û bikin navenda hezkirin û nakokiyên xwe jî. Gelo em li riyên nû digerin ka em çawa zewaca xwe ava bikin li ser latê ji dêla seylakê. Wek mînak, gelo tu Kitêba Pîroz bi pîreka xwe re yan bi mêrê xwe re dixwînî? Gelo hûn bi hev re dua dikin û lavijan dibêjin? Gelo hûn bi hev re supasiya Wî dikin û bi Wî şa dibin? Her zewacek (jin û mêrek) zû hîn dibin ku niyetek taybet bi ruh tije jê re divê da ku zewac bê parastin ji ketina ji ser latê.
Demê tengayî û biryarên zehmet di zewacên me de hebin, pêwîst e em biryaran bidin li gor vê pirsê, “Gelo Îsa Mesîh para bêtir çi dixwaze?” Lê bila em piştrast bin ku emê hergav nizanibin ka bi rastî Îsa Mesîh çi dixwaze, lê iltîzamek bi piştgermiya bi wî û guhdariya wî li ser her tiştî û di her rewşê de, wê gelek tengayiyên di gelek zewacan de safî bike.
Demê ewir tarî dibin û ba xurt dibin û bahozên jiyanê dest pê dikin, em hest pê dikin û ji xwe dipirsin ka gelo hezkirina me hatiye avakirin li ser erdekî qayîm yan na! Gelo em iltîzam dikin bi guhdariya Îsa Mesîh bêtir ji çêbûna tiştan li gor daxwaza me? Ma peyvên wî yan hestên me bi domî serweriya rojên me dikin? Ma em hazir in wan gavên zehemt û giranbiha dîsa bibin, ew gavên ku ew gazî me dike ku em wan bibin? Gelo malên me hatine avakirin li ser latê yan li ser seylakê?
2. Dilsoziya xwe bi hişyariyê biparêze
Xwezî bi wan ên ku dilpak in, Çimkî ewê Xwedê bibînin. (Metta 5: 8).
Çêdibe peyva herî zelal li ser zewacê di Gotara li ser Çiyê de, di Metta 5:27-32 de ye. “«We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!› Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye.” (Metta 5: 27-28). Ez dikarim bi awayekî din bêjim, ne tenê xwe dûr ke ji textê jina ku ne jina te ye, lê xwe dûr ke ji hizira ku tu li ser textê wê be jî. Here wê dera pêwîste tu biçiyê da ku tu baxça dilpakî û pakîzeyiya xwe biparêzî.
Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî, lê hemû bedena te nekeve dojehê. (Metta 5: 29).
Gelo awayek wiha ê hişiyarî û xîretkêşiya bi ruh tije dora textê zewaca me digire? Gelo em eslen behsê dikin ka çawa her yek ji me şerê cerbandinên cinsî dike? Ma zilamin yan jinikin ên ku dizanin çawa bihêlin her yek ji me berpirs be, di jiyana me de hene? Kêfxweşiya zewacê a herî kûr para wan e, ew ên ku bi hev re şer dikin ji bo pakiyê, ji ber wiha em herdu (jin û mêr) bi hev re Xwedê bêtir dibînin: “Xwezî bi wan ên ku dilpak in, Çimkî ewê Xwedê bibînin.”
Lêgerîna dilsoz ji pakiyê re, pê re iltîzamek tê ku em qet hev nehêlin- ne piştî sê salan, ne jî piştî heft salan û ne jî piştî pêncî salan! “Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike” (Metta 5: 32).
Bila em piştrast bin ku zewacên ji ber nedilsoziyê hildiweşin, guhdan û şîret û keremek taybet ji wan re divê. Lê peyva wî (Îsa Mesîh) her zelal e: “Ji ber vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin” (Metta 19: 6). Ew wiha bi rastî dibêje ji ber ew dizane çiqas hest pê tê kirin hinek caran ku veqetandin pir asantire.
3. Hev rast bikin bi nefsbiçûkî
Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, Çimkî ewê erdê par bistînin (Metta 5:5)
Zewac, wek em hemû dizanin, me pîroz dike- Çêdibe me pîroztir dike bêtir ji her peywendiyeke din di nav mirovan de. Zewac me pîroz dike, bi kêmayî, ji ber du sedeman: (1) Jin û mêr gunehên hev dibînin bêtir ji her kesê dibe ku gunehên wan bibîne û (2) peymana zewacê bi awayekî ku em pê ne mirtah, me bi hev ve nêzîk girê dide di jiyanê de. Em ya herî xirab di hev de dibînin lê di heman demê de me cihek din tune ye ku em bikaribin herinê.
Çawa pîreka min bersiva gunehên min dide bandoreke pir mezin heye li ser ka ez çawa li xwe û gunehê xwe dinêrim (û bilekis jî). Em wek jin û mêr li ber pencereke giring û nerm rûdinin û hinek caran em ber pencereke bi êş ji canên hev re rûdinin. Pirs ew e ka emê çawa vî barî û vê taybetiyê hilgirin. Îsa Mesîh ji me re dibêje çawa:
“Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî? 4An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Bihêle ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê ku girş di çavê te de ye? 5Hey mirovê durû, pêşî girşê di çavê xwe de derxe, hingê tê zelal bibînî ku tu qirşikê di çavê birayê xwe de derxî”. (Metta 7: 3-5).
