Çima Pêwîst e Kenîsan Endamtiyeke bi Raman Hebin?
Endamtiya Kenîsê fıkreke bi eşkereyî nehatiye gotin di Nıvîsarên Pîroz de, lê her tê guman kirin û piştevanî kirin. Gelek jı nameyên Peymana Nû hatibûn nivîsandin ji civakên bawermendên navxweyî re û tê de şîret jî hatibûn dayîn ser ka çewa jiyana xwe bi hev re bijîn, bo nimûne, Korîntî I û II û Galatî û Filîpî). Tevî ku endamtiya kenîsê îro berbilav e di nav kenîsan de û herwiha di dîrokê de jî, ez dibînim başe ku ez bersivê berfirehtir bikim da ku alîkariya şirovekirina sedemên min bike ji hebûna me ji endamtiya kenîsê re.
Gelo ma endamtiya kenîsê li gor Kitêba Pîroz e? Gelo giring e? Erê, ez wiha dibêjim. Û ev çar sedem in ji vê yekê re.
Yekem, sedemên Lahotî hene.
Bi gotineka din, hinek rastî hene derbarey Xwedê kî ye û wî çi kiriye yên ku pêwîstî peyvîna li ser endamtiyê ne û kirina wê ne jî.
Demê Xwedê kir ku tu ji nû ve çêbî, wî peywendiyek nû bi te re ava kir.
Berî niha, ez û tu ji Xwedê veqetiyayî bûn jiber serhildanên me, lê Xwedê yê ku tije dilrehmî ye (Efesî 2:4), em vejandin û em anîn di malbata xwe de “ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok.” (Efesî 1:5). Bi keremê “wî em ji desthilatiya tariyê rizgar kirin û em derbasî Padîşahiya Kurê xwe yê hezkirî kirin.” (Kolosî 1: 13). Ew ên ku berê dûr bûn “niha bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne.” (Efesî 2:13). Demê em bêjin ku em beşek in ji Padîşahiya Mesîh û bedena Mesîh û miletê Xwedê yan malbata Xwedê, ev hemû rêyên din in ji gotina me ku em bûne endamên kenîsê. Jiber vê yekê, Korîntî I, 12:13 ji me re dibêje ku “em hemû bi yek Ruhî hatin imad kirin ku em bibin bedenek”
Endamtiya di kenîsa cîhanî yan komelayî de çêdibe demê Xwedê-Ruhê Pîroz me bi ruh bi bedena Mesîh a di hemû dîrokê de, girê dide,. Lê belê, endamtiya di kenîsa navxweyî de çêdibe demê em bi bawermendên din re li cihekî taybet kom dibin. Eve ya ku ez giraniyê datînim ser. Endamtiya kenîsa navxweyî, endamtiya kenîsa cîhanî a bi rêya zivirîna li Xwedê, pêşqebûl dike û herwiha pêwîst jî dike.
Endamtiya kenîsê rastiya lahotî a Mizgîniyê berçav dike.
Dûyem, sedemên peymanî hene.
Peyman lihevkirinek e yan peywendiyek e pê re erk hene. Gelek caran em fikra peymana hevjîniyê dikin. Lihevkirinek heye di navbera mêrekî û jinekê de û pê re erk hene û peymana yan soza pêkanîna wan erkan, ji hev re tê dayîn. Peywendî bi rêya sozekê qayîm dibe. Demê em dibin Mesîhî, em dibin beşek ji Peymana Nû. Peymana Nû ew soza qanûniye ya ku Xwedê bi miletê xwe re çêkiriye. Bi kurtî, Xwedê soz dide ku bibe Xwedayê me û li gunehên me bibûre û Ruhê xwe bide me û şerîeta xwe li ser dilê me binivîse û bi me re bimîne her û her. Bersiva me li ser têketina me di vê peymanê de ew e ku em li pey wî herin û dilsoz bin ji wî re. Bi gotineka din, ku em peyvên Îrmiya bi kar bînîn , “Ezê Xwedayê wan bim, û ewê miletê min bin.” (Îrmiya 31: 34)
Ez dibêjim hema xuyaye ev eşkereye. Tu dibî Mesîhî û tişt diguehrin. Te peywendiyek bi Xwedê re heye û pê re berpirsyariyek heye ku tu li pey wî herî. Lê gelek caran em jibîr dikin ku ev peywendiya peymanî bi Xwedê re, me tîne peywendyekê bi xelkê re jî, û di wê peywendiyê de jî me berpirsyarî hene. Bi gotineka din, Xwedê gazî me nekiriye di peywendiyeke peymanî de tenê bi xwe re lê bi xelkê re jî. Jiber vê yekê divê me endamtiya kenîsê hebe. Demê em tevilî kenîsekê dibin em lihev tên yan peyman didin yan soz bi hev re didin ku em berpirsyar bin ber bi hev ve. Em lihev tên li ser hinek baweriyên taybet Em lihev tên ku em bi hev re kar bikin jibo pêşêxistina Mizgîniyê. Endamtî peywendiya me ya peymanî dide zanîn
Sêyem, sedemên Mizgînvanî hene.
