-+=
Gelo ma Dibe Mirovek Bi Rastî Li dijî Xwedê Bizivre Vegerê û Razî Be Ku Di Guneh De Bijî?
Ez dibêjim bi giştî, na nikare.
- Yûhenna bi temamî zelal e: tenê ew ên ku di ronahiyê de rêve diçin û bi ya emrên Xwedê dikin û ji Mesîhiyên din hez dikin bi rastî li Xwedê vegeriyane (1 Yûhenna 1:6-7, 2:4-6, 3:7-8).
- Pawlos heman tiştê dibêje demê dinivîse, “Ma hûn nizanin ku yên neheq Padîşahiya Xwedê mîras nastînin?” (Korîntî I, 6:9). Li cihekî din jî bi eşkereyî dibêje, “Çimkî eger hûn li gor nefsê bijîn, hûnê bimirin; lê eger hûn kirinên bedenê bi Ruh bikujin, hûnê bijîn.” (Romayî 8:13). Ew ên ku bi çelengî şer dikin li dijî guneh û bi dû rastdariyê dikevin, Mesîhiyên rastîn.
- Îsa Mesîh bi xwe dibêje, “Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare berê qenc bide. Her dara ku berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir.” (Metta 7:18-19). Her mirovê ku ji nû ve çêbûye berê rohî giyanê qenc dide, ê ku wî yan wê ji dinyayê ciyawaz dike.(Herwiha li Metta. 5:13-16, Metta. 7:21-22 binêre).
Dema ku Mesîhiyek kamil gihîştî di vê jiyanê de tune ye, Peymana Nû israr dike ku tenê ew kesên ku berê rohîyê rastîn di jiyana wan de eşkere ye, ji nû ve çêbûne.
Ev gotar ji vir hatiye wergerandin