Gelo ma wê çiqas zewacên me cuda bin eger em tenê bi domî van ayetan bi kar bînin? Her em bêtir li qirşika di çavê ê din de binêrin- çêdibe bi heyivan û salan û dehên salan jî- wê her zehmetir bibe ku em girşê di çavê xwe de bibînin. Di qelsiya zewacê de, a herî giring ew e ku em rûbirûtiya hev bikin û hev rast bikin bi nefsbiçûkî- bi zanîneke bêhnfireh ji ketin û gunehên xwe re û hêviyeke xweragir ji bo guhertin û pêgehiştinê.
4. Hev nekujin
Xwezî bi wan ên ku aştîker in, Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin. (Metta 5: 9)
Çêdibe em ji xwe re bêjin ku fuhûşî zewac bi dawî anîne bêtir ji her metirsiyeke din li ser zewacê- û helbet wê (fuhûşiyê) gelek zewac hilweşandine û daqurtandine. Lê ez dibêjim hêrsa ku nayê kontrolkirin zewac bêtir bi dawî anîne.
“«We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin: ‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin!› Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!› wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje: ‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê heq bike.” (Metta 5: 21-22)
Îsa Mesîh rê nade hêrsa ne rastdar, ew wê wek kuştinê xirab hesab dike. Lê gelo her çiqasê em rê didin hêrsa ne rastdar di malên xwe de? Her çiqasê em hest pê dikin ku ji mafê me ye em hêrs bibin demê hestên me yên birîndar diforin di nav me de? Û her çiqasê me bi xwe bersiva hêrsa ne rastdar daye bi hêrseke ne rastdartir? Bi hemû awayan, textê zewaca xwe biparêze ji zîna û pornografiyê, lê herwiha textê zewaca xwe biparêze ji hêrsa xwe jî.
Xwe ji hêrsê biparêze û demê agirek pê bikeve, hewl bide ku tu wê bivemrîne. Li wir nemîne sekinî bêyî ku tu tiştekî bike. Îsa Mesîh berdewam dike û dibêje:
“Loma, gava ku tu li ser gorîgehê diyariya xwe pêşkêş dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, 24diyariya xwe li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike” (Metta 5: 23-24)
Zewacên cûr bi cûr wê mêtodên cûr bi cûr hebin ji bo lihevhatinê, lê ya herî giring ew e ku mêtodek hebe. Gelo bidomî behsa acizbûnan di peywendiyên te de tê kirin? Gelo hûn bi hezkirin hevdu rast dikin? Gelo tu zû dibêjî ku tu xeletî demê tu xeletiyan dikî yan jî ma tu itîraf dikî demê tu dikevî? Gelo hûn hê li hev dibihûrin? Jin û mêrên xwe dûr dikin ji danûstandinên wiha zehmet, hinek demên herî şîrîn di zewacê de ji dest xwe dertêxin.
5. Şa bin bi lêbihûrtina hev
Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in, Çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin. (Metta 5: 7).
Jiber her zewacek yekîtiyeke di navbera du gunehkaran de, lêbihûrtin wê mêvanê zewacê yê hergav be. Çêdibe zarok herin û werin, çêdibe kar herin û werin û çêdibe mal jî herin û werin lê pêwîstiya me ji lêbihûrtinê re wê her bimîne. Îcar gelo wê lêbihûrtin mêvanek ê ku pêşwaziya wî tê kirin û kêf bi hatina wî tê kirin be di mala te de yan jî wê mêvanek be ê ku pêşwaziya wî nayê kirin û hemû ji ber hatina wî aciz in?
Îsa Mesîh me, jin û mêran hişiyar dike û dibêje, “Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre. 15Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.”(Metta 6: 14-15). Ma her peywendiyek hazirbûna me ji lêbihûrtinê re diceribîne wek peywendiya zewacê? Û ma her peywendiyek xweragiritna me di lêbihûrtinê de diceribîne wek peywendiya zewacê? Îsa Mesîh dibêje ku nehazirbûna me ji lêbihûrtinê re mirina bi ruh e. Dilrehmî, ji aliyê din ve aramî û dilxweşî jê çêdibin.
Lêbihûrtin giranbihaye û bi hinek awayan, ez dikarim bêjim ew pir giranbihatire di zewacê de. Zewac bêtir ji ya ku em dixwazin li ser xwe eşkere bikin, eşkere dike û berê me dide êşeke bêtir ji para bêtir ji peywendiyan. Û divê em li heman gunehan bibihûrin carekê û du cara û sê cara jî. Başe ku li bîra me be ku ev hezkirin, wek her hezkirineke din li ser erdê, armanc jê ew e ku em wek xaçê lê bên (Efesî 5:25)- Îcar lazime em ecêb nemînin ku ew (zewac) carina wek xaçekê ye.
