Karê ji bo Yekîtiyê
Ji her şivanekî bipirse li ser wan tiştên ew pir dixwaze bibîne di Kenîsa xwe de û ez dibêjim wê Yekîtî li cihekî li serê lîsta wî be.‘Çiqas qenc e, çiqas xweş e, Di yekîtiyê de jiyana biratî! ‘ (Zebûr 133:1). Ew baş e û kenîsên me xweştir lê tên demê tên naskirin bi yekîtiyê.
Û herwiha pêwîst e endamên kenîsan ên dilsoz li yekîtiyê bigerin. Kitêba Pîroz gazî me dike ku em “Xîretkêşiyê bikin ku yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin.” (Efesî 4:3)
Lê bi awayekî pêken, di lêgerîna me li yekîtiya li gor Kitêba Pîroz de, dibe ku em (pir çav li xwe tenê bikin/pir terkîz bikin li ser xwe). Herwiha, dibe em (bi xeletî) bifikrin ser gazîkirina yekîtiyê, ku ew tenê derbarey peywendiyên me bi xwe, bi Mesîhiyên din re ye. “Gelo ma min nakokiyeke şexsî heye pêwîst e bê navnîşankirin?” “Ma ez bi kerem im û hez jê ker im ber bi wan ên ku nerînên wan cuda ne ji nerîna min di meselên ne pir giring de (meselên bi giringiyeke duyem û sêyem de) ? ”Gelo ma ez bi kêfxweşî xwe dispêrim serweriya Kenîsê?”. Ev pirs in baş in pêwîst e em ji xwe bikin da ku em bikaribin, heta ku ji destê me bê, jiyaneke bi aştî bi her kesî re bijîn. Lê gazîkirina li gor Kitêba Pîroz ji bo yekîtiyê kûrtir û berfirehtir e. Ew e, ku
Kitêba Pîroz qalibekî mezintir ji me re datîne [ji yekîtiyê re] , mezintir e ji tenê nebûna nakokiyên me bi kesên din re, ên di civaka bawermendan de.
Û ez dixwazim çar pêşniyarên praktîk pêşkêş bikim, wê alî te bikin da ku tu kar bike ber bi yekîtiyê ve di bedena xwe a naxweyî de. Lê ezê agadariyekî rastîn bidim te. Ev ne bi asanî tên kirin. Hinek ji wan pêwîstî karkirineke pir in, û çêdibe hinekên din berê me bidin danûstandinên zehmet , û wê ev her çar pêşniyarên praktîk gazî te bikin ku tu ji cihê xwe yê rihetiyê derkeve. Lê jiber vê yekê, li me hatiye emir kirin “ku em xîretkêşiyê bikin” ji bo yekîtiyê. Eger asan ba û ji ber xwe ve çêbûba, ne hewce bû emir li me hatiba kirin “ku em xîretkêşiyê bikin” Ne hwece ye ji kesekî re bê gotin ku” xîretkêşiyê bike” da ku çîpsên pitatan bixwe. Tenê pêwîst e em “xîretkêşiyê bikin” demê em tiştên wek lehenan dixwin.
1. Aştîker Be
Ku tu aştîker be ne tenê piştrastkirina te ye ku peywendiyên te bi xwe lihevhatî ne, lê belê ji vê yekê zêdetir e. Ew gazî te dike ku tu handan û piştevaniya lihevhatinê bike di nav endamên ku nakokiyên wan bi hev re hene di nav cikava te ya bawermendan de.
Demê ku hewl da tiştekî bike ber bi nakokiyeke ihtîmal bû yekîtiya kenîsa Filîpî xera kiriba, Pawlos destpêkê bi rastî herdu kesên sûcdar destnîşan kirin. “Ez ji Eyodiyayê hêvî dikim û ji Sintîxayê hêvî dikim ku di yekîtiya Xudan de bibin hemfikir.” (Filîpî 4:2). Lê binêre ku ew li wir nasekine. Ew dûre behsa alîkariya endamên din dike. “Erê, ez ji te jî dixwazim, ey hevalê min ê dilsoz, ji wan jinan re bibe alîkar; çimkî ew bi Klêmens û hevalkarên min ên din re ku navê wan di Kitêba Jiyanê de ye, di karê Mizgîniyê de bi min re gelek zehmet kişandine.” (Filîpî 4:3)
Hema bêje, tu dizanî ku du endamên kenîsa te nakokiyek bi hev re hene. Tu dikarî rûnî û hema tiştekî nekî- û ev rêya herî asan e. Lê tu hatî gazîkirin ku tu “xîretkêşiyê bikî” ji bo yekîtiyê. Ku tu bi taybetî çi bikî, ew li gor rewşê dimîne. Hinek caran, çêdibe ku tu daxwaza civînekî bikî. Hinek carên din, çêdibe ku tu herî ba yekî ji wan û tu wî han bidî ji Kitêba Pîroz ku ew here ba yê din û li hev bên. Ev pêwîstî aqilmendiyê ye. Lê di her rewşê de, karkirina ji bo yekîtiyê tê maneya bûna aştîkerekî berbiwext. Û wek Îsa Mesîh gotî, xwezî bi wan ên ku aştîker in.
