Tîmotêyosê Hêja, Bila Çavên Te Li Ser Dilsoziyê Bin
Tîmotêyosê Hêja,
Kerem û aştî ji te re ji Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh. Cara çûyî min ji te re nivîsî,: tê bîra te ku min hewl da ez te hişyar bikim bi bîranîna te, û ez li vir peyvên birayê me ê hêja Petrûs bi kar tînim, ku divê tu rezîbûnê di Mesîh tenê de bibînî, yan te yê edeteke acizbûnê hebe di xizmeta xwe de.
Tê bîra te ev bû peyva min a ewil a hişyariyê ji te re di xizmeta te de:rezîbûn. Îro, ez ji te re dinivîsim û peyveke din a di heman giringiya peyva ewil de ji te re pêşniyar dikim, ew jî peyva :dilsozî ye
Birayê min ê hêja di Mesîh de, wê dinya hewl bide ku berê te bide efnika xwe a inkarkirina Xwedê demê serketinên te di xizmetê de bên pîvan.
Dinya û herwiha gelek mirovên baş ên bi niyetên qenc lê belê ên ku hişê wan bedeniye di civata te a bawermendan de, çêdibe herdu alî jî ji te re bêjin: da ku xizmeta te lê bê nêrîn wek serketin, lazime tu zivirînên li Mesîh ên berdewan nîşan bidî û lazime te imadkirinên li beravan hebin ji wan kesan re ên ku hazir in ji imadkirinê re û herwiha lazime te jimareke kesên ku hazir dibin li kenîsa te hebe, ew jimara ku di rojekê de pir zêde dibe di nav civata bawermendên kenîsa te de. Ewê lê bigerin ku te qani bikin ku ev in nîşanên serketina di xizmetê de û çêdibe tu bê xapandin bi van fikrên erzan. Van fikrên wiha nekire (Guh nede fikrên wiha).
Demê em helbet hez dikin ku kenîsên saxlem hebin û em dixwazin jimareke ku neyê jimartin ji mirovan kerema Mesîh a çalak tam bikin û bibînin, divê li bîra te be ku zivirîna li Xwedê û mezinbûna kenîsê karên Xwedê ne.(Tê bîra te çi çêbû piştî roja pênciyê demê Xwedê di rojekê de zêdetir ji sê hezar (3.000) kesan beşdarî kenîsa xwe kirin? Ma ev ne berz bû?) çêdibe ew nîşan bin ji ya ku Xwedê dike di jiyana te de, lê ev ne pêwîstiyeke. Tê bîra te pêxemberên derewîn ên min tu hişyar kirî ji wan, ew ên kenîsa li Efesî tevlihev kirin û tê bîra te ew şandiyên “pir mezin” ên ku min li dij wan têkoşîn kir li kenîsa Korîntî? Gelek dûçûyî bi dest xwe ve dianîn û ma wê kî ji me guman bike ku berê hînkirina wan a derewîn saxlem bû?
Tîmotêyos, Xwedê gazî te nake ku tu karîndar be [tu bikaribe her tiştî bike] jiber tu bi tenê cerekî herriyêyî a ku hatiye çêkirin û jê heye û lewazî. Xwedê gazî te nake ku tu her tiştî bizanibe jiber hemû mirov heta hedekî nezan in ku diviya Aqûb anîba bîra me ku ewê planan çêdike bêyî ku destihilatiya Xwedê di bala wî de be, bi gunehkarî qure ye. Xwedê gazî te nake ku tu li her derê be jiber xizmeta te vala ye eger tu lê bigere ku tu li her derê be di heman demê de jiber tirseke gunehkar ji mirovan. Xwedê gazî te nake ku tu mirovan rezî bike jiber mirov diguherin. Endamên kenîsê ên ku îro pesnê te didin ihtimale ew bin ên ku daxwaza derxistina te bikin demê xizmeta te acizya aştiya di padîşahiyên,wan de bike, ew aştiya ku ew pê text dagîr dikin. Ew gazî te nake ku tu pesindana wan bi dest xwe ve bîne. Divê tu tenê wî rezî bike. Xwedê gazî te nake ku tu ji mirovan bitirse. Divê tu ji wî bitirse. Eger tê tenê ji Xwedê bitirsî û ne ji tiştekî din û eger tê tenê nefretê ji guneh bikî û ne ji tiştekî din, çêdibe Xwedê diniyê serbino bike bi rêya xizmeta te.
Na, Xwedê bi rastî gazî te dike ku tu dilsoz be. Ew gazî te dike ku tu dilsoz be di çêrandin û rêberiya keriyê wî de . Bila li bîra te be, ew keriyê wî ye ew padîşahiya wî ye ne ya te ye. Tu hatî gazîkirin ku tu padîşahiya wî bi kerema wî bi dilsozî ava bikî. Gelo dilsoziyeke wiha çi tê de ye? Ewê ne wek wê be ewa ku xelk navê wê dikin serketin û divê tu vê baweriyê niha deynî di dilê xwe û hişê xwe de. Xwedê gazî te kiriye dilsoziyê di hînkirina peyva wî de û hazirbûna te a hergav ji bidanbihîstina rastiya wî re.