Bi rastî, çêdibe ev heste delîlek be ku em tiştekî rast dikin.
6. Zewaca xwe binixême bi duakirinê
“«Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe.” (Metta 7:7)
Duakirin jiderveyî zewacê biqasî giringiya wê ye di hundirê zewacê de. Lê eger em zewicî bin, tiştek wek duakirinê wê zewacên me nexemilîne. Ji nav xewnên me yên me hebûn di her heft salên ewil ji zewaca me, ev e (duakirin) ya ku em pir xema pêşêxistina wê dixwin di heft salên xwe yên bê de. Ez pir dixwazim ku ev peyve “De bila em bisekinin û dua bikin” bibin peyvên belav di mala me de wek her peyveke din.
Gelek zewac diêşin tenê ji ber em red dikin ku em dua bikin ji Bavê xwe yê ezmanî re ê ku li benda bihîstina bangên me ye ji bo daxwaza alîkariyê ji wî. Ma zewaca me bi rastî pir zehmet e ji Bavê me yê ezmanî re? “«Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe. 8Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere, dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe.” (Metta 7: 7-8).
Gelo te dest pê kiriiye tu hest bikî ku zewaca te leqe? Ma hêviya te êdî nemaye ku wê tişt baştir lê bin? Gelo bê ku tu ji kesekî re bêjî, tu êdî dua nakî ji mêrê xwe yan jina xwe re? Eger wiha be, peyvên Îsa Mesîh bawer bike: bidomîne di lêgerîn û liderîxistinê de. Bavê te kevirekî nade te, ne jî dûpişkekî dide te. “Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çiqas bêtir tiştên qenc bide wan ên ku ji wî dixwazin!” (Metta 7:11)
7. Li Xwedê bigerin berî ku hûn li hev bigerin
“Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, Çimkî ewê bên têrkirin.” (Metta 5: 6)
Gelek jin û mêrên ku zewacê dihêlin, ti kêşe nînin ku rojeke din yan du rojên din bimînin, lê ew nikarin bifikirn ku sî yan çil salên din bimînin. Ev e bi rastî şêweyê fikirînê ê ku Îsa Mesîh rû bi rû dike di hînkirina xwe de a li ser xemxwarinê:
“Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?› Pûtperest li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in. Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.” (Metta 6: 31-32, 34).
Gelo tu hest pê dikî ku tu westiyayî ji her tiştî û êdî tu nikare tiştekî bide û bike qurban û te tehemola tiştekî nemaye di zewacê de ? Gelo tu hest pê dikî ku qet nabe tu sibe jî bimînî zewicî? Xema sibe nexwe. Bila îro çavê te li Xwedê be- li rastdarî û padîşahî û soz û çavkaniyên wî be- û ev deh yan bîst yan sî yan jî pêncî salên bê jî bike di destên wî de.
Maneya vê yekê ne ew e ku zewacên baş pêşerojê davêjin pişt guhê xwe. Mêr bi taybetî berpirsyariyeke li ser wan e ku li pêş binêrin û berî wext pêşbêniya derfet û hewcedarî û metirsiyan bikin, ji mêran tê xwestin ku wek her şivanê qenc bikin. Zewacên baş pêwîstî fikrîna pêşwext û danîna planên bidom in. Eger wiha nebe, ma wê çawa yekîtiya berdar û bi raman bê parastin û guhdan lê bê kirin? Zewacên dilsoz pêşerojê pişt guhê xwe navêjin, lê di heman demê de ew xema pêşerojê jî naxwin. Ew dizanin ku ew îro ne pêwîstî hêzekî û hezkirinekê ne a ku têra wan dike di hemû jiyana zewaca wan de: Ew dizanin ku ew tenê pêwîstî hêzek û hezkirinekê ne a ku têra wan dike Êkşembeke din û piştre Duşembeke din û piştre Sêşembeke din jî.
Xwedê gazî me nake ku em pirsgirêkên pêşerojê bizanibin yan jî wan hilgirin. Ew gazî me dike ku em pirsgirêkên îro hilbigirin bi wê kerem û hêza ku ew peyda dike ji me re îro. Li teyrên ezmanan binêre, li sosinên erdan binêre. Ewê zewaca te biparêze û xurt bike û ewê xweşik jî bike- eger her yek ji we çavê xwe dayne li ser lêgerîna wî. “Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn.”
Tu dixwazî sirra rast a zewaca kêfxweş û saxlem bizanibî? Eger tu di heft saliya zewaca xwe de be yan jî di heftê saliya wê de be, sirr/miftê rast ew e ku tu berî zewacê û li ser zewacê li pey Îsa Mesîh herî- ku tu li pey Îsa Mesîh herî berî ku tu li pey jina xwe yan mêrê xwe herî. Xwezî bi wan jin û mêrên ku birçiyê rastdariyê ne ji ber ewê dilsoz û bi hêvî û têr bin.