Bi gotina vê yekê merema min ew e ku endamtiya bi raman di kenîsekê de bi rastî tiştekî ji qîmet û şêweyê Mizgîniyê dide xuya kirin. Merema min çi ye? Endamtî daxuyaniyeke endaman e ji hev re û ji dinyaya ku li wan dinêre re, ka eşkerekirina gunehan a rast û eşkerekerê Mizgîniyê çewan in. Yek ji berpirsyariyên serekî yên civata bawermendên kombûyî ew e ku ew daxuyaniya baweriyê binerxînin di nav wan kesên çêdibe bibin endamê wan di pêşerojê de û piştî vê yekê bi awayekî rêkxistî vê binerxînin di jiyana endamên xwe yên niha de (Metta 18:15, Korîntî I, 5:1-13, Korîntî II, 2:6-11). Bi gotineka din, civaka bawermendan, endam, Mizgîniyê didin zanîn ji dinyayeke ku li wan dinêre re. Ev eşkerekirineke rast e ji Mizgîniyê re. Û herwiha wek encamek ji endamtiya wan ya berdewam, em li ba vî birayê xwe yan li ba vê xuha xwe disekinin di çewa pêşkêşkirina wan ji Îsa Mesîh re li vê dinyayê.
Endamtiya bi raman şahidiya ji Mizgîniyê re berhev dike. Endamtî xelk û nameya Mizgîniyê dide zanîn ji dinyayeke li wan dinêre re
Çarem, sedemên praktîk hene.
Da ku em wan tiştan bikin, ew ên pêwîst e em wek kenîse bikin, divê rêyek hebe da ku em bizanibin ka em behsa kî dikin. Min behsa berpirsyariyên te kir wek Mesîhî, gelo ma te bi eynî awayî, heman berpiryarî hene ber bi her Mesîhiyekê ku li ser vê erdê dijî? Na, helbet na. Ez û tu nikarin yek carî hemû erkên peymanî pêk bînin bi bira û xuhên xwe re yên ku li Bikîn û Bexdad û Torinto û Omaha dijîn. Kenîsa me nikare hemû pêwîstiyên her Mesîhiyekî li Omaha dijî, pêk bîne. Bi eynî awayî, şivan hatine gazîkirin ku berevaniya kerî bikin bi zanîna ku wê hesab bidin (Îbranî 13:17). Lê keriyê kî? Çi kerî? Em çewa dizanin emê hesab jiber kî bidin? Petrûs dibêje şivantiya keriyê Xwedê yê di nav xwe de bikin (1 Petrûs 5).
Herwiha ev tê dîtin di fikra perwerdekirina Kenîsê de . “Demê Îsa Mesîh şîret da şagirtên xwe ku Ii birayê xwe yê ku guneh kiriye bigerin (Metta 18: 15-21), wî fikreke yekgirtî ê endamtiya bedenê pêşqebûl kiribû.
Karên lê girtinê û dawiya dawîn, karên jinavderxistinê tenê rû didin di nav meydana komeke kesên taybet û naskirî de” (Dêver, Kenîse).
Li kenîsa me, em vê yekê dikin bi rêya lîsteka taybet û rêznameyeka endamtiyê. Ev alî me dike wek endam ku me jêderek hebe em bikaribin jê dua bikin û bê bîra me ka em ber bi kî ve berpirs in.
Çêdibe hinek aciz bibin ji fermîtiya endamtiyê, lê bi qezencên wê yên praktîk û zelal re, xuyaye ku edeteke endamtiyê hebû li gor dîrokê û herwiha li gor Kitêba Pîroz jî.
“Lîstên taybet ên endaman di kenîsên Mesîhiyên ewil de hebûn. Bi eşkereyî hêlana lîstan ne tşitekê veşartî bû di kenîsan de. Kenîsa ewil lîstên jinebiyan hebûn (Tîmotêyos I, 5:9). Xwedê bi xwe lîsta wan ên ku di kenîsa cîhanî de ne,heye di kitêba xwe a jiyanê de (Peyxam 20:12). Pawlos bi xwe guman kir ku bawermendên Korîntî “piraniyek” ji komeke endamên kenîsê yên ku diakarîn dengê xwe bidin, hatibû naskirin. (Dêver, Kenîse).
Endamtiya bi raman alî me dike ku em bibînin ka me ev peywendiya Peymana Nû ya her roj bi kî re heye û ka em di cih de berpirs in ser kî. Zanîna ku em berpirs in ber bi kî ve alî me dike ku ji me re eşkere bike ka em çi bikin û çewa bikin. Endamtî alî me dike da ku em bizanibin ka em ber bi kî ve û ser kî berpirs in.
Divê endamtiya Kenîsê giringiyek be ji Mesîhiyan re jiber Xwedê em gazî kirine peywendiyeke peymanî ne tenê bi xwe re lê bi xelkê re jî. Gelo ma endamtiya kenîsê li gor Kitêba Pîroz e? Gelo giring e? Erê, ez wiha dibêjim.