Hema tu hemûyê bidî aliyekî, Xwedê gazî te kiriye ku tu eşkerekirinên Xwedê deynî ber miletê Xwedê ji bo rûmeta Xwedê li her rojeke Xudan. Xema encaman nexwe. Encam di destê Xwedê de ne. Wî gazî te kiriye dilsoziya di xîretkêşiyê de ku tu xwe wek karkerekî bi dilê Xwedê û yekî ku neyê şermkirin pêşkêşî wî bikî; peyva rastiyê rast bi kar bîne. Evê hergav giringiya yekem be ji te re: Gelek seet di xwendin û duakirinê de wê te ava bikin di vê hewla giring de. Wî gazî te kiriye dilsoziya di parastina Mizgîniya wî de a ku wî kiriye di destê te de, û maneya vê ew e ku divê tu baweriya rast bizanibî û herwiha hîn bikî jî. Wî gazî te kiriye ku tu dilsoz bî di diyarkirina şaşiyên fêrkirinên derewîn de jî. Divê tu xebatê bikî da ku tu bibî şivanek/ lahotiyek. Ev beşeke dilsoziyêye ê ku nabe bê kêmkirin di xizmetê de Xwendina Peyva Xwedê û hînkirina lahotê karin zehmet in lê wê kedên wiha bi qezenc bin di herheyiyê de jiber ev e ew rêya Xwedê di aqilmendiya xwe a bê dawî de emir pê dayî.
Îcar Xwedê gazî te dike ku tu dilsoz be di parastina baweriya xwe de, lê ew herwiha gazî te dike ku tu dilsoz be di hêlana çavdêriyekê li ser jiyan û helwestên xwe de jî. Ya ku Silêman gotî di şîretên xwe de Ji her tiştî bêtir, dilê xwe biparêze.
Tev ku tu xortî, divê tu dilsoz bî ku tu lahota keremê, ewa ku hatiye dayîn ji bo te bi rêya Peyva Xwedê, bijî. Gelo ma wê xelkê te lahota te bawer bikin eger ew lahota tu dibêjî ku tu xwe pê ve digrî,hêjayê min, bandoreke biçûk heye a ku hemma xuya dibe li ser jiyana te? Tu çawa dikarî keremê bidî xelkê eger tu bi xwe nikaribî jiyaneke jixwedêtirs û keremdar bijî? Divê mirovê keremê mirovekî keremdar be, carekî şîretmendekî jiXwedêtirs û aqilmend ji min re got.
Divê tu dilsoz be di xwestina ji Xwedê ku ew van sîfatên kesayetî di te de çêke, ew sîfatên kesayetî ên ku min ji te re behsa wan kiribû di nameyekî din de, sîfatên ku Xwedê dan min wek şertên wî ji şivanên di bin şivanê qenc Îsa Mesîh de. Divê tu zilamekî dilsoz be ji malbata xwe re, tu ji jina xwe hez bikî wek çawa Mesîh ji kenîsê hez kirî û zarokên xwe ên ji te re çêbin di pêşerojê de rakî li ser şîret û perwerdekirina Xudan. Divê tu ji Xudanê me bixwazî ku ew keremê her roj bidî te da ku tu di hedê xwe de, sergiran, birêz, mêvanperwer û berbiwêr be. Divê tu guhên xwe û çavên dilê xwe bigirî ji hezkirna peran a ku mirovan dikuje û divê tu bikaribî rastiyê hîn bikî û devjeniyê bikî bi xelkê re bi awayekî şîrîn û keremdar. Jiyana van sîfetan bi kerema Xwedê û duakirina ku wê Xwedê berê Ruhê xwe bi temamî di te de bide ev hemû beşeke ji bûyîna te bangawazekî dilsoz ê Peyva Xwedê.
Û divê tu vê dilsoziyê biparêzî hetta demê şer hemû hawirdora te di xizmetê de şikandiye. Bila li bîra te be, tu leşkerekî Mesîh î. Heta Xudanê me vegere, tê di şer de, ne di aştiyê de bî. Jiber vê yekê, divê tu şerê baş ê baweriyê bikî ji dêla xwe û ji dêla xelkê xwe jî. Divê tu hezkirina xwe ji endamên civata xwe a bawermendan re biparêzî hetta ew ên ku naguherin û zû hêrs dibin, ew ên ku ji te hez nakin û navê te ê baş bi bê bextî xera dikin li pêş xelkê. Bila li bîra te be ew tiştên min gotin kenîsa Korîntî. Hezkirin bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike. Divê tu ji wan hez bikî bi awayê hezkirina neezez a ku xilaskarê me neçar kir ku bimire li ser xaçê.
Tîmotêyos, ne giring e dinya çi bêje te, ne giring e endamên kenîsa te ên niyeta wan baş e, çi bêjin te. Eger tu van hemû tiştan bi berdewamî bikî, tê karkerkî bi dilê Xwedê bî û yekî ku neyê şermkirin bî, ne giring e meznahiya kenîsa te çiqas e yan berfirehiya xizmeta te çiqas e. Tê Mizgîniyê,nameya xwe, xweşiktir bikî bi bêhna Mesîh a xweş û şîrîn re. Ezê xilas bikim bi heman peyvên handanê ên ku min gotin Korîntiyan jiber ew kurtkirineke baş e ji gazîkirina mirovê Mesîhî ji dilsoziyê re. Hişyar bin, di baweriyê de hîmgirtî bin, mêrxas bin, hêzdar bin. Her tiştê ku hûn dikin, bila bi hezkirinê bê kirin.
Gelek bêtir heye ez dikarim bêjim lê ez dua dikim ku ev handana tûj wê berê te bide ber bi xwestina dilsoziyê. Bila Xwedê bihêle ku tu rezî be bi kurê wî û dilsoz be heta dawiyê di bidanbihîstina Peyva wî de û di şivantiya keriyê wî de ji bo rûmeta wî . Bila Xudanê me ê desthilatdar û karîndar bihêle ku rûyê wî te û keda te ronî bike. Kerem bi te re be.
Bi dilsozî bavê te di baweriyê de,
Pawlos