Dêûbavno, Daxwaza guhdariyê Ji Zarokên Xwe Bikin
Ez vê nivîsnamê dinivîsim da ku ez hêvî ji dêûbavên Mesîhî bikim ku daxwaza guhdariyê ji zarokên xwe bikin. Min pir hest pê kir ku pêwîst e ez vê nivîsnamê binivîsim demê min dît ku zarok guhê xwe qet nadin daxwazên dêûbavên xwe, û ti encamên neguhdariya wan tune ne. Dêûbav du caran yan sê caran dibêjin zarokekî ku rabe yan bisekine û here yan were û piştî neguhnedariya zarok a sisiyan, ew (dêûbav) dikenin û zarok bertîl dikin. Çêdibe bi rêya vê bertîlkirinê zarok bi ya wan bike yan hema her bi ya wan neke jî.
Heftiya çûyî, min du tişt dîtin hêlan ez vê nivîsarê binivîsim. Yek jê kuştina Andî Lopêzê 13 salî li Santa Roza, Kalîfornyayê, ji aliyê polîsan ve. Polîs jî fikirîn ku ew li ber reşandina wan bû bi tivengeka êrîşkirinê. Lê ew bi xwe bi rastî tivengek lîstokî bû! Ya ku hişt polîs wî bikujin, ew e ku wan du caran jê re got ku tivenga xwe bavêje erdê. Lê Andî, ji dêla vê yekê, wî her berê tivenga xwe dida wan. Wan jî ew kuşt!
Ez hemû hûratiyên vê çîrokê nizanim. Ez nizanim eger Andî eslen dengê emrê polîsan kir yan na. Îcar ez nikarim bi piştrastî bêjim ku ew serhildêr bû. Merema min li vir ne Andî lopêz e. Lê merema min li ser “çi ye eger”. Çi ye eger wî dengê polîsan kiribe û hema red kiribe ku bi ya gotina wan bike? Eger ev rast be, bihayê vê redkirinê jiyana wî bû. Wê ev bihayê neguhdariya disthilatiya rast be.
Kembaxiyek di xweyîkirinê de
Min bi çavê xwe sînaryoyek dît di xweyîkirinê de li balefirê heftiya çûyî. Min dayikek dît kurê xwe hazir dikir da ku bê kuştin!
Ez li pişt wê û kurê wê rûniştî bûm, û ez dibêjim kurê wê heft salî bû. Wî ji xwe re dileyîst li ser tablêta xwe. Xizmetkara balefirê da xuyakirin ku lazim e hemû cîhazên iliktronî bên vemirandin demê balefir bilind bibe. Wî cîhazê xwe nevemirand. Diya wî jî ev jê nexwest. Gava xizmetkara balefirê di ber wan de bihûrî, wê got ku lazim e kurik cîhazê xwe bivemirîne û piştre ew çû. Wî dîsa nevemirand! Dayikê jê nexwest.
“Ez vê dinivîsim da ku ez hêvî ji dêûbavên Mesîhî bikim ku daxwaza guhdariyê ji zarokên xwe bikin.“
Cara dawiyê, xizmetkara balefirê li ber wan sekinî û got lazim e kurik cîhaz bide diya xwe. Wî cîhazê xwe vemirand. Gava xizmetkara balefirê çû li cihê xwe rûnişt, kurik dîsa cîhazê xwe vêxist û her wisa ma. Diya wî tiştek nekir. Min ji xwe re got, diya wî, wî hazir dike da ku bê kuştin ji aliyê polîsan ve!
Rizgarbûna ji Xweyîkirina Bêaqil
Negudarî û bêxîretiya dêûbavên ne bawermend ez fêm dikim. Min desteyên li gor Kitêba Pîroz hene ji helwestên wan ên bi ruh kor re. Lê piştguhêxistina dêûbavên Mesîhî min tevlihev dike.
Çi ye sedemê nexwestina guhdariyê û ne wergirtina wê? Ez ne piştrast im.
Lê çêdibe ev her neh têbînî alî hinek dêûbavan bikin da ku rizgar bibiin ji bêaqiltiya xweyîkirina zarokan a xemsar.