2. Girêder be- Xelkê bi hev ve girê bide
Em di tebîeta xwe a gunehkar de, xwebixweyî ne [em tenê ji xwe û yên wek xwe hez dikin], Eger em bi xwe bin , kêfa me ji hinek kesên taybet re tê û ev ser hisabê peywendiyên berfirehtir e. Lê ew kêfên li gor me, çêdibe pir ne baş bin ji bo avakirina yekîtiyê.
Îcar di asteya herî esasî de, lazim e em piştrast bikin ku keyfa me ne tenê ji komeke hevalan re tê. Bi rastî, karkirina ji bo yekîtiyê gazî me dike ku em hê pitir jî bikin- da ku em xelkê bi hev re bînin wekî kesekî girêder.
Ev fikrek e, ku tu çewa dikarî vê yekê bikî, ev cara bê demê tu firavîekî li mala xwe çêkî û xelkê daxwaz bikî, du kesên ku bi temamî civaka li dora wan di kenîsa te de cuda ne, daxwaz bike. Bihêle ku mala te bibe ew cihê ku ew lê bikaribin hevdu nas bikin û dostaniyekê bi hev re ava bikin, dostaniyeke ku çêdibe tu caran ava nebe eger tu wan daxwaz neke mala xwe.
3. Dilxweşkerek û Girîkerek Be
Pawlos dibêje ku ev wek bedena mirov e, di kenîsê de “gelek endam, lê tenê bedenek heye.” (Korîntî I, 12:20). Encamek giring ew ji vê hevwêneyê dertêxe ew e ku “eger endamek êşê bikişîne, hemû endam bi wî re êşê dikişînin. Eger siyaneta endamekî bê girtin, hemû endam bi hev re şa dibin ” (Korîntî I, 12:26).
Û bi awayekî pir praktîk, eger emê kar bikin ji bo yekîtiyê, lazim e em şa bin bi wan ên şa ne re û êşê bikişînin bi wan ên ku êşê dikiişînin re (Romayî 12:15). Û maneya vê yekê ew e ku em ahengên zarokbûnê hazir bin û herwiha demên veşartina miriyan jî hazir bin. Maneya vê ew e ku em bîrnivîsên pîrozbahiyê binivîsin û herwiha bîrnivîsên hevxemiyê jî. Ev hemû pêwîst dike ku em baş hev nas bikin da ku em bi rastî bizanibin demê birayê me yan xuha me şa ye yan êşê dikişîne, ev jî carek din xîretkêşiyeke jidil têde ye. Bûna te bi endamên kenîsa te re di xweşî û nexweşiyê de wê rêyekî dirêj be ber bi avakirina yekîtiyeke bi domtir û mezintir.
4. Xwe li ser bingeha Mizgîniyê bigire
Ya herî giring ew e eger tê kar bikî ji bo yekîtiyê di kenîsa xwe de, lazim e tu xwe li ser bingeha Mizgîniyê bigirî.
Bi rêya Mizgîniyê, her endamekî kenîsa te yekgirtiye bi Mesîh ve. Jiber vê yekê, hemû endamên kenîsa te jî bi hev ve yekgirtî ne. Lê binêre ka çewa Pawlos bi taybetî da xuya kirin ku hemû bawermendên Filîpî- ew ên ku pêwîst bû xîretkêşiyê bikin ji bo yekîtiya di bedena xwe de- navê wan hatine nivîsandin di Kitêba jiyanê de (Filîpî 4:3 ). Bi zanîna ku emê di herheyiyê de bi hev re bin û emê bi hev re biperizin xilaskarê xwe wek hevwelatiyên ezmanî, yekîtiya niha hêja ye ku em şer bikin jiber!
Divê Mizgînî li bîra me be. Jiber tenê bi hêza Mizgîniyê kenîsek bijartî wek a te (û wek a min jî!) endamên wê dikarin bên anîn bi hev re bi berjewendiyeke wehkev û dikarin hezkirineke rast û yekîtiyê bidin eşkere kirin. Bi rastî, ev hezkirine û ev yekîtiye dihêlin ku xizmeta Mizgîniyê a kenîsê xurt bibe “di ruhekî de hîmgirtî ne û bi dil û can bi hev re ji bo baweriya Mizgîniyê têkoşînê dikin.” (Filîpî 1:27)
Îcar, birano û xuhno, herin û xîretkêşiyê bikin ku hûn li yekîtiyê bigerin. Ez dizanim zehmet e. Lê ji we re baş e. Wek xwarina leheneyên pitir baş e.