Endamtiya Kenîsê Çi Ye?
Di posta çûyî de, min bersiva vê pirsê da, Kenîsa Navxweyî Çi Ye? Ev berê me dide pirsa bê: endamtiya kenîsê çi ye?
Bersiv: Endamtiya kenîsê daxuyaniyek e welatîbûnêye di Padîşahiya Mesîh de. Ew pesport e. Ew ragihandinek e ,di odeya ragihandina Padîşahiya Mesîh de, hatiye çêkirin. Ew daxuyaniyek e ku ew kesê dibêje: ez bawermend im, bi rastî nûnerekî Îsa Mesîh ê bê fen û fût e û endamekî fermî û destûrdayiye.
Ez bi awayekî zelaltir bêjim, endamtiya kenîsê peywendiyek e fermiye di navbera kenîsa navxweyî û mirovê Mesîhî de. Ev peywendiye tê naskirin bi piştevaniya kenîsê û çavdêriya şagirtkirina wê ji mirovê Mesîhî re û bi danîna wî/wê mirovê Mesîhî jiyana xwe a şagirtiyê di bin çavdêriya kenîsê de..
Binêre ku gelek perçe hene
- Bedena kenîsê bi awayekî fermî gotina mirovekî ku ew bawermend e, piştrast dike û herwiha imadkirina wî bawer dike.
- Ew soz dide ku çavdêriya şagirtiya wî mirovî bike.
- Ew mirov e bi awayekî fermî şagirtiya xwe dispêre xizmet û desthilatiya vê bedenê û serwerên wê.
Bedena kenîsê dibêje vî mirovî , “Em gotina te ku tu bawermendî û imadkirina te û şagirtiya te ji Mesîh re (qebûl dikin/bawer dikin).” Jiber vê yekê, em pêşiya miletan Mesîhtiya te piştrast dikin û qebûl dikin. Herwiha, em çavdêriya xwe wek komel e li ber te vedigirin.”
Ew mirov e bi taybetî dibêje bedena kenîsê “Jiber ez we dibînim kenîseke dilsoz a ku Mizgîniyê dide bihîstin, ez şagirtiya xwe û hebûna xwe dispêrim hezkirina û çavdêriya we.”
Lazime standerdê endamtiya mirovekî di kenîsê de ne bilintir be û ne jî kêmtir be ji standerdê Mesîhtiya wî, ji bilî tiştekî tenê. Mesîhî ew miroveye ê ku li xwe ziviriye û bawerî aniye, û bi rastî, pêwîst e kenîse endamtiya mirovên wiha piştrast bike. Pêwîstiya tenê zêde ji endamtiyê re imadkirin e. Divê endamên kenîsê bên imadkirin, ev jî şêweyekî yekgirtiye di Peymana Nû de. Petrûs ji wan xelkên li Orşelîmê re got,”Tobe bikin û bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe.”(Karên Şandiyan 2:38) û Pawlos di nameya xwe a ji kenîsa Romayê re hema zen dike ku hemû kesên di kenîsa Romayê de hatine imadkirin (Romayî 6:1-3). (Ezê behsa pêwîstiyên imadkirinê bikim di posta bê de.)
Endamtiya kenîsê, bi gotineka din, ne derbarey “pêwîstiyên zêde ye”. Ew derbarey kenîsê ye ku ew çewa berpirsiyariyeke taybet bibe ber bi mirovê Mesîhî ve û herwiha derbarey berpirsiyariyeke taybet a mirovê Mesîhî ber bi kenîsê ve ye. Ew derbarey “lixwekirin” û “berçavkirin” û “jiyankirin” û “nimûnekirina” endamtiya me di kenîsa Mesîh a cîhanî de ye. Bi hinek awayan, yekîtiya ku kenîsa navxweyî û endamên wê ava dikin wek ahenga “ezê bikim” a (hevjîniyê ne/ zewacê ne), û jiber vê yekê, gelek kes endamtiya kenîsê bi “peyman” nav dikin.
Rast e, divê mirovê Mesîhî hilbijêre ku tevilî kenîsekê bibe, lê ev kenîsê nake rêkxirawek e xwebexş. Piştî hilbijartina Mesîh, mirovê Mesîhî hibıjartinek din ji bilî tevilibûna kenîsê, li pêşiya xwe tune.
Ev nivîsname ne hatiye birin ji endamtiya kenîsê (ya ku hatî şirove kirin li jor), lê ji perwerdekirina kenîsê hatıye bırın: Çewa Kenîse Navê Îsa Mesîh Diparêze? (Crossway, 2012). Hevpeyvînek dirêjtir heye di vê kitêba çûyî de.
Hatiye nivîsîn ji aliyê Jonasan Lîman