1. Daxwazkirina guhdariyê ji zarokan hatiye pêşniyarkirin di daxwaza Kitêba Pîroz de ku divê zarok bi ya dêûbavên xwe bikin
‘Zarokno, li gor Xudan li ber dê û bavê xwe serî deynin, çimkî ev rast e. ‘ (Efesî 6:1). Ne momkin e Xwedê daxwaz bike ji zarokan ku bi ya dêûbavên xwe bikin û ji dêûbavan nexwaze ku daxwaza guhdariyê ji zarokên xwe bikin. Ev beşeke ji karê me- ku em zarokan hîn bikin rûmeta wî ruhê ku bi kêfxweşî xwe dispêre desthilatiyên Xwedê danîne. Dêûbav pêşkêşiya Xwedê dikin ji zarokên xwe ên biçûk re û ji ber vê yekê pir xirab e eger em zarokan mezin bikin li ser piştguhêxistina ermrên Xwedê.
2. Guhdarî cûreyekê Mizgîniya peymana nû ye.
Guhdarî ne tenê cûreyekî “qanûniye”. Ew cûreyekî Mizgîniyê ye. Pawlos got ku armanca Mizgîniya wî “baweriyê bînin û bi ya wî bikin” (Romayî 1:5) . Wî got, “Ji bilî wan tiştên ku Mesîh bi destên min kirin, da ku milet bi ya wî bikin, ez newêrim li ser tiştekî din bipeyivim. Wî ev bi gotin û kirinê,” (Romayî 15: 18).
Armanca Pawlos ew bû ku ew “ her fikrê bike hêsîr ku serî li ber Mesîh deyne. ” (Korîntî II 10: 5). Wî ev xwest ji hemû kenîsan. “Îcar, eger yek guhdariya gotinên me yên ku di vê nameyê de ne neke, wî nîşan bikin û hevaltiyê bi wî re nekin, da ku şermî bibe. ” (Selanîkî II 3: 14).
“Bêxîretiya dêûbavên ne bawermend ez fêm dikim. Lê piştguhêxistina dêûbavên Mesîhî min tevlihev dike.”
Dêûbavên zarokên xwe hîn nakin ku bi ya wan desthilatiyên Xwedê danîn ser wan, bikin, zarokên xwe hazir dikin ji jiyaneke dûr ji peyva Xwedê – jiyaneke dûr ji wê Mizgîniya ew hez dikin ku giraniyê deynin li ser.
3. Daxwazkirina guhdariyê ji zarokan momkin e
Gava mirov li dêûbavan binêre demê ew wiha dikin heçko ew bê çare ne ji zarokên xwe ên selhildêr, dilê mirov bi wan dişewite. Zarokên biçûk ên emrê wan kêmî salekî, mirov dikare pêş wan bike bi awayekî çalak ka lazim e destê xwe nedin çi û çi gez nekin û çi nekişênin û destên xwe nekin di çi de û tif nekin û ser çi qêrînan nedin. Ez dibêjim hûn dêûbav ji wan mezintir in. Mezinatiya xwe bi kar bînin da ku hûn wan ji bo şahiyê xilas bikin û wan teslîmî ezeziyê nekin.
4. Pêwîst e daxwazkirina guhdariyê li mal bê kirin li ser tiştên bê encam da ku momkin be li cihên giştî li ser tiştên bi encam.
Şirovekirina serberedayîya zarokan li cihên giştî ew e ku ew nehatine hînkirin ku bi ya dêûbavên xwe bikin li mal. Sedemek ji vê yekê re ew e ku tiştên li mal çêdibin xuya nakin [giring] ku ew hêjayî şêr in. Em bi xwe tiştan bikin Asantir e ji me re ji derbaskirina gelek wext û hêzê bi kirina gelek tiştan ji ber redkirina zarok ku ew bi xwe bike. Lê ev bi rastî zarokan hîn dike ku ew her li ku derê bin, ew bi keyfa xwe ne bi ya me bikin yan na. Berdewamî di daxwazkirina guhdariyê de li mal wê alî zarokên we bike da ku şa bin li cihên giştî.
5. Hêz jê re divê da ku em daxwaza guhdariyê ji zarokên xwe bikin lê ev berketiye!
Eger hûn bêjin zarokekî ku ew li ser textê xwe bimîne û ew hema guhê xwe nede we û her rabe. Bi rastî em bêjinê, vegere li ser textê xwe asantir e ji ku em rabin ser xwe û vê serhildêriyê çareser bikin. Dêûbav westiyayî ne. Dilê min bi wan ve ye. Zêdetirî ji çil salan min zarokên emrê wan kêmî 18 salan hebûn. Daxwazkirina guhdariyê ji zarokan hêz jê re divê, hem hêza leşê me û hem hêza hestên me jî. Asantir e em bihêlin zarok bi ya xwe bikin.
“Dêûbavên zarokên xwe hîn nakin ku bi ya wan bikin, zarokên xwe hazir dikin ji jiyaneke dûr ji peyva Xwedê.”
