Gelo Kenîsa navxweyî çi ye?
Kenîsa navxweyî komeke Mesîhiyan e ên ku bi berdewamî dicivin bi navê Îsa Mesîh da ku bi şêweyekî fermî endamtiya hev pişrast bikin û çavdêriya endamtiya hev bikin di Îsa Mesîh û padîşahiya wî de bi rêya hînkirina Mizgîniyê û kirina fermanên Mizgîniyê[imadkirin û şîva Xudan] Ez dizanim ev gotine pîçekî giran e, lê guhê xwe bide her pênc perçên vê watê:
- Komeke Mesîhiyan
- Civîneke berdewam
- Kirineke berfireh a civata bawermendan ji piştrastkirin û çavdêriyê re.
- Armanca nûnertiya wan a fermî ji Mesîh û serweriya wî a li ser erdê re- Ew bi navê wî dicivin.
- Bikaranîna hînkirinê û fermanan jibo van armancan.
Ka çewa gotina şivanekî, xortekî û keçikekê, dike jin û mêr, ev her çar xalên li jor komeke Mesîhiyên bi hev re wext derbas dikin li baxçê-di cih de-dike kenîseyeke navxweyî.
Civat giring e jiber gelek sedeman. Yekem, civîn ew dereye a ku em Mesîhî lê “xwe didin eşkere kirin” da ku em dilsoziya xwe a berz bidin xuyakirin.
Ew bingeh e yan sefarete, pêşkêşiya netewa me a pêşerojê dike. Ew e ew cihê em lê, xwe li ber padîşahê xwe ditewînin, û tenê em navê wê dikin persetin. Çêdibe Firewnên vê dinyayê li dij me bisekinin, lê Xwedê dilê miletê xwe dikişîne ji nav miletan de, da ku biperizin wî. Ewê civata xwe a mezin û xurt ava bike.
Civîn ew cihe ye yê ku padîşahê me lê serweriya xwe dike bi rêya hînkirina Peyva Xwedê û fermanan û perwerdekirinê. Gotara Mizgîniyê “destûra” netewa me şirove dike. Ew navê padîşahê me dide zanîn û qurbana wî kir da ku bibe padîşahê me, şirove dike. Ew me hîn dike derbarey rêyên wî û rûbirûtiya me dike di serhildêriyên me de. Û me piştrast dike ser vegera wî a nîzîk.
Bi rêya imadkirinê û şîva Xudan, kenîse alê bilind dike û çekê leşkerî ê netewa xwe li xwe dike. Ew me berçav dike. Ku em bên imadkirin, ew e ku em xwe bidin nas kirin bi navê Bav û Kur û Ruhê Pîroz, herwiha ew e ku em yekîtiya xwe bi mirin û rabûna Mesîh re, bidin naskirin (Metta 28:19, Romayî 6:3-5). Ku em ji şîva Xudan bixwin, ew e ku em mirina wî û endamtiya xwe di bedena wî de rabigehînin (Korîntî I .11:26-29; Metta 26:26-29). Xwedê dixwaze miletê wî bên naskrin û ciyawazkirin. Ew dixwaze ku xetek hebe di navbera kenîsê û dinyayê de.
Gelo kenîsa navxweyî çi ye? Ew e ew saziya Îsa Mesîh çêkirî û rê pê dayî da ku Mizgîniya padîşahiyê bide zanîn û yên ku dibêjin ew bawermendên Mizgîniyê ne piştrast bike û çavdêriya şagirtiya wan bike û hîlekaran eşkere bike. Maneya vê hemûyê ew e ku em tevilî kenîsan nabin wek ku em tevilî ferîqan dibin. Em xwe dispêrin kenîsan.
Ev nivîsname hatiye birin ji Endamtiya Kenîsê: Çewa dinya dizane kî pêşkêşiya Îsa Mesîh dike
Hatiye nivîsîn ji aliyê Jonasan Lîman ve