Çima Xwedê Şa Dibe bi Lêbihûrtinê?
Hemû Mesîhî bawer dikin ku Xwedê li gunehan dibihûre. Lê çend ji me bi rastî pê dihisin û bawer dikin ku Xwedê şa dibe bi lêbihûrtinê?
Gava em difikrin li ser lêbihûrtina Xwedê, tenê hinek ji me, zavayek ê ku ji bûka xwe hez dike,tê ber çavê wan, ew bûka bi zêr û zîvan hatiye xemilandin û zava bi bedewiya bûka xwe a nû şa dibe (Îşaya 62: 5), û herwiha tenê hinek ji me tê ber çavê wan şivanek ê ku stranan bi şahî dibêje demê ew miya xwe ya windabûyî datîne ser milê xwe û dibe mal (Lûqa 15: 3-7), yan jî bavek ê ku bi lez ber bi me ve tê û xiftanê herî qenc li me dike û dîlanê dike heta serê sibê (Lûqa 15: 20-24).
Sûretên wiha xeyalên gunehkarên wek me berfireh dike. Ew dimînin li ser banên canên me, lê kûr, li wê dera ku ra di bin erdê de dimîne, em nizanin ka Xwedê bi rastî şa dibe bi lêbihûrtina xwe ji me re. Gomanên me bi asanî dihêlin ku lêvên girtî [tê zanîn ku gava tiştek ne bi dilê mirovekî be, ew lêvên xwe digire] cihê şahiya zava bigirin, û gotar cihê strana Şivan bigire, û cilên ku birayê mezin êdî li xwe nake cihê xiftanê herî qenc ê Bav bigire.
Eger em dixwazin bi rastî pê bihisin ku Xwedê şa dibe bi lêbihûrtina li wan ên ku tên ba wî bi rêya Îsa Mesîh û ne tenê wiha bêjin, pêwîste em xwe bi sedemê lêbihûrtina wî ve bigirin.
1. Lêbihûrtin dilê Xwedê eşkere dike
Gelek ji me xwedayê xiyalên wan ên ku nehatine berdêlkirin dilek biçûk û qurmiçî heye. Eger me ji vî xwedayê han pirs kiriba ku rûmeta xwe pêş me bike, wê di ser me re derbas bûba û gotiba: “ez im Xudan, Xwedayê tema û destgirtî û zû hêrs dibe û heyfhilanîna wî zêde ye.” “Eger ev xwedaye eslen li guehên me bibihûre, ew li me dibihûre [bi çavtengî] wek kesekî çavteng û deynên me dadihelîne ser serê me [şa nabe bi lêbihûrtina gunehên me].”
Lê ev ne Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh e yê ku dilê wî wek ezmanan fireh e, û wek deryayan kûr e, û wek ronahiya rojê qenc e. Eger tu herî nav odeyên dilê Xwedê de, tê mala her tiştê xweş bibînî: dilrehmî û kerem û lêbihûrtinek wisa pir ku têra diniyê du caran bike. Ew “qenc e û bexişkar e, Ji hemû yên ku bang dikin wî re keremdar e.”(Zebûr 86:5)
Da ku em rastiyê bi temamî bêjin, Xwedê bi xezebeke rastdar dihise ber bi wan ên ku red dikin tobe bikin. Lê hezkirin û xezebê, û lêbihûrtinê û heyfhilanînê heman par di dilê Xwedê de nîn in. Gava Xwedê navê xwe dide bihîstin, ew rêberiyê dike bi dilrehmî û keremê ne bi xezebê (Derketin 34:6). Gava ew belayan tîne ser miletê xwe ê serhişk, ew dibêje ku cezaya wî “ecêb” û “balkêş” e (Îşaya 28:21). Hetta demê ew li xelkê dixe, ew tîne bîra me ku “ew ji dilê xwe, li kes naxe”(Şîniyên Îrmiya 3:33). Li dawiyê, xezeba Xwedê wê wek deqeke reş be a ku bal dikişîne li ser gewherên hezkirina wî a dilrehm (Romayî 9:22-23).
Xwedayê em dibînin di Nivîsarên Pîroz de lêbihûrtina xwe venaşêre wek kesekî destteng bi perê xwe re. Mexzenên dilê wî hergav vekirî ne û hemû kerema her gunehkarek pêwîstî wê ye tê de ne. Bi Xwedê re, dilrehmî heye (Zebûr 130:4)- û ne ji mecbûriyê yan pêwîstiyê, lê ji tijebûna dilê wî ê berfireh.
2. Lêbihûrtin armanca Xwedê temam dike.
Ji demê Adem û hewa ji Edenê hatin derxistin, Xwedê ne rezî bû ku xelkê xwe bihêle pûç û sûcdar li sirgûnê. Wî hergav soz da ku wê rojek bê demê Kurê Xwedê aliyê Bavê xwe ê rastê bihêle û bê erdê serhildêran û pesindana Milyaketan bide riswabûna mirovan.
Û ji bo çi? ji bo lêbihûrtinê. Îsa Mesîh “wê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» milyaket wiha ji Ûsiv re got (Metta 1:21) û Zekeriya jî ji me re got ka wê ev çawa çêbibe ‘Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan” (Lûqa 1:77). Demê Îsa Mesîh dest bi xizmeta xwe a fermî kir, wî berê xwe da gunehkaran (Marqos 2: 17), û li yê herî xirab jî bihûrt (Lûqa 7:47-48). Wî em hîn kirin ku em dua bikin ji bo lêbihûrtinê (Metta 6:12) û di janên xwe ên pir bi êş de, wî bi xwe dua kir ji bo wan: “Ya Bavê min, li wan bibihûre” (Lûqa 23:34).
Gava demê mirina wî nêzîk dibû, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re maneya bedena xwe a şikestî û xwîna xwe a rijandî got: ‘Çimkî ev xwîna min a Peymanê ye ku ji bo lêbihûrtina gunehan di ber gelekan de tê rijandin. ‘ (Metta 26:28) Wî piştek hebû da ku nexweşiyên me hilde, milin hebûn da ku elemên me hilgire, destin hebûn da ku bên birîndarkirin ji ber neheqiyên me, bedenek hebû da ku bê perçiqandin ji ber sûcên me (Îşaya 53: 4-5). Piştî vê yekê ew daleqandî bû li wir li ser xaçê, û qenciya dilê xwe ê ku li mirovan dibihûre rijand ji birînên xwe ên ku me çêkirin.
Bi rêya lêbihûrtinê, Îsa Mesîh armanca Xwedê a kevin temam dike. Ew desthilatiya tariyê talan dike û Îblîs girêdayî lê dinêre (Metta 12:29) û mala Bavê xwe tije dike bi gelek kur û keçan (Yûhenna 14:2, Îbranî 2:10)
Ne hewce ye tu vî xilaskarî qani bikî da ku ew li te bibihûre. Lêbihûrtin sedemê hatina wî ye.
3. Lêbihûrtin Kurê Xwedê birûmet dike
Li vî aliyê xaçdanê, hemû Lêbihûrtin tê bi rêya Mesîhê hatî xaçdan yê ku her herfeka Şerîetê temam kir, û her qirşek ji deynê me da û her qurtek ji xezeba Xwedê daqurtand. Her gunehkarekî ê ku lê hatî bihûrtin bi aramî disekine pişt birînên Îsa Mesîh. Û ji ber vê yekê lêbihûrtin navê Îsa Mesîh birûmet dike- ew “di ber navê wî de ye” (1 Yûhenna 2:12).
Lêbihûrtin bi awayekî serekî giraniyê nade ser hêjabûna me lê belê
Hêjabûna Îsa Mesîh. Gava Xwedê li mirovan dibihûre, ew hêjabûnên me dinivîse li ser alekî li ezmanan. Ew rêbriya me dike pişt berxê Xwedê bi rêûresmekî serketî. Ew heza dilê xwe a herî kûr dide xuyakirin û vê duaya nivîserê vê zebûrê temam dike: “Ne em, ya Xudan, ne em, Belê ji bo xatirê kerem û dilsoziya xwe, Tu berziyê bide navê xwe! (Zebûr 115:1)
Jiber lêbihûrtin navê Îsa Mesîh birûmet dike, Xwedê tenê ji nîvê dilê xwe li mirovan nabihûre. Ew – ji hemû dilê xwe û hemû canê xwe bi kêfxweşî û xîretkêşî dibihûre. Can Payper nivîsiye, “Çi gava ez pir tî bim û pir pêwîstî alîkariyê bim, ez dikarim canê xwe han bidim ne tenê bi wê rastiya ku hezek dilrehm heye di dilê Xwedê de, lê belê bi wê rastiya ku hêz û jêderê vê hezê, xîretkêşiya Xwedê ye, ku ew kar bike ji bo rûmeta navê xwe” (Şahiyên Xwedê, 233-34).
Çi dihêle Xwedê kêfxweş be ku li te bibihûre? Ne hêjabûna te ne jî nedrên te û ne jî şiyanên te ên pêşerojê lê belê hêjabûna wî berxê hatî serjêkirin.
4. Zeviyên Lêbihûrtinê
Helbet, Xwedê şa nabe ku li her kesî bibihûre. Bi milyonan kes peyvên Haynrik Hayne ên dawiyê dubare dikin- “Wê helbet Xwedê li min bibihûre: ev karê wî ye”- demê ku xelk ne xemgîn in ji ber gunehên xwe û ne birçiyê pîroziyê ne û ne ji Mesîh jî hez dikin, Xwedê şa nabe bi lêbihûrtina wan kesên ku difikirin lêbihûrtin ji mafê wan e.
Lê gava em daxwaza lêbihûrtinê dikin di bin ala Îsa Mesîh a ku şewq dide ji dilekî ku nefret dike ji gunehan û pir dixwaze ku pîroz be ka çewa Xwedê bi xwe pîroz e, hingê em xwe datînin li ser rêya şahiya Xwedê. Em dibin dikek ji bo Xwedê da ku rûmetên dilê xwe bide xuyakirin. Em tevilî Xwedê dibin di heza wî de ji bo anîna gelek zarokan ber bi rûmetê ve. Em didin xuyakirin ji pîroziyan û gunehkaran re, û ji milyaketan û ruhên pîs re ku Îsa Mesh xilaskarekî xurt e.
Gava tu tê ber Xwedê îro li wan kêlîkên piştî kirina te ji hinek gunehan re, ne hewce ye ku tu biterpile bi rêya daristanên sûcdariyê û xwelomekirinê. Itîraf bike bi gunehên xwe, û vegere ba Îsa Mesîh, û bazde li zeviyên lêbihûrtina wî.