Encama vê yekê çi ye gelo? Encam zarokin ên ku nikarin xwe di demên giring de bigirin. Ew hîn bûne ku çawa hîlan bikin û xwe jê derînin. Yadê bê hêz e û Bavo jî xişîm e. Ew dizanin wê kengî bi we re biteqe. Îcar ew hingê peyvên we bi nermî red dikin Ev berên tirş dide her kesî. Lê karê jê re divê da ku hûn di cih de ragirtî bin ber bi her serhildêriyekê ve, berê şîrîn dide dêûbavan û zarokan û yên din jî.
6. Tu dikarî jikarketina pir nifşî bişikînî
Sedemek ji nexwestina dêûbavan ji perwerdekirna zarokan re ew e ku wan tu caran kirina vê yekê nedîtine. Ew ji malina hatine ku du şêwaz di wan de hebûn: sistî û bêhntengî. Ew dizanin ew naxwazin zarokên xwe bi bêhntengî xweyî bikin. Bedîlê tenê pê dizanin, sistiye. Mizgîniyek heye: em dikarin vê yekê biguherin! Dêûbav dikarin hîn bibin ji Kitêba Pîroz û ji kesên aqilmend jî ka çi momkin e û çi emir pê hatiye dayîn û çi aqilmend e û em vê çewa dikin bi ruhekî bêhnfireh û qayîm û hezker û bi Mizgîniyê ve girêdayî.
7. Xweyîkirina keremdar berê zarokan diguhere ji guhdariya derveyî û berê wan dide haziriyekê dilxweş
Pêwîst e zarok bi ya dêûbavên xwe bikin berî ku bikaribin guhdariya bi rêya baweriyê fêm bikin. Gava bawerî bê, ew guhdariya ew hîn bûyîn ji tirsê û xelatê û rêzê wê ji ber xwe ve bibe diyarkirina baweriyê. Nexwestina guhdariyê berî baweriyê bêaqiliye! Ne baş e di demdirêjiyê de. Ew xendekên kûr ên adetên serhildêr dibirre, ew xendekên ku divê bawerî êdî wan bihêz neke, lê belê wan bindest bike.
8. Zarokên dêûbavên wan daxwaz ji wan dikin ku ew bi ya wan bikin, kêfxweştir in
Xweyîkirina zarokan a xemsar zarokin nefsbiçûk û keremdar jê dernakeve. Zarokên delalî jê derdikeve. Ew ne kesin ku xweş e mirov bi wan re be û ew bi xwe jî ne kêfxweş in. Pir daxwaziyên wan hene û ew bê edeb in. Azadiya wan ne pîroziye, ne ji wan re û ne ji xeynî wan re jî. Ew azad in wek çewa belemek bê destikê arastekirinê azad be. Ew qurbaniyên bayê serê xwe ne! Nêzîk yan dûr, wê ev bayê serê wan bê xaçdan. Evê bibe sedemê perîşaniyê wan yan jî wê bibe sedemê hevdîtinekê ku dawiya wê kuştin be bi polîsan re!
9. Daxwazkirina guhdariyê ji zarokan ne wek daxwazkirina kemaliyê ye
Jiber dêûbav pêşkêşiya Xwedê dikin ji zarokan re bi taybetî berî ku ew bikaribin Xwedê nas bikin bi rêya baweriya bi Mizgîniyê- ew hem dadperweriyê û hem dilrehmiyê jî pêş wan dikin. Ne her serhildêriyek lazim e bê cezakirin. Hinek serhildêrî tên dîtin û erza wan tên şikandin û hinek tên piştguhêxistin. Katelogek taybet ji vê têkilêkiyê re tune. Lazim e zarok ji xweyîkirina me ji wan re hîn bibin ku Xwedayê Mizgîniyê agirek e ku dixwe û tune dike. (Îbranî 12: 7, 29) û herwiha bêhnfireh e û zû hêrs nabe. Di herdû rewşan de- hem di perwerdekirinê de û hem di bêhnfirehiyê de- armanc zû ye û kêfxweş e bi rêya guhdariyê. Ev e ya ku naskirina Xwedê di Mesîh de encam dide.
Dêûbavno, hûn dikarin vê yekê bikin. Ez dizanim ev wextek zehmet e. Min zêdetir ji şêst ji sedê ji jiyana xwe tê de derbas kiriye. Lê keremek xwedayî ji vê yekê re heye û tê bi dewlemendî bêye xelatkirin!
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin